Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Alî Çîçek bi merasîmekê hate bibîranîn

Yek ji şoreşgerên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Alî Çîçek îro bi tevlêbûna gelek kesan li Amedê li ser gora xwe hate bibîranîn. Beşdaran da zanîn ku mîrateya ku Çîçek li pey xwe hişt, îro gihaştiye bi hezaran

Komeleya 78’an a Amedê û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Alî Çîçek ku di 14’ê tîrmeha sala 1982’yan de li dijî zilm û îşkenceya Girtîgeha Amedê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, li ser gora wî bi merasîmekî bi bîr anî. Di bîranînê de parlamenterên HDP’ê Mûsa Farisogullari, Remziye Tosûn, Salîha Aydenîz û rêveberên HDP’ê û DPB’ê jî amade bûn.

Di merasîmê de serokê Komeleya 78’an Ganî Alkan li ser gora Çîçek axivî. Alkan anî ziman ku Alî Çîçek hevrêyê wî bû û wiha domand: “Mîrateya ku li pey xwe hiştî, îro gihaştiye bi hezaran. Îro bi pêşengiya Leyla Guven ev 7 meh in greva birçîbûnê didome. Bila daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne, bên qebûlkirin.”

Parlamenter Farisogullarî jî diyar kir ku Alî Çîçek û hevalên wî ji bo hebûna gel û dahatûya gel berxwedaneke mezin dan û ew berxwedan îro jî didome. Farisogullari wiha dom kir: “Li girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran mirov di greva birçîbûnê de ne. Wezîrê dadê beriya bi 2 rojan daxuyanî da. Di pratîkê de ev bi cih nehat. Dîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinan bike. Ez bang li hemû rayedaran dikim ku dawî li vê bêhiqûqiyê bînin. Bila parêzer rêzdar Ocalan bibînin. Divê dewlet peywira xwe bi cih bîne.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar