PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Almanya dixwaze penaberê kurd teslîmî Tirkiyeyê bike

Navenda Nûçeyan |

Idrîs Îsen ku dema salên zanîngehê ji ber têkoşîna demokratîk 6 û 5 meh sal ceza lê hatî birîn piştî ku cezayê wî li Dadgeha Bilind a Tirk jî hate pejirandin 2011’an xwe li başûrê Kurdistanê girt. Esen ku bi salan li başûrê Kurdistanê endazyariya înşeatê kirî ji be zextên PDK’ê yên ji 2018’an û pê de wî jî nesîbê xwe dît û par hate Almanyayê daxwaza û xwe li Almanyayê girt.

Daîreya Koç  û Penaberiyê (BAMF)  li daxwaza penaberbûnê ya Esen ê ku li eyaleta NRW’ê li kampê dima nêrî û biryara redê da. Di biryara 18 rûpelî da ya ku ketî destê ajansa ANF’ê BAMF’ê pesnê rejîma Erdogan daye û gotiye Tirkiye dewleta hiqûqê ye. BAMF’ê biryarên ku daraza tirk dayî yek bi yek bi kar anî, ji bo Îsen got, ‘Ji bo endamtiya li rêxistina terorê cezayê hepsê lê hatiye birîn û ji ber vê îdîa ku tu mafê Esen nîne ku xwe li Almanyayê bigire.’

‘Li Tirkiyeyê li heqê xwe bigere!’

Daîreyê her wiha îdîa kir ku li Tirkiyeyê darizandineke dadmend heye û xwest ku Îsen biçe Tirkiyeyê û li wir li dijî cezayê xwe îtîrazê bike. Di biryarê de her wiha tê gotin li Tirkiyeyê darizandineke dadmend heye û li ser daneyên hikûmeta alman hate îdîakirin ku li Tirkiyeyê îşkenceya sîstematîk nîne, bi ser de hate gotin li girtîgehên Tirkiyeyê standartên Yekitiya Ewropayê tê bicihanîn.

Di biryarê de kitekiteke din a balkêş gotinên derheqê biryara lêgerînê ya Interpolê ya derheqê Îsen e. BAMF balê dikişîne ser ku biryara girtinê ya derheqê Esen 2015’an ji bo Interpolê hatiye ragihandin û hate gotin ‘Ji ber sedema ku bi rengekî zêde ya girtinê ya li ser Tevgera Gulen a Tirkiyeyê ji 15’ê tîrmeha 2016’an û vir ve agahiyên ku didin Interpolê ne têne hesibandin lê derheqê wî 2015’an de Interpolê biryar daye.’

Almanya bi Interpolê re çi bazarî kir?

Esen li dijî biryara BAMF’ê helwest nîşan da û wiha got: “Ji ber zextên PDK bêgav mam ku başûrê Kurdistanê biterikînim, niha jî li Almanyayê bi biryarê derî hiqûqê re rûbirû me.”

Îsen got ku Îlona bihurî xwe li Almanayê girtiye û Kanûnê yekîneyên ewlehiyê jê re gotine ‘Tirkiye bi Interpolê li we digere, heke hûn ji Almanyayê derkevin hûn ê bêne girtin’ û her wiha Îsen diyar kir ku dixwazin biryara Interpolê bikin hincet û niha dixwazin wî bidin Tirkiyeyê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar