Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Almanya ‘çeteyên’ Erdogan diparêze

Hikûmeta Alman bi daxûyniyekê anî ziman ku komên neteweperest ên çeteyên tirk-Erdogan ji bo talûke nîne. Parlamentera Partiya Çep Clara Bunger jî got: "Neteweperestên tund ên tirk li dijî kurdan, ermenan, rûman, yahûdiyan û elewiyan xetere ne.”

Piştî ku Erdogan di hilbijartinên serokkomariyê de bi ser ket, li Almanyayê komên alîgirê AKP-MHP’ê xwepêşandan lidar xistibûn. Piştî van xwepêşandanan ku dem bi dem bûyerên tundiyê qewimîn, Parlamentera Partiya Çep Clara Bunger mijar xist rojeva Meclîsa Federal. Ji bo Hikûmeta Federal a bi serokwezîrtiya Olaf Scholz bersivê bide, pêşnûme pirsek pêşkeş kir. Bunger diyar kir ku komên faşîst ên tirk gefê li kurdan, hindikahiyên li Tirkiyeyê û muxalîfên rejîma Erdogan ên li Almanyayê dixwin û pirsê, bê mîna li Fransayê wê bêne qedexekirin an na.

Bi navê hikûmetê, Wezareta Karên Hundir di 7’ê hezîranê de bersiv da pêşnûme pirsa Bunger û îdia kir ku li ser ewlekariya jiyanê ya kurd û muxalîfên tirk ên li Almanyayê gefek nîne. Wezaretê her wiha îdia kir ku yekîneyên ewlekariyê tu carî çavê xwe ji tundrewiyê negirtine. Wezareta Karên Hundir diyar kir ku kesên tevlî sûcên bi vî rengî bibin wê di çarçoveya pîvana hiqûqê de bêne cezakirin û ragihand ku her çend hin bûyer qewimî bin jî ragihandina qedexeyeke ku parlamenter Bunger anî ziman di rojeva wan de nîne.

Bunger: Daraza Alman di xizmeta Erdogan de ye

Parlamentera Partiya Çep Clara Bunger nerazîbûn nîşanî daxûyaniya Wezareta Karên Hundir da û diyar kir, nayê qebûlkirin ku hikûmet li gel bûyerên tundiyê jî qedexekirina komên neteweperest ên tund ên alîgirê Erdogan nexistiye rojeva xwe. Bunger anî ziman, hikûmet ji bo Erdogan hêrs û aciz neke biryara parastina kurdan û muxalîfan wernegirtiye û got, “Ez vê pirsê ji xwe re dikim; ji bo ‘Ulkucu’ neteweperestên tund bêne qedexekirin gelo divê hîn çi bibe? ‘Ulkucu’ li Almanyayê hîn jî koma herî mezin a rastgiriya tund e û bi qasî Neonaziyan xetere ye.”

Parlamentera Partiya Çep Bunger ragihand ku li gel gefên li ser kurdan, ermenan û komên din ên çep û muxalîf, li gel gefa li ser ewlekariya jiyanê ya van koman li şûna ku komên neteweperest ên tirk bêne qedexekirin, Tevgera Azadiyê ya Kurd tê krîmînalîzekirin û destnîşan kir ku ew vê yekê qebûl nakin. Bunger wergirtina siyasetmedarê kurd Kenan Ayaz ji Qibrisê û darizandina li dadgehên Alman bi bîr xist û got, “Anîn û darizandina Ayaz li Almanyayê nîşan dide ku di xizmeta Erdogan de ne.”

Îstîxbarat: Ev kom li ser ewlehiya hundurîn gefeke

Di vê navberê de berovajî daxûyaniya Wezareta Karên Hundir, li gorî Daîreya Parastina Destûra Bingehîn, komên faşîst ên tirk li ser ewlekariya hundirîn gefeke. Daîreya Parastina Destûra Bingehîn herî dawî meha çileyê li ser komên neteweperest û nijadperest ên tirk analîzek weşandibû û diyar kiribû ku neteweperestên tund ên tirk li dijî kurdan, ermenan, rûman, yahûdiyan û elewiyan xetere ne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar