Wezîra Parastinê yê Almanyayê Annegret Kramp Karrenbauer diyar kir ku wan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Avakirina herêmeke biewle ya di bin kontrola hêzên navdewletî de’ pêşniyar kiriye
Seroka Giştî ya Yekitiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) û wezîra Wezareta Parastinê ya Almanyayê Annegret Kramp Karrenbauer têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê ji Ajansa Nûçeyan a DPA’yê re axivî.
Karrenbauer anî ziman ku wan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Avakirina herêmeke biewle ya di bin kontrola hêzên navneteweyî de’ pêşniyar kirine û pêşniyar ji hêla serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ve hatiye erêkirin. Karrenbauer da zanîn ku Merkel ev pêşniyar ji şirîkên wan ên rojavayî re jî şandiye.
Pêşniyarê dibin civîna NATO’yê
Karrenbauer destnîşan kir ku dê di Civîna Wezîrên Parastinê yên NATO’yê ku dê di roja pêncşemê de li Brukselê bê lidarxistin de jî vê pêşniyarê bînin rojevê. Karrenbauer diyar kir ku ev pêşniyare ji bo Ewropayê ya herî bi aqilane ye.
Îtîrafa bêdengiyê!
Karrenbauer wiha bi dawî kir: “Li gorî vê pêşniyarê, dê li vê herêma ku ji hêla hêzên navneteweyî ve bê kontrolkirin de Tirkiye û Rûsya jî hebin. Ji vê pêşniyarê tê armanckirin ku li dijî terorê û li dijî terorîstên DAIŞ’ê têkoşînek bê meşandin. Yek ji armancên din a vê pêşniyarê ew e ku pêvajoya makeqanûnê ya ku li gorî Neteweyên Yekbûyî nû hatine destpêkirin, bidomin. Divê ev pêşniyar ji hêla Meclisa Federal ve jî bê qebûlkirin. Geşedanên li Sûriyeyê bandoreke mezin li ewlehiya Ewropa û Almanyayê dike. Lê tevî vê yekê jî Almanya û Ewropayê heta niha ev rewş tenê temaşe kir.”