Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ambargoya avê ya Tirkiyeyê 3 meh in didome

Navenda Nûçeyan |

Ambargoya avê ya dewleta tirk li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê dide meşandin ev 3 meh in didome. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar ku disperê Miduriyeta Bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 3 meh in ava Çemê Firatê ya diherike Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye birîn û ji ber kêmbûna avê li herêmê 14 mîlyar metrekub av kêm bûye.

Rêveberiya Bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kir ku di 3 mehan de, rêjeya giştî ya avê li welat ku 14 milyar metrekub e, nêzî 3 milyar metrekub ango rojane 33 milyon metrekub av xilas bûye û wiha got: “Keraseta daketina rêjeya avê bandor li kehrebeya bi dehan bajar û bajarokên Sûriyeyê jî kir. Her wiha zirar gihand berhemdariya herêmî ya 400 hektar erdên çandiniyê yên li qiraxa çemê Firatê û ji ber wê yekê nirxê berhemên çandiniyê yên herêmê pir biha bû. Ji destpêka hezîrana borî ve, saetên derxistina kehrebeyê li her du stasyonên Firat û Tişrînê bi rêjeya ji sedî 33 kêm bû. Piştî ku berê rojane kehrebe 18 saetan dihat dayîn, niha li herêmên tenê 12 saetan tê dayîn. Li kêleka wê yekê, piştî ku Tirkiye para Sûriyeyê ji avê kêm kir ku damara jiyana bi milyonan welatiyên Sûriyeyê ye, li gelek herêmên Sûriyeyê pirsgirêka kêmbûna avê derket holê. Bi vî awayî Enqere hevpeymana ku sala 1987`an bi Şamê re îmze kiriye, binpê dike ku tê de para Sûriye û Iraqê ji avê di saniyekê de 500 metrekabik hatiye diyarkirin. Lê belê Tirkiye vê yekê binpê dike û di saniyekê de tenê 150 heta 250 metrekabik av derbasî erdên Sûriyeyê dike. Av çavkaniyeke xwezayî ye ku di gelek aliyan de tê bikaranîn, lê belê di 5 salên dawîn de di navbera herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û dewleta tirk de gelek pirsgirêkên girêdayî avê rû dan. Tirkiye her havîn di şerê xwe yê li dijî gelê Sûriyeyê de avê bi kar tîne. Demeke berê parlamantoya Iraqê binpêkirina Tirkiyeyê ku jiyana bi milyonan welatiyên Iraqê li ser çemên Firat û Dîcleyê dike xetereyê, şermezar kiribû. Lê belê hikûmeta Sûriyeyê heta niha girêdayî mijarê tiştek negotiye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar