Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Aliyên siyasî ên rojhilatê Kurdistanê greva giştî ragihandin

Partî û aliyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê di salvegera yekemîn a serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' de li rojhilatê Kurdistanê di 16'ê îlonê de greva giştî ragihandin û banga tevlîbûnê kirin.

Partî û aliyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê ji ber salvegera yekemîn a destpêkirina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin jin a kurd a ciwan a ji bajarê Seqizê Jîna li Tehranê di encama êrîşa hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest da û bû sembola serhildana girseyî ya bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ku li Kurdistanê destpê kir û li hemû bajar û navçeyên Îranê û derveyî welat belav bû.

Hate destnîşankirin ku ev serhildan a ku weke ‘Şoreşa Jîna’ jî tê naskirin, bû serhildan û nerazîbûna herî girseyî û dirêj ku desthilatdariya Komara Îslamî xiste ber lêpirsînê û hate gotin: “Sala bihurî û di proseya wê şoreşê de tevgera azadîxwaz a xelkê Îranê bi giştî û xelkê Kurdistanê bi taybetî li dijî rejîma desthilatdar di Îranê de ezmûna pêvajoyeke nû û girseyî kir û gaveke berdewam pêşde çû ku êdî paşde jî nazivire. Rola berçav ya jinan di pêşengtiya wê şoreşê de, bû sedem ku civaka me di milê civakî de pêngavek din ber bi pêş ve biçe û asoya serkeftinê ronîtir bibe. Ciwanan di jortirîn asta fedakariyê de ji bo jiyaneke azad û dilxwaz fedakariyeke bêhempa kirin.”

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Di salvegera destpêkirina şoreşa Jînayê de, di cih de ye ku ji bo rêzgirtina şehîdên wê şoreşa nû û rêzgirtin ji cangoriyan û zindaniyên siyasî û her wiha zindîhiştina wê tevgera siyasî, em bi awayekî xurt ber bi pêşwaziya wê boneya mezin ya siyasî û civakî ve biçin. Ji bo wê yekê piştî çend hevdîtin û ravêjên siyasî, roja Çarşemê 15-06-1402 (06-09-2023) partiyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê yên wek:

– Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (HDKÎ)
– Komele (Rêxistina Kurdistanî ya Hizba Komunîsta Îranê)
– Patiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)
–  Rêxistina Xebata Kurdistana Îranê (Sazimanî Xebat)
– Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)
– Komeleya zehmetkêşên Kurdistanê
Li ser xalên jêr lihev kirin:

1- Piştevanîkirin ji daxwazên têkoşerên civaka sivîl û rêxistinên serbixwe ji bo rêzgirtin û beşdariya çalak a salroja şoreşa Jin, Jiyan, Azadî;

2- Ragihandina roja 25-06-1402 (16-09-2023) weke roja greva giştî li hemû Kurdistanê. Di wê rojê de hemû dikan û bazar û navendên kar û îdarî bêne girtin. Serê sibeha wê rojê girseya xelkê Kurdistanê di bajar û navçe û gundên Kurdistanê de serdana aramgeha Jînaya ciwan û hemû şehîd û cangoriyên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”yê bikin û destegulên rêz û xweşewîtiyê ser aramgehên wan danên û merasima rêzgirtinê birêve bibin.

3- Daxwaz ji hemû xelkê azadîxwaz yên Îranê (jin, ciwan, karker, mamosta, xanenişîn, jîngehparêz û neteweyên bindest) li sertaserê Îranê dikin ku piştevaniya gireva xelkê Kurdistanê bikin û bi gireveke giştî nîşanî hemûyan bidin ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ heya gihiştin bi armancên xwe wê berdewam be.

4- Daxwaz ji hemû têkoşerên çalak, hêz û aliyên pêşketinxwaz yên derveyî welat dikin ku bi hemû awayekî piştevaniya xwe ji bo gireva giştî ya salroja şoreşê bikin û di wê rojê de xwepêşandan û meşên girseyî birêve bibin û bala hemû civakên mirovhez ên cihanê bikêşînin ser piştevanî şoreşa jînayê.

5- Her yek ji partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê ku beşdariya wê rûniştinê bûne, piştevanî û beşdariya xwe ji bo gireva roja 25-06-1402 (16-09-2023) û merasimên ser aramgehên şehîd û cangoriyan radigihînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar