Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Amara di bin dorpêça leşkeran de ye

Leşker û polîsan rojek beriya 71’emîn salvegera Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, hemû rêyên ku diçin Gundê Amara yê ku Ocalan lê ji dayik bûye girtin û gund dorpêç kirin.

Sibê 4’ê Nisanê 71’emîn salvegera Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Oclana e. Gelê Kurd ji 2004’an heta 2017’an ji çar aliyên Tirkiye û bajarên Kurdistanê her 4’ê Nîsanê bi minasebeta rojbûna Ocalan bi girseyî berê xwe didan Gundê Amara û “Meşa Rojê” li dar dixistin. Lê 3 salên dawî “Meşa Amara ya Rojê” hat qedexekirin û destûr nadin ku keç biçe Amara. Leşker û polîsan rojek beriya 71’emîn salvegera Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, hemû rêyên ku diçin Gundê Amara yê ku Ocalan lê ji dayik bûye girtin û gund dorpêç kirin. Leşker û polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA rêyên diçin gund girtine û li ser girên bilind bi cih bûne.

Biraziyê Ocalan Alî Ocalan jî diyar kir ku îsal ji ber şewba virûsa corona (Covid-19) dê sibê bi girseyî pîrozbahiyê nekin û tevî vê yekê jî gundê wan ji aliyê esker û polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Ocalan, diyar kir ku hevî û daxwaza wan ew bû ku ev şewb tune bûya û mirovan 4’ê Nîsanê bi coşek mezin piroz kiribûya. Alî Ocalan anî ziman ku îsal ji ber şewbê tu bername amade nekirin û tevî vê yekê hêzên dewletê hemû rêyên diçin Amara dorpêç kirine û pêdivî bi ve yekê tune ye.

Mehmet Ocalan jî duh daxuyanî dabû û xwestibû her kes 4’ê Nîsanê li mala xwe pîroz bike. RIHA 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar