Di 4’ê nîsanê de, ji ber meha rojiyê (Remezan) Heyva Sor a Kurd alîkariyên darayî li hezar û 864 malbatên koçberên Efrînê yên li 5 kampan belav kirin
Belavkirina alîkariyan di çarçoveya kampanyayek alîkariyan de pêk hat. Heta doh (5`ê nîsanê) alîkariyên ku ji kes, meclis, komîn û navendên Heyva Sor a Kurd hatibûn komkirin, belav kirin.
Di çarçoveya qonaxa duyemîn a kampanyayê de, tê payîn ku di hefteyên pêş de Heyva Sor paketên xwarinê jî li malbatên hewcedar ên li Şehbayê jî belav bike.