Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Almanya koçberê kurd radestî Îranê kir

Tevî destpêkê kampanya Rêxistina Efûyê û gelek saziyên civaka sivîl jî Almanya koçberê kurd Ebrahîm Abdî Jenekanlo radestî Îranê kir

Ebrahîm Abdî Jenekanlo yê ji rojhilatê Kurdistanê ji ber zilma dewleta Îranê sala 2010’ê derbasî Almanyayê bûbû û daxwaza stirînê kiribû. Daîreya Biyaniyan a Eyaleta Bavyera, tevî ku Jenekanlo berî ji Îranê derbikeve di xwepêşandanekê de tê binçavkirin û îşkencekirin jî, serdana wî ya stirînê salên dirêj mijûl kir.

Jenekanlo yê maha Kanûna borî ku serlêdana wî hate redkirin, li girtîgeheke dersînor bi cih kirin, destpêkê li ser kampanya Rêxistina Efû û saziyên civaka sivîl hate berdan. Lê Jenekanlo yê ji bajarê Maku yê rojhilatê Kurdistanê duh bi lezûbez bêyî ku serlêdana wî ya nû ya stirînê li ber çavan bê girtin, ji bo radestî Îranê bikin hat dersînorkirin.

Dersînorkirina koçberê kurd bi xeteriya ku ji aliyê rejîma Îranê ve bê girtin û heta darvekirin heye, li ser vê nerazîbûn nîşanî berdevkê Konseya Koçberan a Bayernê Stephan Dunnwald hat dayîn. Parêzvanê mafê mirovan diyar kir ku ji bo Jenekanlo li Almanyayê nemîne Daîreya Biyaniyan tişta ji destê hat kir, heman demê hemû daîreyên dewletan jî ji bo dersînor bikin bi hev re kar kirin.

Birayekî Ebrahîm Abdî Jenekanlo ev 26 sal in li girtîgehên Îranê girtî ye, dîsa yek ji birayê wî yê din ji ber îşkenceya li wî hatî kirin, felc bû hat berdan. Dayika Jenekanlo jî ji ber îşkenceyên li Îranê li wê hatî kirin, piştî hate berdan û şûnde jiyana xwe ji dest da.

Tevî karnameya mafê mirovan a xirab û qanûnên darvekirinê jî Almanya di navbera salên 2019-2020’ê 48 koçber radestî Îranê kiriye. MUNÎH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar