Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Aliyên Astanayê li dijî Rêveberiya Xweser lihev kirine’

Rehmûn anî ziman ku armanc ji civîna Astanayê pêkanîna berjewnediyên Rûsya-Tirkiyeyê ye û got: “Her du alî gefan li projeya Rêveberiya Xweser didin û li ser wê li hev kirine. Divê HSD û MSD di çarseriya siyasî de hêzên sereke bin.”

Endamê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Elî Rehmûn, civîna Astanayê ya derbarê Sûriyeyê de ku doh (20`ê Hezîranê) li Kazaxistanê dest pê kiribû û îro dewam dike, nirxand.

Elî Rehmûn bal kişand ser tevgerên di çarçoveya normalîzekirina têkiliyên Şam-Enqereyê de û got: “Îsal li Sûriyeyê ber bi normalîzekirina bi rejîma Sûriyeyê re tevgerên bi lez hebûn. Rûsya ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî, bi taybet ji bo nûjenkirina Peymana Edeneyê, aktîvkirin û guhertina wê li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê, lez dida van tevgeran. Li gorî daxuyaniyên Bogdanov, behsa projeyek Rûsya, Îran û Tirkiyeyê dihat kirin û demek ji bo civînê hat diyarkirin. Bogdanov daxuyand ku dibe ku di mijara vekişîna hêzên tirkiyeyê ji bakurê Sûriyeyê de, pêşketin çêbibe û gotibû ku ev yek piştî ku Tirkiye zextê li Rêveberiya Xweser bike, Rêveberiya Xweser jî ji rejîmê bixwaze ku bikeve herêmên wê, dê ev yek pêk were.”

‘Armanca Rûsya-Tirkiyê bi dawîkirina Rêveberiya Xweser e’

Rehmûn destnîşan kir ku ev civîna çaralî du roj piştî civîna li Şamê ya bi alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê re hatiye lidarxistin, pêk tê û wiha dom kir: “Lewma, cewhera civîna çaralî dê pêkakîna rojevên Rûsya-Tirkiyeyê li Sûriyeyê be. Nexasim yên têkildarî komkirina hêzên sereke yên li ser axa Sûriyeyê li dijî hebûna Amerîkayê -wekî hincet-. Dê vê jî bikin destpêkek ji bo bidawîkirina Rêveberiya Xweser û HSD`ê ku Rûsya wan wekî hevalbend û destekvanên hebûna Amerîkayê bi nav dike. Li aliyê din jî dijberiya Tirkiyeyê ji bo Rêveberiya Xweser û HSD`ê heye. Nexasim ku Rêveberiya Xweser minareya modela Sûriyeya siberojê ye. Lewma, ew naxwaze ku tu projeyeke demokratîk li axa Sûriyeyê pêş bikeve.”

‘Hewldanên Tirkiyeyê ji bo dagirkirina herêmên nû ne’

Rehmûn diyar kir ku Îran ji vê lihevkirina Tirkiye-Rûsyayê bi hikûmeta Şamê re ne razî ye, ev jî rewşê tevlîhevtir dike û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ji lew re zehmet e ku ev proje bi ser bikeve. Nexasim li gel hebûna HSD`ê, ya ku bi alîkariya Koalîsyona Navneteweyî DAIŞ têk bir. Lewma, ji aliyekî ve Hêzên Sûriya Demokratîk bi şirîkatiya xwe bi koalîsyonê re dê pêkanîna projeya Rûsya-Tirkiyeyê zehmet bike, li aliyê din jî gelek berjewendiyên hêzên ku li bakur rojavayê Sûriyeyê amûrên dewleta tirk in hene, eger têkiliyên bi rejîmê re bên vegeradnin dê ev hêz zirarê bibînin û dê li pêşiya vê projeyê bibin asteng.”

Rehmûn, derbarê bandorên vê yekê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ev tişt gotin: “Ger Amerîka destûra pêkanîna êrîşên nû û dagirkirina herêmên din ên Sûriyeyê bide dewleta tirk, dibe ku Amerîka û Tirkiye li dijî hebûna Îranê li Sûriyeyê li hev bikin. Niha êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê li dijî axa Sûriyeyê zêde bûne. Ew hewl dide vê rewşê istismar bike û bixe xizmeta lihevkirina Rûsya-Tirkiyeyê. Nexasim ku Tirkiye her tim hewl dide di şerê xwe yê li Ukraynayê de, Tirkiyeyê li aliyê xwe bihêle.”

‘Divê HSD û MSD di çarseriya siyasî de hêzên sereke bin’

Rehmûn anî ziman ku ji Rêveberiya Xweser tê xwestin ku hem bi rêya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li hember êrîşên dagirkeriyê xwe amade bike, hem têkiliyên bi dewletên ereb re baş bike ji ber ku ev dewlet dikarin li pêşiya dagirkirineke din a axa Sûriyeyê bisekinin û dikarin bi rêya pêşxistina têkiliyan û aşkerekirina ajandeyên Tirkiye û Rûsyayê, dikarin bi vê rolê rabin.

Di dawiyê de Rehmûn got: “Bi rastî em li pêşberî rewşeke dijwar in. Gelek zehmet e bi hêsanî jê derkevin. Bi rastî hîna asoî li pêşiya çareseriya siyasî ya Sûriyeyê girtî ye. Em nikarin ji vê rewşê beyî çareseriya siyasî xilas bibin. Divê tenê sûriyeyî wê bikin. Divê HSD û MSD di çarseriya siyasî de hêzên sereke bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar