PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Amed ji Newrozê re amade ye

Newroza Amedê ku her sal bi coşeke mezin tê pîrozkirin, îsal dê bi dirûşma ‘Em ê teqez bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin’ bê pîrozkirin. Ji bo şopandina Newroza ku tê payîn dê bi tevlêbûna sedhezaran bê pîrozkirin, zêdetirî 300 rojnamegerên welat û biyanî serî li HDP’ê da. Qada pîrozbahiyê jî ji Newrozê re amade ye

Li Amedê 21’ê Adar ango Cejna Neteweyî ya Gelê Kurd Newroz bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Newroza îsal jî bi dirûşma ‘Em ê teqez bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin’ tê lidarxistin. Newroza Amedê li cihê her sal ango li Qada Newrozê ya li Rezan a Amedê dê bê pîrozkirin. Tê payîn ku bi sedhezaran kes tev li pîrozbahiyê bibe. Amadekariyên Qada Newrozê bi dawî bûn. Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê û namzetên HDP’ê yên hevşaredariyan mal bi mal, kolan bi kolan digerin û gel vedixwînin Newrozê.

Di Newroza îsal de hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglu, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), partiyên kurdistanî, parlamenter û namzetên hevşaredariyan ên HDP’ê, hevseroka SYKP’ê Canan Yuce, wekîlê seroka giştî ya ESP’ê ŞahînTumuklu, hevserokên giştî yên ÎHD’ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan, hevserokê giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, seroka giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, nûnerên DÎSK’ê, rêveberên MED-DER’ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û wezîrê dewletê yê berê Ziya Halîs amade bin. Her wiha tê payîn ku malbatên Kemal Kurkut, Medenî Yildirim, Mehmet Tunç, Mehmet Yavuzel, Taybet Înan, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar, Ethem Sarisuluk û Berkîn Elvan jî di Newrozê de amade bin.

Mêvanên derveyî welat hatin binçavkirin

Rêveberên Partiya Komunîst a Fransayê Sylvie Jan û Michel Laurent duh ji bo tev li pîrozbahiya Newroza Amedê bibin li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê peya bûn û hatin binçavkirin. Jan û Laurent li gorî xala 9’emîn a hejmara qanûna 6458’an ku derveyî sînor bikin tên rawestandin.

Peyama Leyla Guven

Tê payîn ku Pervîn Buldan, Berdan Ozturk, Mehmet Arslan, nûnerên partiyên kurd û aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan di Newrozê de bi axivin. Tê payîn ku peyama Newrozê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 133 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, bê xwendin.

Bi sedan rojnameger hatin Amedê

Pîrozbahiya Newrozê ya Amedê dê ji hêla bi sedan rojnamegeran ve bê şopandin. Ji bo şopandina Newroza Amedê, gelek rojnamegerên biyanî hatin Amedê. Heta niha nêzî 300 rojnameger ji hundirê welat û ji derveyî welat ji bo akredîtasyonê serî li HDP’ê dane.

Hunermend Bajar, Koma Pel û Pinar Aydinlar jî dê di Newrozê de konser bidin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar