Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Almanya aqûbeta gerîlayê HPG’ê ji dewleta tirk pirsî

Hikûmeta alman aqûbeta gerîlayê HPG'ê Azad Şerger ê ku 15'ê hezîrana 2023'yan tevî du hevalên xwe şehîd bû ji dewleta tirk pirsî. Hat zanîn ku dewleta tirk bersiv nedaye hikûmeta Almanyayê.

Dewleta tirk a faşîst ji bo qirkirina ser kurdan bi encam bike bi awayekî hovane êrîş dike. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi taktîkên profesyonelî besivê didin êrîşan û derbên giran li dewleta tirk a faşîst dixin. Ligel vê jî şehadetên grîlayan çêdibin. Di 15’ê hezîrana 2023’yan de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahîn ê li herêma Xakurkê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, yek ji 3 gerîlayên ku di berxwedana dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk şehîd bû, şoreşgerê alman û enternasyonalîst Azad Şerger (Thomas Johann Spîess) bû.

Azad Şerger ê ku li bajarê Maînbûrg ê Almanyayê ji dayik bû, di sala 2016’an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Parlamenterên Partiya Çep beriya çend rojan li ser şehadeta Azad Şerger pêşnûmepirsek pêşkêşî Meclîsa Federal kiribûn û ji hikûmetê xwestibûn ku bersivê bide wan.

Hikûmeta serokwezîrtiya Olaf Scholz bersiv da pêşnûmepirsa parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût. Hikûmeta Berlînê ragihand ku wan agahiyên têkildarî Thomas Johann Spîess ji çapemeniyê bihîstine û diyar kir ku ji Tirkiye û Iraqê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Bersiva ku li ser navê hikûmeta Federal Wezareta Karên Derve hat dayîn de hat gotin ku bi gelek rê û rêbazan ji rayedarên tirk û Iraqî hatiye pirsîn ku nûçeyên li ser Thomas Johann Spîess rast in yan na. Lê belê hikûmeta alman ragihand ku têkildarî gerîlayê HPG’ê nekariye ji Enqere û Bexdayê bersivekê werbigire.

Ji bo pirsa ‘Gelo Almanya û welatên din ên NATO’yê piştgiriyê didin operasyonên leşkerî yên dewleta tirk an na?’ hikûmeta Scholz wiha bersiv da: “Di vê mijarê de li ber destê me agahiyek nîne.”

Ji bo pirsa, “Di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li başûrê Kurdistanê de malzemeyên leşkerî û çekên alman têne bikaranîn an na?” bersiveke bi vî rengî hate dayîn: “Hikûmeta Federal siyaseteke firotina çekan a bi sînor û xwedî berpirsyarî dimeşîne. Ji ber vê yekê jî ji bo şerê kurdan an jî operasyonên leşkerî yên li herêmê di salên dawî de destûr nayê dayîn ku çekên krîtîk bifroşin Tirkiyeyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar