Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Altûn ê 24 sal in girtîbû piştî biryara AYM’ê hat berdan

Dadgeha Destûra Bingehîn darizandina Abdullah Altûn a li DGM’ê ji ber bi adil pêk nehatiye di cih de nedît û Altûn tahliye kir

Parêzer Muslum Dalar ji bo miwekîlê xwe Abdullah Altun ê 24 sal in girtî ye di salekê de 10 caran serî li dadgeha bilind da û îtîrazî girtina miwekîlê xwe kir. Piştî îtîraza 10’emîn Altûn hat berdan.

Dadgeha Destûra Bingehîn ji ber ku li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ku di 17’ê tîrmeha 2018’an de hat girtin endamê eskerî hebûn û mafê darizandina adil hatiye binpêkirin ji bo Altûn biryar da û ji nûve darizandina Altun qebûl kir. Ji bo Altûn ji nûve bê darizandin 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê her carê serlêdanê red dikir. Heman dadgehê berdana bi ser 50 girtiyên Hîzbullahê biryara AYM’ê ya ji bo Altûn emsal dît û wî tahliye kir.

Parêzer Muslum Dalar di 6’ê gulanê de di danişîna Abdullah Altûn de daxwaza berdanê anî rojevê û piştî daxwaz ji aliyê dadgehê ve hat redkirin serî li dadgehek bilindtir da. Dadgehê serlêdanê nirxand û biryara berdana Altûn da.  Altûn duh di saetên êvarê de ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê hat berdan û li gel parêzerê xwe çû cem malbata xwe ya li navçeya Rezana Amedê.

Têkoşîna hiqûqî bi salan dewam kir

Di 3’ê hezîrana 1999’an de li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) cezayê heta hetayê yê girankirî li Altun birî. Dadgeha Bilind cezayê Altun erê kir. Parêzerên Altûn li dijî biryarê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) dan. DMME’yê serlêdanê qebûl kir û hikum kir ku mafê darizandina bêalî û serbixwe yê Altûn hatiye binpêkirin û ji bo binpêkirin ji holê rabe biryara ji nûve bê darizandin da. Li ser vê biryarê 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 10’ê tîrmeha 2013’an de daxwaza darizandina Altûn red kir.  Vê carê Altûn di 4’ê adarê 2014’an de bi awayek takekes serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar