Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Aliyên hevpar ên herdu kujeran

Rêbazên xwe cuda jî bin, gelek aliyên hevpar ên kujerên herdu komkujiyên Parîsê Wîllîam Malet û Omer Guney hene

Di 9’ê Çileya 2013’yan de şoreşgerên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin kuştin. Piştî bi 10 salan di 23’ê Kanûna 2022’yan de careke din li paytexta Fransa Parîsê komkujiyek li dijî kurdan hat kirin û endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara) û hunermend Mîr Perwer û welatparêzê kurd Abdûrrahman Kizil hatin kuştin.

Komkujiya duyemîn jî mîna ya yekemîn bi organîzeya îstîxbarata MÎT a tirk hat kirin. Komkujiya destpêkê ji aliyê tetîkkêşê MÎT’ê Omer Guney ve li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya li nêzî Gare de Nord a Parîsê hat kirin. Ya duyemîn jî li pêşiya Navenda Çanda Kurd a li taxa Strasbourg Saint Denis bi destê Wîllîam Malet ve hat kirin.

Herdu kujer yek jê Fransayî ye jî tirk be jî taybetmendiyên wan gelekî dişibin hev. Aliyên hevpar ên herdu kujeran bi vî rengî ne: “Wîllîam Malet di 23’ê Kanûna 2022’yan saet di 11:40’î de li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil şehîd xist. Piştre gule berda restorana Avesta ya li pêşiya komeleya kurdan û piştre jî kete salona berber a Mûnzûr a kurdan. Li vir jî fîşek berda û dema ku şarjora wî qediya ji aliyê muşteriyên li hundir ve hat bêbandorkirin û radestî polîsan hat kirin.

Malet ku bi qutiyek ji 25 fîşek, şarjorên tijî û debanceyeke bi marka 1911’an hat girtin, tevî ku piştî komkujiyê karîbû bireviya, nereviya. Bi heman rengî Omer Guney jî piştî komkujiya 9’ê Çileyê karîbû bireviya, lê wî jî ev ne kir. Guney çend roj piştî 9’ê Çileyê mîna Malet ji aliyê kurdan ve radestî polîsan hat kirin.

Herdu jî nijadperestin

Kujer Malet di îfadeya xwe ya destpêkê de got ew nijadperest e û ji kurdan aciz e. Kujer Guney jî li herêmeke Almanyayê ku lê dima weke nijadperestekî tirk dihate naskirin.

Xwediyê mala ku Guney lê dima, piştî komkujiya 9’ê Çileyê ji ANF’ê re axivî û têkildarî taybetmendiya Guney ev agahî da: “Ji min re gelek caran got, ‘Ez tirkekî osmanî me’. Neteweperest bû, ji kurdan hez nedikir.”

Kujer Guney 32 salî, Mallet jî 69 salî bûn. Li gel vê cudahiya temen jî herdu jî kujerên profesyonel bûn. Guney hemû guleyên xwe li bedenên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez xist.

Bi heman rengî fîşekên kujer Malet jî li gel temenê xwe yê dirêj li hedefên xwe ketin. Ji çeka Malet 7 fîşek hatin berdan. Du ji wan li Evîn Goyî, yek li Mîr Perwer û yek li Abdûrrahman Kizil û sê jî li yên li salona berber ketin û ew birîndar kirin. Di komkujiya destpêkê de Sakîne Cansiz, di komkujiya duyemîn de Evîn Goyî hatin kuştin ku ji pêşengên têkoşîna jinan bûn. Piştî berdana fîşeka destpêkê Evîn Goyî ket erdê û birîndar bû. Malet ji nêz ve fîşeka duyemîn berda ku ev yek jî nîşan dide ku dewleta tirk ‘biryara înfazê’ têkildarî vê şoreşgera kurd de daye.

Perwerdeya çekan girtine

Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanin piştî komkujiya 23’ê Kanûnê daxuyaniyek da û li ser kujer Malet agahiyên balkêş da: Wezîr Darmanin anî ziman ku Malet bi rêk û pêk diçû polîgoneke çekan a klûbeke sporê û timî hînî berdana çekan dibû. Bi heman rengî Omer Guney jî li Eyaleta Bavyera ya Almanyayê endamekî klûba berdana çekan bû û demekê li wir perwerde wergirtibû.

Di sabiqeya herdu kujeran de agahiyên girîng balê dikişîne. Piştî komkujiya 23’ê Kanûnê dozgeriya Parîsê diyar kir ku kujer Wîllîam Malet xwedî sê qeydên sabiqeyê ye. Di sala 2017’an de ji ber çeka qedexekirî pê re bû 6 mehan bi girtîgehê hat mehkûmkirin. Di sala 2016’an de ji ber tundiya bi çekê di hezîrana 2022’yan de ji bo 12 mehan bi girtîgehê hat mehkûmkirin.

Ji ber ku îtiraz hat kirin û pêvajoya hiqûqî dewam dikir, Malet di kanûna 2021’ê de li Parîsê bi şûr êrîşî kampeke koçberan kir ku koçberên sûdanî lê bûn û 2 kes birîndar kir. Ji ber vê êrîşê salekê girtî ma. Di 12’ê kanûna 2022’yan de bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hat berdan.

Bi heman rengî Omer Guney jî li Almanyayê qeyda xwe ya sabiqeyê hebû. Di sala 2005’an de di dema kontrola trafîkê de bi çeka bêdestûr hat girtin û sala 2011’an sprey a qedexekirî û kêr pê re hat dîtin. Qeyda sabiqeyê ya Guney demeke dirêj veşartî hat hiştin û li ser pêşnûme pirsa bi israr a parlamentera berê ya Partiya Çep Ulla Jelpke ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Almanyayê ve hat aşkerakirin.

Wîllîam Malet tevî gelek êrîşên birîndarkirinê jî hat bedan û piştre ji aliyê yekîneyên ewlekariyê yên Fransayê ve nehate şopandin. Omer Guney jî heta dawiya sala 2011’an her wiha sal û nîvek beriya komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê li Almanyayê bû lê belê tevî ku qeyda xwe ya sabiqeyê hebû bi ti awahî nehate lêpirsîn. Guney bi komeke faşîst a tirk re tevdigeriya û li febrîqeyê tev li gelek bûyerên êrîşê yên li dijî kurdan bû bû.

Heman derew

Kujer Malet piştî ku hat girtin ji polîsan re got ku nexweşekî psîkolojîk e. Malet nexweşiya xwe weke ‘hêrsa patolojîk’ pênase kir û doktorên ew kontrol kirin, gihîştin wê encamê ku şert û mercên binçavkirina wî ne di cih de ye. Li ser vê yekê polîsan di roja duyemîn de ew birin klînîka psîkiyatrî ya emniyetê. Lê belê bi îtiraza dozgeriyê Malet careke din hat girtin û ew birin girtîgehê.

Kujer Guney jî tevî ku 10 sal di ser re derbas bûn hîn ‘nexweşiya’ wî baş nehatiye ronîkirin. Hat îdîakirin ku tumorek li ser mêjiyê Guney hebû. Lê belê di rastiyê de tu carî aşkere nebû ku nexweş e yan na. Omer Guney nêzî mehekê beriya rûniştina doza Komkujiya 9’ê Çileyê di 17’ê kanûna 2016’an de mir.

Rayedarên fermî yên Fransayê hîn jî sedema mirina Omer Guney aşkere nekirine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar