Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ambargoya li ser Mexmûrê: Nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê

Dorpêça li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr)  8 meh in didome. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji 17’ê tîrmeha 2019’an heya niha ambargo daniye ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Wargeha ku di sala 1990’an de hat avakirin, ji 12 hezar şêniyan pêk tê. Kamp di sala 1998’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat qebûlkirin û ket bin parastina NY’ê. Piştî bûyera Hokkabaz a Hewlêrê ku çend ciwanên kurd Berpirsê MÎT’ê yê Başûr Osman Kose kuştibûn şûnde, bi hinceta ku peywendiya bûyerê bi wargehê re heye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ambargoyeke dijwar daniye ser wargehê. Ji ber ambargoyê her ku diçe rewşa wargehê xerab dibe û DAIŞ jî weke firset dibîne û ji wê demê ve du caran êrîş biriye li ser wargehê. Herî dawî DAIŞ’ê di 2’yê sibatê de dîsa êrîşî wargehê kiribû.

Ji ber ambargoyê bi hezaran karker ji karê xwe bûne, nexweşên lezgîn û kesên nexweşiyên xwe yên kronîk hene, nikarin biçin nexweşxaneyê û xwendekar jî dibin zext û gefan de xwendina xwe didomînin. Ji ber asayîşa Hewlêrê rê nade nexweşan heya niha nêzî 6 zarok an di zikê dayika xwe de mirine yan jî ji ber dereng gihîştine nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane.

Li ser wargehê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê

Tevî hemû nerazîbûnên gelê wargehê û piştgiriya hinek parlementerên başûrê Kurdistanê jî ambargoya li ser wargehê her diçe tê dijwarkirin. Balkêşe ku di paralela ambargoyê de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî kampê û liv û tevgera balafirên sîxûrî û şer ên li ser wargehê jî zêde bûne. Di 28’ê çileyê de komek çeteyên DAIŞ’ê xwestin bikevin Wargeha Mexmûrê û komkujî pêk bînin. Lê şivanên wargehê yên pezê xwe ji derveyî wargehê diçêrandin, piştî çeteyan ferq dikin û gule li wan dibarînin, paşde direvin û hewldana êrîşê pûç dibe. Piştî çend rojan carek din dîsa ji aliyê başûrê wargehê ve êrîş li dijî kampê pêk hat. Koma çeteyan ku xwestin bikevin wargehê û êrîş pêk bînin, rastê şivanên wargehê hat. Hêzên Parastina Cewherî û ekîbên tendûristiyê berê xwe dan cihê bûyerê û pevçûn derket. Di bûyerê de 2 êrîşkar hatin kuştin.

Kamp bûyer girtîgeha vekirî!

Tekildarî ambargoya heyî şêniyê kampê Serhat Taş (26), diyar kir ku mezin û biçûk gelek kesên nexweş ji ber dorpêçê jiyana xwe ji dest dane û anî ziman ku li kampê kesên nexweşên dil, tansiyon û wekî din hene û wiha got: “Hin kesan di rêde jiyana xwe ji dest dane. Asayîşa Hewlerê kamp dorpêç kiriye. Kesên diçin kampê wan naxin hundir. Destûr nadin kesên kampê jî derkevin derve. Kesên nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê. Rojên borî DAIŞ’ê êrîş kir û welatî birîndar bûn. Welatiyên birîndar nikarin biçin nexweşxaneyê.”

Ahmet Acar ê 32 salî jî diyar kir ku bavê wî di êrîşa DAIŞ’ê de birindar bû û ev tişt anî ziman: “Herî dawî di 12’yê sibatê de çûm kampê. Li kampê şert û mercê jiyanê pir zor û zahmet e. Kes nikare derkeve dervê kambê. Kamp gelek caran rastî êrîşên DAIŞ’ê hatine. Niha mirovên li kampê wekî li girtîgeha vekirî bin. Divê ambargo bi dawî bibe û şert û mercên qampê bên başkirin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar