Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ambargoya avê ya dewleta tirk

Endamê Rêveberiya Giştî ya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihemed Terboş diyar kir ku Tirkiye ava ku ji Çemê Firatê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe kêm dike

Endamê Rêveberiya Giştî ya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Terboş, têkildarî qutkirina ava Çemê Firatê ya ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Terboş daxuyand ku rêjeya ava Çemê Firatê ya derbasî bakur û rojhilatê Sûriyeyê dibe di saniyeyê de daketiye 185 metrekabikan.

Ji beriya zêdetirî 3 meh û nîvan ve dewleta tirk ava Çemê Firatê ji ser welatiyên Sûriyeyê kêm kiriye. Di her sê mehên dawîn de di saniyê de tenê 200 metrekabik av derbasî xaka Sûriyeyê dibû. Li gorî 3 hevpeymanên di navbera Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê de yên sala 1987’an, para Sûriyeyê ji avê 500 metrekabik di saniyê de ye, para Iraqê jî ji sedî 60 e.

Ji ber daketina rêjeya ava Çemê Firatê li hundirê xaka Sûriyeyê, saetên kehrebeyê hatine kêmkirin û zirareke mezin gihandiye çandiniyê. Her wiha av qirêjî dibe û zirar digihêje masîvaniyê jî. Bi vê rêjeya nû re îhtimal heye ku ava çemê ji berê kêmtir bibe. Bi berdewamiya vê yekê re dê şêniyên herêmê bi karesatekê re rû bi rû bimînin. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar