Piştî 9 rojan Rêveberiya Xweser alîkariyên ku ji bo herêmên erdhejê yên dagirkirî amade kiribûn û dewleta tirk a dagirker nedihişt derbas bibin, ji deriyê Um Cilûd vekişandin.
Di 8`ê sibatê de Rêveberiya Xweser ji bo herêmên dagirkirî 30 sehrîcên sotemeniyê û 20 sehrîcên alîkariyên sereke amade kirin.
Rêveberiyê gelek hewl da ji bo ku alîkarî bigihêjin mexdûrên erdhejê yên li herêmên dagikirî, lê dewleta tirk a dagirker destûra derbasbûnê neda.
Şandeyên navxweyî yên ji herêmên dagirkirî ji bo gihandina aîkariyan navbeynkarî kir, lê dewleta tirk ew jî asteng kirin. Piştî 9 rojan, Rêveberiya Xweser ew alîkarî vekişandin.