PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Altindag: Îktîdara AKP’ê bi vê hilbijartinê hilweşiya

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag anî ziman ku li dijî zext, êrîş û krîza aborî, gelê kurd û gelên Tirkiyeyê bersiva herî pêwîst daye AKP’ê. Altindag da zanîn ku AKP’ê di vê hilbijartinê de gelek tişt winda kirine û ev hilbijartin bûye destpêka têkçûna AKP’ê

Hevşardara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag der barê encamên hilbijartina rêveberiyên herêmî ku di 31’ê adarê de hatin lidarxistin, ji JinNewsê bi Rojda Aydin re axivî. Altindag diyar kir ku tifaqa AKP-MHP’ê di hilbijartinê de têk çûye.

Fîgen Altindag di serî de anî ziman ku partiya wan xebatên hilbijartinê di bin zextan de meşandine û beriya hilbijartinê jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû mane. Altindag diyar kir ku tevî ewqas girtin û binçavkirinan jî serkeftin bû para wan. Altindag bi lêv kir ku serkeftina wan, serkeftina gelê kurd e û wiha domand: “Gelê me bersiv da polîtîkaya îktîdarê ya qeyûman. Zextekê giran li ser gel jî hebû. Namzetên tifaqa cumhur êrîşî gelê me dikir lê bersiva xwe wergirtin.”

Sedema windakirina şaredariyan a HDP’ê

Di berdewamê de jî Altindag daxuyand ku divê neyê jibîrkirin ku ji 98 şaredariyan wan, tenê 57 şaredarî hatine rizgarkirin û wiha derbirî: “Di vir de kêmasî û şaşiyên me jî hebûn û me ev dîtin. Lê ev nayê wê wateyê ku em bi vî wî awayî bidomînîn. Em ê van kêmasiyan derbas bikin. Hêza me ya li metrepolên weke Stenbol, Îzmîr û Enqereyê careke din derket holê. Gelê me dê têkoşîna xwe bidomîne û biserkeve.”

‘AKP’ê gelek tişt winda kirin’

Altindag anî ziman ku ew di pêvajoya xebatên hilbijartinê de mal bi mal û gund bi gund geriyane û ev nirxandine kir: “Gel li dijî qeyûman pir bi bertek bû. Qeyûman ji gel re tu xebat nekiriye. Tevî hemû derfetên dewletê jî, îktîdar biser neket. Bi saya dengên kurdan, CHP’ê serkeftinên mezin bi dest xistin. Her wiha ev encam, bersiva gel a li dijî krîza aborî, zext û êrîşan bû. Gel, bi vê rêbazê bersiv da rejîma AKP’ê. Îktîdara AKP’ê di vê hilbijartinê de gelek tişt winda kirin. Ev hilbijartin bû hilweşîna îktîdara AKP’ê.”

Spasiya gelên Mêrdînê kir

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag spasiya gelên Mêrdînê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê me di xebatan de em bi coş û dilgerm pêşwazî kirin. Em spasiya gelê xwe dikin. Gelê Mêrdînê bersiva herî baş da serdestan.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar