Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Amed Malazgîrt: Dewleta tirk êdî dewleteke çete ye

Ji Fermandarên Biryargeha NPG’ê Amed Malazgîrt anî ziman ku armanca dewleta tirk tunekirina destkeftiyên gelê kurd e û wiha domand: “Dewleta tirk bi çeteyên DAIŞ û El Nusrayê re erîşî Rojava dike. Êdî wesfê dewletê winda kiriye û veguheriye dewletek e çete.”

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Malazgîrt têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. Malazgîrt diyar kir ku wesfeke dewleta tirk nemaye û ev nirxandin kir: “Êdî veguheriye dewleteke çete ku ji DAIŞ û El Nusrayê pêk tê.”

Amed Malazgîrt bi bîr xist ku dewleta tirk a dagirker çend sal berê dest bi plansaziyekê kir û wiha domand: “Hewl didin vê plansaziyê gav bi gav bixin meriyetê. Ya rast êrîşên dewleta tirk ne tenê li dijî HPG’ê ne. Ev yek ji bo me aşkera ye. Dewleta tirk êrîşî tevahiya kurdan dike, hedefa xwe tevahiya kurdan e. Bi vê yekê planeke nû amade kirine û hewl didin vê yekê bixin meriyetê.”

Di berdewamê de jî Malazgîrt wiha got:

“Kurd li Rojava bûn xwedî deskeftî. Dewleta tirk ev yek dît. Ev destkeftî ne tenê ya parçeyekê Kurdistanê bû, destkeftiya hemû parçeyên Kurdistanê ye. Di nava têkoşînê de ya li Rojava ji her gelî mirov hene. Ji ereban, kurdan, tirkmenan, suryanan û gelek pêkhateyên din mirov hene.

Tirkiyeyê ev yek li dijî xwe weke gefekê dît û îdia kir ku êrîş li dijî wan tê kirin. Ev îdiaya xwe jî bi salan dom kir. Li dijî van gotinên wan kesî tiştek negot. Lewre heta niha ji Rojava kevirek jî ber bi wan ve nehatiye avêtin. Lê belê dewleta tirk her roj li Rojava kurd şehîd xistin. Hêzên HSD’ê bersiva van êrîşan jî nedan. Bi devkî bersiv dan bêguman lê belê hêzên HSD’ê kevirek jî neavêtin. Ji ber ku nexwestin hincetekê bidin destê dewleta tirk. Li ser sînor gefek hebû lê belê ew gef gefa dewleta tirk bû. Dewleta tirk bi xwe gefe.

Dixwazin destkeftiyan ji holê rakin

Niha jî dibêjin 32 kîlometre dê ‘Herêma biewle’ bê avakirin. Kûrahiya ji 32 kîlometre û dirêjahiya ji 400 km’yî divê hêzên YPG û HSD vekişin. Peyama ku bi vê yekê dixwazin ragihînin ev e; ‘Li van herêman destkeftiyên kurdan hene. Me xwest ku van destkeftiyan bi destê DAIŞ’ê ji holê rakin. Nebû, niha jî divê hûn bidin me naxwe em ê kurdan hemûyan tune bikin’. Kes jî nabêje, çi karê te li xaka hinekî din heye? Kes li vê napirse. Kurd bi hezaran sal in li wir in. Niha hinek destkeftiyên xwe afirîn û dewleta tirk dixwaze van ji holê rabike.

‘Gelê Rojava welatparêz e’

Welatparêziya gelê Rojava xurte. Li ku deverê têkoşîneke kurdan hebe gelê Rojava bi rengê madî û manewî bi her rengî piştevaniya wê têkoşînê kir. Li Bakur an jî Başûr kengî têkoşîneke kurdan hebû gelê Rojava hemû derfetên xwe seferber kir. Fedakariyên mezin kir. Niha her kes ger li dora Rojava li hev kom bûbine, sedem ev yeke. Divê bi vî rengî be.

Em dibêjin ‘dewleta tirk’ lê belê li gorî min tirk êdî dewlet nînin. Dewleta wan veguheriye dewleteke çete ya ji çeteyên DAIŞ û El Nusrayê pêk tê. Leşkerên wan bi xwe jî bûne leşkerên ku bi pereyan şer dikin. Ji bilî dewleteke çete tu wateya xwe nîne.

Rizgarkirina çeteyên DAIŞ’ê

DAIŞ li dijî tevahiya dinyayê metirsî ye. Ji bo tevahiya dinyayê mijareke girînge. Ji bo kurdan jî girînge. Divê kurd şerê xwe yê li dijî DAIŞ’ê bidomîne. Ya rast ev e. Ji xwe şerê li dijî dewleta tirk tê wateya şerê li dijî DAIŞ’ê. Çend roj berê di televîzyona K24 de dîmenê DAIŞ’iyekî hate weşandin. Di dîmen de DAIŞ’î dibêje, ‘Em li bendê ne ku dewleta tirk me rizgar bike ku em jî ji devera mane bidomînin û armanca xwe pêk bînin’. Di dîmenekî din de jî hin DAIŞ’iyên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine birin dibêje, ‘Me mirovên xwe rizgar kirin’ û bi vî rengî naxwazin DAIŞ’iyan aşkera bikin. Ev aşkera ye û her kes pê dizane.

Plana dagirkeriyê ya dewleta tirk

Hulusî Akar beriya çend rojan nexşeyek nîşan da ku tê de Mûsil û Kerkûk jî hebûn. Ev yek armanca wan nîşan dide. Weke ku dibêjin êrîş ne tenê li dijî Rojava ye. Di nava hedefa wan a rasteqîn de Mûsil û Kerkûk jî hene. Dikarin vê bikin, nikarin bikin, kengî dikarin bikin an na, ev yek mijareke niha ya nirxandinê nîne. Lê belê armanca wan bi vî rengî ye. Bi dîtina min dewleta tirk xwest li Mûsil, Kerkûk û Şengalê bi pêş ve biçe û piştre êrîşî Rojava bike. Lê belê berxwedana gerîla li pêşiya vê yekê bû asteng. Lewma êrîşî Rojava kirin. Niha jî plana wan bi vî rengî ye.

Kurd ji plana heyî haydar in

Êrîşên li dijî Rojava destpêka hin hesabên li dijî Mûsil û Kerkûkê ne. Ger li Rojava bi ser bikeve û plana xwe pêk bîne, dê dor bê van deveran. Li gorî dîtina min kurdistanî haya xwe ji vê yekê hene. Heman piştî destpêkirina êrîşa li dijî Rojava li hemû parçeyan kurd rabûn ser pêyan û helwest nîşan dan. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar