Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Amanî: Çiya ji mere dibêje, ew cihê hewandina pêşmergeya ne!

Endamê Komîteya Navendî ya Komele (Rêxistina Kurdistanî ya Hizba Komunîsta Îranê) Seîd Amanî diyar kir ku sextên ser wan yê ji bo çek danînê wê negihêje armanca xwe û wîha got: “Çek tenê ji bo parastina mene. Çiya ji mere dibêje, ew cihê hewandina pêşmergeya ne.”

Hikumeta Iraq û Îranê di 19’ê adara 2023’yan de lihevkirinek dualî îmze kirin û Îranê ji Iraqê xwest ku hêzên rojhilatê Kurdistanê yên li başûrê Kurdistanê dimînin bên bêçekkirin û bixin di kampan de yan jî wan bişînin welatê sêyem. Îranê weke xala lihevkirina bi Iraqê re roja 19’yê îlonê, weke roja dawiyê ya lihevkirinê diyar kiriye. Ji bo bidawîbûna dema ji aliyê Îranê ve hatiye diyarkirin jî tenê 6 roj mane.

Endamê Komîteya Navendî ya Komele (Rêxistina Kurdistanî ya Hizba Komunîsta Îranê) Seîd Amanî derbarê mijara bêçekkirina hêzên rojhilatê Kurdistanê, komkirina wan ya di wargehan de û helwesta hêzên rojhilatê Kurdistan ya dijî dema Îranê diyarkirî, ji ajansa Rojnewsê re axivî.

‘Me xwe li dijî gefên Îran amade kiriye’

Destpêkê Seîd Amanî diyar dike ku Komara Îslamî hertim êrîş dike, beriya salekê û niha jî vê yekê kir, baregehên partiyên muxalefet yên rojhilatê Kurdistanê bombebaran kir. Seîd da zanîn ku di encama êrîşan de jin û zarok jî di nav de xelkê bê guneh şehîd bûn, piştî wê jî Îranê bi Iraqê re demek diyarkir ku wan partiyan bêçek bike û li wargehan kom bike.

Seîd wiha pêde diçe: “Li gorî yasayên navnetewî nabe sînorê welatek were derbaskirin, yan jî were topbaran kirin. Lê xaka başûrê Kurdistanê êdî ji aliyê welatên dagirker ên weke Îran û Tirkiyeyê ve tê derbaskirin û bombebaran kirin. Di encama êrîşên ser muxalefetê de jî hemû welatiyên sivîl şehîd dikevin. Komara Îslamî li ser gefên xwe bi israre, me jî li hemberî vê amadekariyên xwe kiriye.”

‘Ev demeke dirêje me tevgerên xwe yên leşkerî daye rawestandin’

Derbarê banga hikumeta başûrê Kurdistan û Iraqê ya ji bo valakirina wargehên partiyên Rojhilat ên di nav xaka başûrê Kurdistanê de, Seîd dibêje: “Hikumeta Iraq û Başûr dem daye partiyan, lê heya niha tiştek fermî negotine ku herêmê çol bikin yan jî çek danin. Wargeha me ya sivîlane û malbat têde hene. Ji bo ku li ser xelkê başûrê Kurdistanê gef çênebin, ev demek dirêje me xwe ji liv û tevgera leşkerî û şandina pêşmergeyan ya ji bo rojhilatê Kurdistanê parastiye.”

‘Me çek ji bo parastinê rakiriye nabe em çek dayînin’

Derbarê gote goteyên hêzên Rojhilat daxwaza çek danînê qebûlkirine, Seîd got: “Çekên bi mere, ji bo parastina mene. Ev bi salane me dest ji çalakiyên leşkerî berdane û bi karê siyasî ve mijûl dibin. Ji bo vê pêwîste di nava hemû nakokî, hêzên kevneperest yên weke DAIŞ, Heşdî Şeebî û tevgerên Îranê de, çek di malên me de hebin. Komara Îslamî çi qas hewl bide, wê bi kiryar jî encamek bidest nexe. Bi hezaran malbat li nav wargehan de hene, tu liv û tevgerek cûda nekirine ku ewlekariya vê herêmê xistibin metirsiyê.”

Seîd destnîşankir ku mafê wan heye ew jî weke penaber di nav xaka başûrê Kurdistanê de bijîn û karê xwe yê siyasî bikin.

Seîd Amanî di dawiyê de got: “Bûyerên rû didin ji mere dibêjin ku çiya cihê hewandina pêşmergeyane. Tu zextek li ser kesên di nav bajar û wargehan de niştecihin, nîne, ger zextan li ser me zêde bikin, em çek nadanîn. Ev jî nayê wê wateyê ku em liv û tevgera leşkerî bikin. Destpêkê çek rakirina me ji bo parastina me bi xwe bû, em hertim bi karê siyasî re mijûl bûn û çi astengî bikeve pêşiya me jî, emê xebata xwe dewam bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar