Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Almanyayê hişyarî da AKP-MHP’ê

Wezareta Karên Derve ya alman nerazîbûn nîşanî gotinên wekîlê AKP'ê yê Nevşehîrê Mûstafa Açikgoz da û hişyarî da AKP-MHP'ê

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku dema dawî li mizgeft û komeleyên li Almanyayê karê hilbijartinê dike, dawiya dawî ji aliyê desthilatdariya Berlînê ve hat hişyarkirin. Wezareta Karên Derve ya Almanyayê nerazîbûneke tund nîşanî civîn û gotinên wekîlê AKP’ê yê Nevşehîrê Mûstafa Açikgoz da ku li bajarê Neussê li mizgeftekê bi alîgirên xwe re civîn çêkir.

Di daxuyaniyê de ku li ser hesabê medya dîjîtal ê wezaretê hat weşandin, hat ragihandin ku ji wezaretê bang li sefaretxaneya bilind a tirk hatiye kirin û ji bo bûyereke mîna ya li Neussê dubare nebe hişyarî ji Enqereyê re hatiye dayin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hişyarî ji sefaretxaneya bilind a tirk re hatiye dayin ku siyasetmedarên tirk tenê bi destûra Wezareta Karên Derve karin li Almanyayê karê hilbijartinê bikin û hat destnîşankirin ku ev rewş bi rengekî şênber hatiye destnîşankirin.

Di daxuyaniya wezaretê de desthilatdariya AKP-MHP’ê bi van gotinan hat hişyarkirin: “Dîmenên mîna yên parlamenterekî tirk li Neussê kir, divê dubare nebe. Li Almanyayê cihê gotinên nefret û sorkirinê nîne. Me bi rengekî şênber ji wan re ragihand ku çalakiyên ji bo kampanya hilbijartinê ya li derveyî welat divê berê ji aliyê me ve bê qebûlkirin. Eger nûnerên tirk li gorî pîvanên lîstikê tevnegerin, hingî divê em encamên vê binirxînin.”

Çi bû bû?

Wekîlê AKP’ê yê Nevşehîrê Mûstafa Açikgoz di 13’ê çileya 2023’yan de li mizgefteke li bajarê Neussê ku komên faşîst ên tirk lê bûn, bi gotinên nefretê êrîş biribû ser kurdan û muxalîfên rejîma Erdogan. Di dîmen de ku li medya dîjîtal hat weşandin, Açikgoz bi gotina ‘Em ê nehêlin ku ew li Almanyayê bijîn” gef li kurdan û muxalîfên li Almanyayê xwaribû.

Rêveberiya Berlînê sala 2017’an di dema referandûmê de ji bo pêşî li kampanya hilbijartinê ya rejîma Erdogan a li Almanyayê bigire, bi navê “Partiyên biyanî nabe li welatê me karê hilbijartinê bikin” qanûneke taybet derxistibû. Piştî Almanyayê li welatên din ên Ewropayê jî qanûnên bi heman rengî hatibûn amadekirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar