Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Amed dê îro biherike qada mîtîngê

HDP ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê dê îro saet di 12:00’an de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîng li dar bixe. Amadekariyên mîtîngê temam bûn û hevserokên KCD, HDP û DBP’ê jî tev li mîtîngê bibin û bang li hemû amediyan hat kirin ku beşdarî mîtîngê bibin

HDP, ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê dê îro saet di 12:00’an de li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma “Demokrasî, Aştî û Azadî” mîtîngekê li dar bixe. HDP’î bi rojan e ji bo mîtîngê li navenda bajêr û navçeyên wê gel vedixwîne mîtîngê.

Her wiha li bajarên herêmê jî heman xebat tên meşandin. Tê payîn ku wê bi dehhezaran kes tev li mîtînga HDP’ê ya li Amedê bibin.

Dê peyamên girîng bên dayîn

Mîtîng dê saet di 12:00’an de li Qada Îstasyonê dest pê bike û heta saet 16:00’an dewam bike. Dê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan tev li mîtîngê bibin û biaxivin. Dê di axaftinan de der barê tecrîdkirina Ocalan, hevdîtina malbatê ya di 12’ê çileyê de, çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyan de peyamên girîng bên dayîn. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar