Li Almanyayê di sektora fînans û bankavaniyê de skandaleke mezin a dewleta tirk di rojevê de ye. Bi milyonan euro ceza li bankeya dewleta tirk Zîraat Bankê hat birîn. Gotin li cih be hikûmeta Almanyaya Federal qeyûm tayînî ser şubeyên vê bankê yên li Almanyayê kirin. Sedema esasî ya van cezayan jî ew e; ev banka perê bê qeyd bi ser xwe spî dike, dixe bin qeydê û dişîne Tirkiyeyê. Sedemeke din jî ew e ku bi awayekî bê usul bi milyonan euro kredî dane.
Di nav van krediyan de bi taybetî krediya ku xwediyên berê yên Kayi Grupê Talha û Îsa Gorgulu bala rayedarên alman kişandiye. Ev herdu bira di navbera 2012-2013’an de ji Zîraat Bankê 43 milyon euro kredî standine. Pere ji şubeyên Tirkiyeyê ji wan re hatiye tedarîkkirin. Lê her çi hîkmet e ev pere di nava demê de li bankayê venegeriyaye. Ango ev pere hatiye windakirin. Tişta balkêş Zîraat Banka ku ev pere daye bi dû meselê neketiye, rayedarên alman pê agahdar nekiriye. Jixwe ev herdu bira piştre îflasa xwe ragihandin ku di çapemeniya tirk de jî hinge gelek li ser meselê nûçe hatibûn çêkirin.
Mesela standina krediya 43 milyon euroyê jî balkêş e. Sal 2012’an bi awayekî tesadufî(!) xwediyê şîrketa SKY Airlinesê Talha Gorgulu bi balafirekê de bi serokwezîrê demê Erdogan re rêwîtiyê dike. Di dema rêwîtiyê de tê kêleka Erdogan û jê re dibêje; ez gelekî tengav bûme, ji bo karên xwe bi ser hev ve bibim pêdiviya min bi krediyê heye. Erdogan hema yekser li Midûrê Giştî yê Zîraat Bankê Huseyîn Aydin digere. Jê dixwaze ku kredî bidin Talha Gorgulu. Hêjayî bibîrxistinê ye Aydin beriya bibe midûrê giştî nûnerê Zîraat Bankê ya Duîsburgê bûye. Yanî pergala fînas û bankevaniyê ya Almanyayê dizane.
Di pergala bankayên alman de wisa bi carekê bêyî referans û îpotekên mezin lîdîdeyeke bi qasî 43 milyon euro bi yek carî nabe ku weke kredî were dayîn. Ji bo vê jî formulekê tê dîtin. Pere ji bankayên Tirkiyeyê di bin nave mevduatê de ji bankayên Almanyayê re tên şandin. Herdu birayên Gorgulu Talha û Îsa piştî krediyê distînin bi awayekî derbasî Tirkiyeyê dibin. Lê piştî krediyê bi 6 mehan Talha Gorgulu îflasa xwe radigihîne. Rayedarên Almanyayê ji bo mesela îflasê dibêjin ev îflaseke bi hîle ye û bi dû dikevin. Perê ku Zîraat Bank bi pey nakeve Saziya Çavdêriya Banka û Fînansê ya Almanyayê BaFFîn bi pey dikeve. Bêusuliyan tespît dike. Piştî wê jî radibe qeyûm tayînî ser şubeyên Zîraat Bankê yên Almanyayê dike. Li gorî çapemeniya alman ev bûyera herî mezin a nelirêtiya di sektora bankevaniyê de ye.
Her çend rejîma tirk li rê û rêbazan digere ku ser vê meselê bi dek û dolaban bigire jî, ev kar wisa hêsan xuya nake. Li aliyê din tevî van agahiyan hemûyan jî pirsên li bersiva xwe digere jî hene. Têkiliya di navgera Erdogan û Taha û Îsa Gorgulu de çi ne? Şîrket û otelên Gorguliyan çi bi wan hat? Erdogan ji xeynî Gorguliyan ji kes û kesên din re jî bûye navbeynkar yan na? Dê ev lêpirsîna Zîraaat Bankê çiqas were kûrkirin? Gelo wê dozeke were Denîz Fenerî çêbibe yan na?
Weke anektodeke dawîn Huseyîn Aydin ên ku ji bo karê krediyê li ser dest û piyê Gorguluyan geriya di 26’ê adara 2021’an de ji Midûrtiya Gişyî ya Zîraat Bankê îstîfa kir. Aydin di heman demê de ji peywirên xwe yên Serokatiya Yekitiya Bankayên Tirkiye û Rêveberiya Fona Varlikê jî veqetiya. Ku ev bi sere xwe bi xwe re hin pirsên dîtin jî derdixe holê. Heke xwendevanên me li proseya Hakan Atîlla bînin bîra xwe, wê ev wêne jî xwe temam bike. Hakan Atîlla dema Alîkarê Midûrê Giştî yê Halkbankê ji ber nelirêtiyê ku hikûmeta Erdogan jî di nav de bû li Amerîkayê hat mehkemekirin û cezakirin. Erdogan ji bo heman prose di mijara Zîraat Bankê de jî tekerrur neke xuya ye serî li rêyeke wisa daye. Lê ev dê çiqas bi kêr bê di nava demê de derkeve holê.