Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Aloziya li kendavê zêde be, gelo DYA wê li Îranê bide? 

Aloziya di navbera DYA û Îranê de piştî êrîşa li ser tesîsên petrolê yên li Sûûdî Erebistanê dîsa zêde bû. Serokê dînî yê Îranê Ayetûllah Alî Hamaney diyar kir ku wê bi tu awayî hevdîtin bi DYA’yê re neyê kirin.

Di Gulana 2018’an de DYA yek alî xwe ji peymana nukleerê vekişandibû û ji wê demê heta niha di navbera wê û Îranê de alozî heye. Her du alî him peyamên şer û him jî peyamên aştiyê didin.

Hamaney: wê bi DYAyê re tu hevdîtin pêk neyê

Alî Hamaney li ser malpera xwe ya fermî daxuyanî da û got “Di kîjan astê de dibe bila bibe,wê bi DYA’yê re tu hevdîtin pêk neyê.”

Serokê DYA’ê Donald Trûmp peyam dabû ku ew di dawiya meha Îlonê de di dema civîna Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bi Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî bicive.

Piştî êrîşa li ser tesîsên petrolê yên Sûûdî Erebistanê Hamaney daxuyanî da. Hûsiyên Yemenê ev çalakî li xwe girtibûn û piştî vê çalakiyê hilberîna petrolê ya Sûûdî Erebistanê nîvenîv kêm bûbû.

DYA amade ye ku bersivê bide!

DYA diyar kir ku Îran berpirsê vê êrîşê ye lê Îranê jî got ku ‘Ev îddîayeke pûç e’. Trûmp li ser twîtterê diyar kiribû ku “DYA di warê leşkerî de gelekî xurt e û hewce bike ew ji şer re amade ye.”

Trûmp di daxuyaniyeke din de jî got ku “Ez dikarim bibêjim ev êrîşeke gelekî mezin e û welatê me bi hêsanî dikare bi êrîşeke mezintir bersivê bide.”

Trûmp roja Duşemê bi rojnamegeran re civiyabû û li ser pirsa mudaxeleyeke leşkerî gotibû ku “Ez naxwazim bi tu kesî re şer bikim lê artêşa me gelekî xurt e. Balefirên me yên şer, fuzeyên me yên şer ên herî baş hene. “

Rûhanî: çalakiya yemeniyan parastina rewa ye

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî jî piştî civîna bi Tirkiyeyê re diyar kiribû ku çalakiya li dijî Sûûdî Erebistanê, çalakiya rewa ya Yemeniyan e û got “Gelê Yemenê neçar ma ku bersivê bide. Ji xeynî xweparastinê tiştekî din nakin.”

Sûûdî Erebistanê roja Duşemê daxuyanî da û diyar kir ku çekên di êrîşê de hatine bikaranîn malê Îranê ne.

Li kendavê alozî zêde dibe

Di 16’ê Îlonê de Mûxafizên Şoreşê yên Îranê bi hinceta ku sotemeniyê bi qaçaxê bar dike, dest danîbû ser tankera petrolê ya Emîrtîya Ereban a Yekgirtî.

Aloziya li kendavê ji meha Gulanê û vir ve zêde dibe. Êrîşî hin keştiyan tê kirin. Mûxafizên Şoreşê di 14 û 19’ê Tîrmehê de dest danîbû ser du keştiyan.

Di 31’ê Tîrmehê de Tehranê dest danîbû ser keştiyê. Di desteserkirinê de hatibû diyarkirin ku di keştiyê de 700 hezar lître sotemenî heye û ev sotemenî bi qaçaxî hatiye barkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar