Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Almanyayê rêjeya belavkirina CO2 kêm kir

Almanya ku hîn jî li Ewropayê yek ji wan welatan e ku herî zêde karbondîoksîtê (CO2) belav dike, armanca xwe ya têkildarî vê mijarê par bi sala şewbê bi cih anî

Navenda Nûçeyan

Almanya ku bi emîsyona ji 800 milyon tonî ya CO2 li nava Yekîtiya Ewropayê (YE) di rêza destpêkê de ye, bi taybetî ji ber santralên termîk ên di hilberîna elektrîkê de sûd jê werdigirt, dihate rexnekirin. Lê belê Almanyayê bi taybetî van salên dawî giranî da ser hilberîna elektrîka ji enerjiya dikare bênûkirin, ya ji rojê, ba û avê. Almanyayê yekemcar di hilberîna elektrîkê de par santralên komirê xist rêza duyemîn.

Li gorî asta sala 1990’î bi rêjaya ji sedî 42.3 kêm kir

Di armanca avhewayê ya Almanyayê de nûçeyek erênî doh li Ajansa Nûçeyan a Alman (DPA) de hate weşandin. Almanyayê plan kiribû ku heta sala 2020’î asta belavkirina CO2 li gorî asta sala 1990’î bi rêjeya ji sedî 40 kêm bike. Hate ragihandin ku Almanyayê ev armanca xwe bi ser xistiye.

Li gorî nûçeya DPA’yê ku agahiyên xwe dispêre analîza saziya ramanî Agora Energîewende, Almanyayê CO2 a ku sala 2020’î belav kir, li gorî rêjeya sala 2019’an bi 80 milyon tonî kêm kir. Di vê çarçoveyê de belavkirina ku sala 2019’an 800 milyon ton bû, di sala 2020’î de daket 722 milyon tonî. Ev yek jî li gorî rêjeya sala 1990’î kêmbûnek di asta ji sedî 42.3 de ye.

Eger ne ji şewbê bûya wê bi ser neketibûya

Pêkhatina armanca Almanyayê li Ewropayê girîng bê dîtin jî, pêwendiya vê armancê bi şewba Covîd-19 re dibe cihê fikaran.

Li gorî analîza Agora Energîewende, eger ji ber şewbê aborî biçûk nebûya, wê nepêkan bûya ku armanca têkildarî CO2 hatibû danîn bi cih bihata anîn. Di analîzê de hate ragihandin ku eger ne ji şewbê bûya, ev kêmbûn wê tenê 25 milyon ton bûya. Ev jî tê wê wateyê ku li gorî rêjeya sala 1990’î tenê wê kêmbûna ji sedî 37.8 bûya.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar