Xemxurê zimanê kurdî û Dr. Erdal Sîpan ji bo civaka kurd bi zaravayê kurmancî pirtûka tenduristiyê ya “Alîkariya Destpêkê” nivîsand. Sîpan diyar kir ku ev pirtûk ji bo herkesî hewce ye û têkildarî pirtûka xwe wiha got: “Ez hêvî dikim gelê me, heval û hogirê me ji vê pirtûkê sûd bigirin û pêşiya çend heb mirin û seqetiyan bigirin.”
Tenduristî di jiyana mirov de beşa ku herî girîng e. Heke ew jiyan ne bitendurist be li mirov dibe dojeh. Ji bo hemû zindîwaran ku mirov jî di nav de ya hewce ku laşê neêşe û êşê nekişîne. Ji bo vê jî divê tedbîr bêne girtin û dema ku mirov rastî êş û azaran hat jî bi destwerdaneke di cih de bê dermankirin.
Di civakê de em mirov dema ku rastî êş, birîndarî, an jî qezayekê tên bêyê ku xwedî agahî û zanyarî em dixwazin destwerdanekê lê bikin, an jî jiber nezaniyê em nikarin tiştekî bikin. Ev yek jî gelek caran rê li ber bi mirin an jî astengiyên ku derbaskirina wan ne pêkane di laş de vedike. Bi taybetî jî civaka kurd ji ber di warê tenduristiyê de kêm xebat lê pêş ketiye, ji vê rewşê gelekî dikişîn e.
Dr. Erdal Sîpan, yek ji ew kesane ku êşa civakê baş hîs kiriye û di necama xebateke 2 salan de pirtûka bi navê “Alîkariya Destpêkê” nivîsiye. Ev pirtûka ku ji Weşanxaneya Sîtavê derketiye, li ser mijara alîkariya destpêkê ya tenduristiyê cara yekem e ku pirtûkek bi kurmancî tê çapkirin. Nivîskar Dr. Erdal Sîpan hemû pêdiviyên alîkariya destpêkê nirxandine û bi zimanekî nazîk û nazemîn mijar raxistine ber xwendevanan. Dr. Sîpan, li ser ev berhema xwe ya giranbuha, armanc û sedemên wê ji rojnameya me re axivî.
Em dixwazin we nas bikin, dikarin hinekî behsa xwe bikin?
Ez di sala 1985’an de li Wanê ji dayik bûm. Ev 10 sal in ez bijîşkiyê dikim. Der dora 6 salane jî li Amedê dijîm. Min li ser beşa nexweşînên hunavî îhtîsasa xwe kir. Ji 2006 ve jî li ser ziman kar û xebatên cûr bi cûr dimeşînim. Di rojname û kovaran de bi taybet jî ev 3-4 salên dawî bê navber li ser tendûristiyê nivîsên kurdî dinivîsim. Lê wekîdin jî di saziyên tendûristiyê de jî weke rêveber em dixebitin. Di saziyên tendûristiyê de jî em bi kurdî xebatan dimeşînin. Ji sala 2006 û bi vê de li ser zimanê kurdî werger, vidyo,bulten û gelek xebatên li ser tendûristiyê me derxistin. Wextê ez li Wanê dixebitîm di bin banê odeyên bijîşkan de me li ser nexweşînan DVD ‘yên kurdî amade kirin. Her wiha li Amedê jî em di bin banê Odeyên Bijîşkan a Amedê heman xebatan dimeşînin. Niha 12 video yên li ser nexweşînan amade ne. Em karên xwe yê odeyên jî heta ku derfetên me rê didin em bi kurdî dikin. Kurdî jiyana min dagirtiye.”
Tenduristî beşeke girîng ku hemû civakê eleqeder dike. We ji ku hewcedarî dît ku pirtûkek bi vî rengî binivîsin û çap bikin?
Feraseta me ya tendûristî divê civak an jî kes ji hela tenduristiyê ve xwedî zanînekê be. Kêm û zêde divê xwe nas bike; laşê xwe, pêdiviyên xwe nexweşiyên xwe, eş û kula xwe nasbike û karibê ji heqê wê derkeve. Em bi vî rengî tenduristiyê digirin dest. Li ser vê esasê ez tevgeriyam. Di jiyana rojane de ji nişkê ve gelek bûyer diqewimin. Di van bûyeran de gelek birîndarî, nexwşî, mirin û nerehetî çêdibin. Her car bijîşkek an jî ambulansek li cem me ne amade ye. Ji xwe divê em pişta xwe nesipêrin van. Wexta ku buyerek qewimî heta ku kesekî pispor were divê em karibin mudaxaleya destpê bikin. Li ser vê bingehê pêdiviya bi vê pirtûkê derket. Ev ji bo herkesî hewce ye û ev zanîneke askerî be jî divê hem laşê xwe nas bike hem jî karibe hin tiştan bizanibe.
Li gorî we ev alîkariya destpêkê ya lezgîn a ku kesekî/ê ji derve destwerdanekê ji bo nexweş, birîndar an jî qazazedeyekî/ê bike di çi astê de ye?
Zanîneke civakê heye. Halê hazir Tipa Modern li ser vê mîrateya civakî xwe mezin kiriye. Lê belê divê zanîna civakê werê revîzekirin û zanîna tiştên ku di Tipa Modern de derketiye holê, divê bi vê zanînê re bînin cem hev û li gorî xweseriya xwe ji vê ya herî rast mirov derxîne holê. Bi vî awayî kemasiyek mezin heye. Hinek tiştên şaş têne kirin. Ji xwe sazî û dezgehên rêveberiyan yan jî dewletan naxwazin civak xwe bi xwe ji heqê xwe derkeve, xwedî zanînekê be. Her tim polîtîkayên xwe li ser hewce hiştinê ava dikin. Ji ber vê yekê jî civak di vî warî de bask şikestiye. Ji ber vê jî hin tiştan karibê zanînek lazim e.
Niha dema ku em lê dinêrin di civaka kurd de bi zimanê kurdî berhemên li ser tenduristiyê kêm in, an jî tune ye. Beriya we kesî berhemekî bi vî rengî derxistiye yan na?
Kurdî û ne kurdî li gorî pêdiviya kurdan, gelên Kurdistanê mixabin berhemên bi vî rengî tune ye. Em dikarin bêjin di warê tendûristiyê de gelekî kêm in. Dema ku min dest bi vê xebatê kir berhemên ku bi kurdî hatine nivîsandin min xwest ez li wan jî binêrim lê mixabin ji xeynî çend pirtûk û ferhengan zêdetir min nedîtin. Hele hele bi kurmancî berhemeke bi vî rengî bi destê min neket. Li ser vî awayî min dest bi vê pirtûkê kir. Hinek hewldan hene lê kêm in, divê werin zêdekirin.
We ji destwerdana qezayê bigire heta ya birîdar û nexweşan berfirehî girtiye dest. Li gorî we hewcedariya civakê di warê alîkariya destpêkê de di çi astê de ye?
Di tevahiya cîhanê de cihê ku mirov lê dijî tişt diqewimin. Hele mirov li vê erdnîgariyê dinêre Rojhilata Navîn û bi teybet jî li Kurdistanê şer û pevçûn pir zêde ye. Ji ber vê yekê jî li her civakê, li her welatî ev hewcedarî heye. Bi teybetî jî welatên ku şer lê diqwime, şer û pevçûn, qêrîn lê zêdeye hewcedarî hîn zêdetir e. Ev yek bi taybetî jî ji bo civaka Kurdistanê gelekî girîng û hewce ye.
Hûn weke bijîşkekî an jî kesekî di nav vê civakê de dijîn, li gorî we civak çiqasî xwedî tecrubeye ku destwerdaneke lezgîn an jî alîkariyeke destpêkê bide nexweş an jî birîndarekî?
Ji bo gelê Kurdistanê ez karim bibêjim, ji ber ku gelekî bin deste di her warî de mexdûriyeteke mezin heye. Ev mexdûriyet lê hatiye ferzkirin. Di warê tenduristiyê de jî her wiha mexdûriyetek heye û polîtîka di vî warî de têne meşandin. Ji ber vê jî her çiqas ji berê de tecrube hebin jî tiştek lê zêde nebûye. Tiştên bi demê re ber çavan re neyê derbas kirin, xelet dibe, şaş dibe. Divê tişt xwe nû bikin. Ev tecrube beriya modern tibê li vî welatî dîsa tenduristî hebû, tedawî hebû, civak ji heqê xwe derdiket. Piştî ku tiba modern ket nav civakê ev tecrube jê girtin, ew neçar hiştin, bindestiya civakê kûr kirin. Li Kurdistanê ev bindestî hîn kûrtir bû, hinek tecrubeya wan hebe jî tiştek lê zêde nekirin.
Heke kesekî/ê ku ne xwedî tecrube be destwerdaneke şaş bike dê rê li ber çi vekê?
Niha di tenduristiyê de gotinek heye; Beriya her tiştî divê mirov zerarê nedê nexweş. Dema mirov tiştekî nizanibe divê neceribîne. Tu biceribîne tê bibe sedema hin nexweşî û nerehetiyan. Ji bo mudaxeleyeke rast hewceye hin zanîn hebin. Nebêje dê çi bibe? Dê rewş hêj girantir bibe. Di jiyana rojane de em van tiştan jî dijîn. Mînak gava ku xwîn ji milên te hat divê tu beriya birînê tiştekî lê girêbide. Gava tu piştî birînê girê bide, ew xwîn edî nasekine û dibe ku nexweş bimire jî. Gava ku qezayeke trafîkê qewimî divê tu bi zanebûn nêzî nexweş bibe. Carna em dibêjin ku tiştên em dizanin raste lê belê divê di ber çavan re werê derbas kirin. Ev kemasî û xeletiyên me jî pêşiya nexweşî û nerehetiyên nû vedike.
Ev pirtûka we tecrubeyek çawa bide avakirin û encamek çawa dê di destwerdana li birîndar an jî nexweş de derxe holê?
Tiştên zêde ne teorîk, ên ku mirov di jiyana rojane de bi sepîne min lêkir. Dema ku tu lê dinêre bi hezaran rûpel hatine nivîsandin, bi sedan pirtûk hatine lêkirin. Lê mesele divê mirov karibe bixwîne, jê fêm bike û di jiyana rojane de jî karibe wê pêk bîne. Ger em karibin agahiyek an jî zanînekê, di pratîkê de tecrube bikin ji bo me qiymeta wê hêj zêdetir e. Ji bo vê yekê min pirtûk lê kir. Ez hêvî dikim ku di nava civakê de ji heft saliyê bigire heta heftê salî her kes dikare ji vê pirtûkê sûd wergire. Min li ser vê bingehê ev pirtûk amade kir.
We ev pirtûk ji danasîna laş bigire heta destwerdana li birînekê an jî nexweşînêkê bi wêneyan daye nîşandan. Sedema vê çi ye?
Ji bo ku mijarek werê fêmkirin xwendin tenê têrê nake. Dîmen xwendinê dewlemendtir dike, fêmdariyê, têgihiştinê zêdetir dike. Ev pirtûk ne ji bo xwendinê tenê ye, di heman demê de ji bo sepandinê yanî ji bo pêkanînê ye. Tiştên ku min nivîsandine divê tu di jiyana xwe de tecrubeyê, mudaxaleyê bike. Ji bo vê yekê jî dîtbarî gelekî girîng e. Di pirtûkên ku bi vî awayî têne amade kirin de dîmen gelekî girînge û fêmkirina mijarê xûrtir dike. Di vê pirtûkê de tu dikarî di her rûpelê de wêne bibîne. Wêne jî bi teybetî bi destan hatine xez kirin. Carna wêneyek tevahî mijarê dide fêm kirin. Bi vî baweriyê ez nêzîk bûm û li ser her wêneyî sekinîm. Wêneyê wê jî hevalê me Ercan Altûntaş yek bi yek xez kirin û kedeke mezin da. Hêvî dikim wê gel sûdeke mezin jê bê girtin.
Ev berhema we ji bo destwerdaneke destpêkêye. Gelo birîndarek an jî qezazedeyek dema ku bi rewşeke wiha re rû bi rû ma lazime ku çi bike?
Ev agahiyên di pirtûkê de derbasdibin mirov hem karê ji bo xwe, hem jî ji bo kesên din bi kar bîne. Tu vana çiqas baş bizani be, gava ku tu rastî qezayekê, an jî birîndadriyekê hati tu dikare xwe bi xwe mudaxeleyê bike. Ev li gorî bûyeran tê guhartin. Mînak mirov di dema qezayê de ji ser hişê xwe ve here nikare mudaxaleyê bike.
Niha asta civakê ya xwendinê û ya zimanê kurdî tê zanîn. Dema ku we ev berhem nivîsî çi bala we kişan, we çi li ber çavan derbas kir ku bi zimanekî çawa binivîsînin û zehmetiyên herî zêde we kişand çibûn?
Bi rastî tunebûna termînolojiyekê barê min gelekî giran kir. Lê belê di hevoksaziyê de, di hûnandina mijaran de min bi rastî jî zimanekî sivik û fêmkar esas girt. Armanca min ewe ku kesê ev pirtûk xwend jê fêm bike. Heta ji destê min hat min hevok kurt sazkir. Tunebûna peyvan zêde wextê min girt. Ew jî ji ber ku standardek termînolojiyê tune ye. Li her aliyekî Kurdistanê peyvên cûda têne bi kar anîn. Min kurdewariya peyvê û zêde bikar anîna peyvê esas girt. Ez nabejim hemû peyv rastin lê armanca min pêşiya xebatên bi vî rengî vebê. Ji bo mirov a rastir bibîne, divê di holê tiştek hebe.Tunebûna peyvan min zêde êşand. Hem xwe bi xwe re, hem jî bi hevalên xwe re me nîqaşên dirêj kirin. Ka em karin çi bi cî bikin, kîjan armanca me bîne cih. Li ser vê me zehmetî kişand. Ferheng jî di dawî de me bi ceh kir. Ferheng Jî bi sê zimana me lê kir.
Hewcedariye ku bi sê zimanan hûn ferhengê lê bikin çibû?
Ji bo kesên ku bi tirkî dizanin me bi tirkî lê kir lê kurdên ku bi tirkî jî nizanin hene me bi îngîlîzî ferheng lê bar kir ku xwîner jê sûd werbigirin.
Gelek berhemên bi vî rengî berhevkariye. Ji peyvên wan bigire heta ferhengoka wan xebatên wan berhevkariye. Lê hûn dikarin ji vê berhema xwe re bêjin ji sedî sed me tişekî xweser derxistiye holê?
Em nikarin bêjin ji sedî sed xweser e. Hinek ji van peyvan ji xwe di cîhanê de agahiyên tipî yên zanyarî ne. Ji bo ez vê pirtûkê amade bikim min li ser rûyê cîhanê ne tenê bi tirkî, ji Yenî Zelandayê bigire, heta Evropa û Amerîkayê pirtûkên bi vî rengî min xwend û lêkolîn kirin. Agahiyên herî rojane di pirtûkê de min nivîsand. Mijarên zanistî bi vî rengî min nivîsand. Lê belê hinek mijar hene ku di pirtûkên alîkariya destpêkê de tune. Ev jî li gorî pêdiviya gelê Kurdistanê min lêkiriye. Mînak xweparastina ji gazên kîmyewî, bombeyên îsotê, erdhej û hwd. beriya van bûyerana divê mirov çi tedbîr bigire yan jî di wê kêliya qewimandinê de mirov çawa tev bigere. Lê dema ku mirov bi tevahî li pirtûkê dinêre, pirtûkeke xweser çêbûye; bi wêneyan, bi termînolojiyê, bi ferhengokê, bi lêkirinê li gorî min û tişta ku min armanc dikir, bû pirtûkeke xweser.
Herî dawî gotineke we yan jî tiştekî kêm mayî û hûn bixwazin lê zêde bikin behe kerem bikin.
Ev pirtûk xebata du salaye. Lê ev heşt mehên dawî bê navber ez li ser xebitîm. Ew tekst 9-10 caran di ser re derbas bûm ji bo ku kêmasî û xeletiyên biçûk jî nemînin. Kedeke mezin min da. Me xwest tiştekî herî baş derkeve holê, lewre gelê kurd hêjayî berhemên herî baş in. Li ser vê armancê em nêzîk bûn û me ev xebat derxist holê. Ez hêvî dikim gelê me, heval û hogirê me ji vê pirtûkê sûd bigirin û pêşiya çend heb mirin û seqetiyan bigirin ev ji bo me serkeftineke mezin e. Lê em hêvî dikin ku dê hêj zêdetir bi kêrhatî be.