Mîhrîcana Jinan a Zîlan a 15’emîn dê roja şemiyê li bajarê Leverkusen ê Almanyayê pêk were
Mîhrîcana Jinan a Zîlan a 15’emîn dê 22’ê hezîranê de roja şemiyê li Arena Salon a bajarê Leverkusenê ya Almanyayê pêk were. Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê civîna xwe ya dawî pêk anî û amadekariyên xwe nirxand.
Komîteyê agahî da ANF’ê û diyar kir ku mîhrîcan dê bi şiyara; “Berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike” pêk were û diyarî cangoriyên berxwedana grevên birçîbûnê Ayten Behçet, Zehra Saglam, Medya Çinar û Yonca Akici were kirin.
Komîteya Amadekar diyar kir ku ji gelek bajaran dê otobus bên amadekirin û tê payin ku tevlibûna îsal zêdetir be. Di serî de Almanya dê ji Hollanda û Belçîkayê jin tevli mîhrîcanê bibin.
Li qada mîhrîcanê dê gelek standên rêxistinên jinan bên vekirin û xwarinên herêman bên nasandin. Ji bo zarokan jî amadekariyeke taybet tê kirin. Dê li mîhrîcanê ji bo zarokan park bê amadekirin û gelek aktîvîte pêk werin. Koma govendê ya zarokan jî dê hunera xwe pêşkêş bike. Di Mîhrîcanê de dê hunermend Eylem Aktaş, Chopy, Denîz Deman, Serenat Ezgîcan, Kewê (şanoger), komên govendê û koma Dansên Gel a Fîlîpînê derkevin ser dikê. LEVERKUSEN