Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Almanya: Em hewl didin pêşî li êrîşên Tirkiyeyê bigirin

Di rûniştina Meclisa Federal de, Musteşarê Wezîrê Karên Derve Mîchael Roth bersiv da pirsên Partiya Çep û got ku ew hewl didin pêşî li êrîşên dewleta tirk ên li ser bakurê Sûriyeyê bigirin

Di rûniştina Meclisa Federal a Almanyayê de, rayedarên hikûmeta federal a bi Serokwezaretiya Angela Merkel, di mijarên cuda de bersiv dan pirsên parlamenteran. Parlamentera Partiya Çep Heîke Haensel jî gefên dewleta tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê xist rojevê.

Haensel ev pirs kir: “Hikûmeta Federal ji bo pêşî li êrîşeke Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê bigire, ku êrîşeke wiha wê were wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî, li nav Neteweyên Yekbûyî wê însiyatîfa siyasî bigire?” Musteşarê Wezîrê Karên Derve Mîchael Roth bersiva vê pirsê da.

Roth diyar kir ku ew teqez li dijî êrîşeke nû ya leşkerî ya artêşa tirk a li ser bakurê Sûriyeyê ne û ji bo vê yekê jî di serî de bi hikûmeta Enqereyê re bi partnerên din re hevdîtinan dikin. Rayedarê hikûmeta alman got ku Tirkiye tenê ji bo alîkariya însanî ya sivîlan dikare li Sûriyeyê be.

Parlamentera Partiya Çep Heîke Haensel bersiva Roth têrker nedît û careke din mafê axaftinê girt. Haensel bi bîr xist ku Almanya ji bo du salan bûye endamê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û ev pirs lê kir: “Li gorî we, dagirkeriya li Efrînê li dijî hiqûqa navneteweyî ye?”

Musteşarê Wezîrê Karên Derve Mîchael Roth bersiveke vekirî neda pirsê û tenê bi bîr xist ku di dema êrîşa dagirkirina Efrînê de rêveberiya Berlînê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew “li dijî operasyona leşkerî” ne. Parlamenter Haensel pirsa “Madem hûn li dijî êrîşeke nû ne, çima firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê ranawestînin?” kir, lê Roth ev pirs bê bersiv hişt. BERLÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar