Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Alkan: Pirsgirêka herî sereke têk birina faşîzmê ye

Alkan diyar kir ku li Kurdistanê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de faşîzm têk çûye û got: “Derdê gelê kurd ne ew e ku Kiliçdaroglu bikin serokkomar. Dîroka CHP'ê û rastiya Kiliçdaroglu jî tê zanîn. Pirsgirêka herî sereke têk birina faşîzmê ye. Erdogan 22 sal in siyaseta qirkirina gelê kurd û tasfiyekirina Tevgera Azadiyê dimeşîne.” 

Yek ji fermandarên YJA Starê Ferîde Alkan ku beşdarî bernameya taybet a Stêrk Tv bû, biryara bêçalaktiyê û hilbijartinên 14’ê Gulanê nirxand.

Alkan ku bi bîranîna şehîdên meha gulanê dest bi axaftina xwe kir, destnîşan kir ku ew deyndarê hemû şehîdên Kurdistanê bi taybet Hakî Karer in.

Alkan bi bîr xist ku dewleta tirk tevî biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê piştî erdheja li navenda Mereşê êrîşên xwe zêde kir û got, “AKP-MHP’ê li şûna ku piştî erdhejê birînên gel derman bike, xwest erdhejê veguherîne firsendekê. Ji xwe piştî demek kin ketin rojeva hilbijartinê û guh nedan êşên gel. Jixwe felaketa erdhejê encama polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê bû. Ji bo ku erdhej bê jibîrkirin, ji rojevê derxistin.

Tevî biryara me ya bêçalakîtiyê jî dewleta tirk dest ji êrîşên xwe berneda. Ji ber dijmin êrîş dike, hevrêyên me neçar dimînin xwe biparêzin. Êrîşî Bagok, Amed û Bestayê kirin û di encama bersivdayîna hevrêyên me de gelek leşkerên dijmin hatin cezakirin. Dijmin hem êrîşên xwe yên leşkerî hem jî êrîşên xwe yên siyasî yên li dijî gel li hemû qadên Kurdistanê didomîne. Me biryara bêçalaktiyê girtiye, hevrêyên me li gorî vê biryarê tevdigerin, lê heta ku dijmin bi ser me de were, gerîla wê di asta herî jor de bersivê bide. Ev yek li Bagok, Amed, Besta û Serhatê jî derket holê. Gelê me li dijî hemû êrîşên li çar parçeyên Kurdistanê berxwedana xwe didomîne. Bêgûman pêwîste ev berxwedan mezin bibe û bi hêztir bibe.”

‘Weke gerîla em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin’

Alkan diyar kir ku, di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li Kurdistanê faşîzm têk çû û got ku Erdogan hate bin ax kirin. Alkan anî ziman ku, bajarên Kurdistanê bi taybetî jî Colemêrg, Amed, Mêrdîn, Şirnex, Êlih û Bedlîs faşîzmê red kirine û wiha dewam kir: “Gel ji Erdogan re got, li Kurdistanê ji te re deng tune ye. Gelê me yê Bakûr bi ruhê berxwedanê yê Rêbertî û gerîlayên me ji faşîzmê re got raweste. Li Kurdistanê dengê herî kêm Erdogan girt.

Li ser nexşeyê nîşan didin ku Deryaya Reş û Anatolya bi rengê porteqalî ku rengê AKP’ê ye, Kurdistan û herêmên Deryaya Spî, Marmara û Egeyê ku gelê kurd lê koç kiriye, bi rengê sor hatibû nixumandin. Ji bo me ya herî girîng ev helwesta gelê me ye. Weke Gerîlaya Azadiya Kurdistanê em vê helwesta gelê xwe weke talîmatekê dibînin. Çi dibe bila bibe îradeya ku gelê me daniye holê em ê vegerînin serkeftinê. Weke gerîla em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Li Tirkiyeyê bêyî destûra gelê kurd

Gelê Kurdistanê di pêvajoyeke nedemokratîk de kete hilbijartinê. Di serî de rojnamevan û siyasetmedar beriya hilbijartinê bi sedan kes hatin destgîrkirin û girtin. Tevî van hemû êrîş û hîleyan jî faşîzma AKP-MHP’ê li Kurdistanê têk çû. Lê pêşniyara me ji bo partiyên siyasî û hêzên demokratîk ku HDP’ê jî di nav de ye, ew e ku xwe ji nû ve binirxînin. Çima Behra Reş û Anatoliya Navîn ji însafa AKP-MHP’ê re hiştin? Çima li van herêman rêxistineke xurt nîne? Di vê wateyê de divê xwe ji nû ve binirxînin.”

Alkan a ku got, “Derdê gelê kurd ne ew e ku Kiliçdaroglu bikin serokkomar. Dîroka CHP’ê û rastiya Kiliçdaroglu jî tê zanîn” wiha dirêjî da axaftina xwe, “Pirsgirêka herî sereke têk birina faşîzmê ye. Erdogan 22 sal in siyaseta qirkirina gelê kurd û tasfiyekirina Tevgera Azadiyê dimeşîne. Ji ber vê yekê gelê me ji bo têk çûna Erdogan wê helwesta xwe nîşan bide û dengê xwe bi kar bîne.

Di dawiyê de ez dikarim bibêjim ku; tu faşîst ango desthilatdarî tenê bi têkoşîna li meclîsê re têk neçûye. Divê ev neyê jibîrkirin. Ji ber vê yekê divê em meseleyê teng negirin dest. Tenê bi Meclîs û hilbijartinan faşîzm têk naçe, lê divê girîngiya wê jî neyê piştguh kirin. Ji ber ku di encama hilbijartinê de rewatiya xwe winda dikin. Lê divê têkoşîn topyekûn be. Têkoşîn ne bi hilbijartinan dest pê kir û ne jî bi hilbijartinan wê bi dawî dibe. Divê têkoşîn li ser bingeha Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk, şikandina tecrîdê û azadiya Rêber Apo bidome. Gelê me, gelekî rêxistinkirî û siyasî ye. Bi baweriya min ew ê di tûra 2’yemîn de ji bo têkbirina faşîzm û dîktator Erdogan çalak bibe. Bi vê minasebetê em gelê xwe ji ber encamên serkeftî yên li Kurdistanê pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar