PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Aldar Xelîl: Şoreşa me şoreşa civakî ye

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir ku Şoreşa Rojava şoreşeke civakî ye û wiha got: “Armanca wê ev e ku civak li gorî reseniya xwe, rastî û xwezaya xwe bijî. Di nava wê de divê azadî, edalet û wekhevî were nîşandan.”

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl têkildarî Şoreşa Rojava û pergala Xweseriya Demokratîk û rewşa heyî axivî. Aldar Xelîl her wiha xebat, armanc û siberoja gelan jî nirxand. Xelîl diyar kir ku Şoreşa Rojava şoreşeke civakî ye û armanca wê ev e ku civak li gorî reseniya xwe, rastî û xwezaya xwe bijî, di nava wê de divê azadî, edalet û wekhevî were nîşandan. Xelîl ji pergala aborî bigire heta parastina cewherî û amadekariyên Peymana Civakî gelek xalên gîrîng nirxand.

Xelîl di axaftina xwe de wiha got: “Şoreşa ku niha dimeşe şoreşeke civakî ye. Armanca wê ev e ku civak li gorî reseniya xwe, rastî û xwezaya xwe bijî.  Di nava wê de divê azadî, edalet û wekhevî were nîşandan. Ji bo ku ev pergal pêk were nabe ku mirov ji hêzeke desthilatdar hêvî bike. Ji ber vê heke tu dixwazî şoreş pêk were, wê çaxê divê tu civakê rêxistin bikî . Dema civak were rêxistinkirin wê bibe xwedî îrade û ji bo ku karibe hêza xwe derxîne holê û pergala xwe ava bike, şaneya destpêkê komun e. Hinek kes bi awayekî şaş li komunê dinihêrin, wekî ku partiyek an jî saziyeke rêxistinkirî ye. Komun jixwe di nav jiyanê de heye, di nava civakê de kesên nêzikî hev bi hev re jiyana xwe rêxistin dikin û pêdiviyên xwe pêk tînin. Komun ne wekî pergaleke partiyan e. Dibe ku ji nijad, netewe û olên cuda bin, dibe ku fikra wan a siyasî jî cuda be lê tişta ku wan tîne ba hev, di nav civakekê de ne, cîranên hev in û bi hev re dijîn. 11 sal in li vir şoreşekê dest pê kiriye, beriya wê jî bingeha şoreşê hebû lê mixabin heta niha komun wekî wateya xwe nehatiye pêkanîn. Dema ku mirov li hev kom dibin û pirsgirêkên xwe nîqaş dikirin û hewl didan jê re çareseriyan bibînin, divê ev meseleyên wisa bi rêya komunan pêk bihatina. Di vî warî de hê ji sedî 10 jî pêk nehatiye. Em nikarin pêknehatina wê têxin stûyê kes an jî aliyekî, ji ber ku bi sedan salan pergala dewletparêz û desthilatparêz li ser civakê hikum kiriye û civak ji rastiya wê dûr xistine. Ji bo ku mirov karibe civakê vegerîne rastiya wê jî dem hewce ye, hişmendiyeke civakî û hişmendiyeke demokratîk hewce ye.”

‘Ji bo azadî û şoreşê aborî avakirina esas e’

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl qala girîngiya aboriya civakê kir û ev tişt anî ziman: “Beriya çend salan hinek kesan gotin em dixwazin kooperatîfên civakî çêbikin û em dixwazin aboriya civakê geş bikin. Lê dema ku me şopand me dît ku esasê wê ne kooperatîf in. Di esasê xwe de pergala desthilatdar çawa nêzikî aboriyê dibin, ew jî wisa nêz dibin, ne wekî aborî lê wekî çavkaniyên qezencê li ser wê sekinîne. Dîsa wekî rengekî sermayedarî, karkerbûn û kesên kar dikin û kesên xwedî kar çêbûne. Kooperatîf jî wekî berdewamiya komunê ye. Bi rêya kooperatîfan tu dikarî pêdiviyên xwe yên jiyanê pêk bînî. Dewlemendiyên welatê me derfetê dide ku, em karibin aboriya xwe bi xwe ava bikin. Ji bo pêkanîna azadiyê û serkeftina şoreşê aborî bi xwe avakirina esas e. Heke bi rastî jî em azadiyekê dixwazin, em xwe nexapînin. Em neçin bi rêbazên dagirker û desthilatdaran, bi rêbazên sermayedaran tevnegerin. Bi rêbazên wan em nikarin şoreşeke demokratîk pêk bînin. Ji bo demokrasî û azadiyê pêdivî bi amûrên ku ji çanda demokrasiyê re dibin bingeh hene. Yek ji wan jî aborî ye. Ev tişt bi biryareke siyasî pêk nayê, bi hêzeke derve yan jî bi hêza dewletan pêk nayê. Ev tişt bi hêza civakî pêk tê. Divê civaka me, xwe li gorî vî tiştî rêxistin bikî, divê em xwe bi xwe aboriya xwe çêbikin. Dema di navbera Ukrayna û Rûsyayê şer dest pê kir, hinek welatan gotin tiştên me nema. Li hinek welatan nan nema, li hinek welatan zeyt nema, li hinek welatan şekir nema. Ji ber ku di wan welatan de aboriya civakî tune, di wan welatan de kooperatîf tune. Li van welatan dem tiştekî çêdikin, xwe dispêrin hêzeke derve. Piştî şerê li Ukraynayê dest pê kir, welatên li Rojhilata Navîn li ser hev daxuyanî dan, dibêjin nanê me nema. Çima? Ji berê de genim ji Ukrayna tê. Rojhilata Navîn cihekî wisa ye ku, mirov dikare her cure çandiniyê bike. Ev dewletên ku ne di şer de ne, çima bê nan dimînin, çima bê derfet dimînin. Ji ber ku polîtîkaya wan a aboriyê xwe dispêre hêza bazirganî û kirîna tiştên ji derve. Ji bo geşkirina şoreşê, divê em ji bo geşkirina aborî û kooperatîfan bixebitin.  Heke proje pêk nayê, sedem aqilê me ye. Em tiştekî fêr bûne, em nikarin aqilê xwe biguherînin. Em fêr bûne ku tiştan ji derve bikirin û em bêyî ku biwestin em pereyan bidin û tiştan bînin. Tişta ku nahêle em komunên xwe ava bikin, em kooperatîfên xwe çêbikin û aboriya civakî pêş bixînin, ne dijmin e. 99 sedemên din hene, ew jî em bi xwe ne. Divê em xwe wisa rêxistin bikin ku em aboriya xwe bi xwe çêbikin û pêwistiyên xwe yên jiyanê em bi xwe biafirînin û mixtacî tu kesî nebin. Xuya ye di hişmendiya me de bermahiyên desthilatdarî û sermayedariyê hene. Ji ber vê em berê xwe didin tiştên amade. Lê em nafikirin ku kesên şoreşê dixwazin ji sifirê ve dest pê dikin û divê bingeha wê zexm ava bike. Divê em bi çavekî biçûk li hêza xwe nenihêrin, pir kes hene di herêma me de, lê xwe nawestînin û naxwazin guhertinekê têxin nav jiyana xwe.”

Divê civak hemû tevlî nav pergala parastina cewherî bibe

Xelîl qala girîngiya pergala parastina civakê kir û wiha got: “Em qala parastina cewherî dikin. Her zindiyek û hebûnek bi xwe pergala xwe ya parastinê çêdike. Çawa ku gulek pergala xwe ya parastinê hene, darek jî pergala xwe ya parastinê heye. Lê pergala desthilatdar civak parçe kiriye û ew bêyî parastin hiştine. Civakan qedera xwe teslîmî dewlet an jî artêşan kirine. Dibêjin min biparêzin lê nabêje ez ê xwe çawa biparêzim. Ji ber vê heke em dixwazin bi ser bikevin divê em civak xwe rêxistin bikin. Bi şêwazên din belkî ne zehmet be û mirov zêde pê mijûl nebe. Artêşeke bi çek hebin û ew parastinê bikin. Di encamê de ev tişt wê bi ser nekeve. Heke pergala me ya parastinê xurt bûya û me xwe baş rêxistin bikira, li gorî fikra min wê dijmin nekariya Efrîn dagir kiriba. Heke li Serêkaniyê û Girê Spî, me pergala parastina cewherî xurt kiribe, me yê dijmin têxista nav zehmetiyên mezin û me yê bandor li ser siyaseta neteweyî kiriba. Pergala parastina civakê ya cewherî ya Efrînê nehat pêşxistin. Me bi tenê pergala parastinê ya leşkerî ji xwe re kir esas. Lê heza leşkerî li hemberî hêza dewletan bêguman kêm dimîne. Divê civak hemû xwe berpirsyar bibîne û her kes di nav pergala parastinê de cih bigire. Heke hemû kes bi ruhê welatparêziyê di nava pergala parastina cewherî de cih bigirin, wê pergal xurt bibe. Heke pergala parastina cewherî pêş nekeve, nexwe hestên te yên welatparêziyê birîn bûye. Welatparêziya te hebe, tu caran tu yê nefikirî ku derkevî derveyî welat. Lê mixabin em ji parastinê li benda ciwanên qehreman dimînin. Ciwanên me li ber xwe didin û şehîd dikevin. Di vir de kêmanî tune lê ev tişt têr nake. Divê civak hemû li derdora wê kom bibe.”

Peymana civakî tê amadekirin

Xelîl diyar kir Peymana Civakî tê amadekirin û ev tişt anî ziman: “Nûnerên PYD’ê jî wek partiyên din, di nav peymana civakî de cih digirin. Em niha gihiştine pêvajoya dawiya peymanê. A niha şablon hatine amadekirin û di rojên pêş de pêşkêşî gel were kirin û xwendin. Wê gel jî nêrînên xwe ragihîne. Wê piştre komîsyona ku 158 kes tê de hene, wê bicivin û nêrînên gel ji ber çavan derbas bikin û hewce bike wê hinek tiştan biguherînin an jî sererast bikin. Piştre ew ê pêşkêşî Meclîsa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Di peymanê de tişta sereke têkoşîna azadiya jinê ye. Heke jin azad nebe, ne mumkun e ku azadî û şoreşa demokratîk pêk were. Ji bo mîsogeriya van destkeftiyan divê azadiya jinan li ber çavan were girtin. Gelek xalên rojevên sereke xwe dispêrin vî aliyî û ez bawer im heta astekê lihevkirin jî çêbûye. Di demên pêş de dema ku peyman ji gel re hate xwendin, wê were dîtin ku çiqas mijarên ku dikarin azadiyê mîsoger bikin, tê de hatine parastin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar