Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Ambargoya li ser Mexmûrê ji bo rêveberiya Başûr şermeke mezin e’

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Tayîp Temel têkildarî ambargoya hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) de ji MA’yê bi Mehmet Şah Oruç û Fahrettîn Kiliç re axivî.

Tayîp Temel diyar kir ku şêniyên wargehê zêdetirî 20 sal in di şert û mercên zehmet de ne û wiha got: “Ji salên 90’î heta niha bi dehan kamp guherandin. Lê ji wê rojê heta niha êşên wan xelas nebûne. Rêveberiya Başûr dem bi dem alîkarî da wargehê. Lê polîtîkaya xwe gelek caran li gorî pêvajoyên demê guherandin û şertên giran li ser şêniyên wargehê ferz kirin. Ambargoya heyî nêzikatiyeke gelek xelete. Çi dibe bila bibe divê rêveberiya Başûr ambargoyê ne dane ser penaberên ku tu derfetên wan nînin. Li wê dere extiyarên nexweş û zarok hene. Ev şerma mirovahiyê ye.”

Temel diyar kir ku cîhan ji ber vîrûsa koronayê (Covîd-19) şerpeze bûye û wiha domand: “Li dijî vê vîrûsê têkoşîneke hevpar heye. Dorpêça li ser Mexmûrê ya di vê rewşê de nayê qebûlkirin. Çawa dike bila bike lê divê rêveberiya Başûr vê dorpêçê di zûtirin dem de rake. Pêdiviyên mirovî li ber xelasbûnê ne. Şêniyên wargehê bi rêya telefonan mexdûriyetên li wir ji me re vedibêjin. Rewşeke gelek nebaş li wir heye. Mirov terkî qedera wan hatine kirin. Ev yek ji bo rêveberiya Başûr şermeke mezin e. Ez di serî de bang li serokê Herêma Kurdistana Federe yê berê Mesût Barzanî û rêveberiya Başûr dikim ku ev ambargo bê kirin. Ev ambargo li dijî nirxên exlaqî, mirovî û çanda kurdane.”

Hêjayî gotinê ye ku wargeha Mexmûrê ji 17’ê tîrmeha 2019’an ve di ambargoyê de ye. Li wargehê zêdetirî 12 hezar kes dijîn û jiyana şêniyan di bin xetereyeke mezin de ye. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar