Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Amed Malazgîrt: Wê zarokên Kurdistanê li ber dijmin çok daneynin erdê

Amed Malazgîrt diyar kir ku dewleta tirk a li hemberî Herêmên Parastinê ya Medyayê êriş dabû destpêkirin wê tu carî negihêje armanca xwe û wiha got: “Gelê kurd û zarokên Kurdistanê wê li hemberî dijmin çok daneynin erdê û stûyê xwe xwar nekin.”

Yek ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt ji radyoya Dengê Welat re axivî. Malazgîrt êrişa dagirker a li ser Herêmên Parastinê ya Medyayê, îxaneta PDK’ê û berxwedana gerîlayan nirxand. Amed Malazgîrt diyar kir ku dewleta tirk ji sala 2015’an û vir ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û gerîla jî bi ruhekî fedaî li hemberî van êrişan li ber xwe dide. Malazgîrt bal kişand ser vî tiştî ku gerîla jî li hemberî operasyonên dagirker çalakiyên xurt dike û wê ji niha û şûnde jî dijmin wê nikaribe bi hêsanî axa Kurdistanê dagir bike.

Malazgîrt ragihand ku dijmin di sala 2021’an de dîsa êrişî Avaşînê kiriye û wiha got: “Armanca vê êrişê ev e ku dijmin Zap û Avaşînê dagir bike û berê xwe bide qadên din ên başûrê Kurdistanê. Gerîlayên PKK’ê jî bi pêngava Bazên Zagrosê bersiv da operasyona dijmin. Bi vî awayî li pêşiya dagirkeriya dewleta tirk girtin. Li Avaşînê ligel ku dijmin bi mehan êriş kir, nekarî têkeve hinek giran. Piştre çekên kîmyewî bi kar anî û xwest encamekê bi dest bixe lê li hemberî berxwedana gerîla dîsa bi ser neket. Diyar e dijmin sala 2021’an dîsa nirxandiye û ji bo ku serfiraziyên sixte biafirîne, ji NATO û dewletên Ewropayê destûr stendiye ku dîsa êrişî ciwanên kurdan bike. Ji bo li hemberî gerîla şer bike ji derve gelek çek stendine. Bi destê NATO’yê çekên qedexe dan dewleta tirk. Di vê operasyonê de çekên wê werin bikaranîn, giş berê hatin amadekirin. Piştî van amadekariyên mezin ji 14’ê Nîsanê heta 17’ê Nîsanê bi balefirên şer bi çekên nû operasyoneke hewayî dan destpêkirin. Bênavber hemû qad bomberdûman kirin. Piştî êrişên hewayî bi alîkariya balefirên şer di 17’ê Nîsanê de xwestin leşkeran deynin gelek qadan. Hevalên me li tu qadê nehişt ku dijmin leşkeran deynin. Hevalan bi çekên di destê xwe de bersiveke xurt dan dijmin. Dijmin neçar ma ji hinek qadan vekişe. Li çend qadên ku ne di zefta me de bû, dijmin leşkerên xwe danî wir. Dijmin li ser xeta Şêladizê leşkerên xwe danî qada Kurojahro. Hêzên îxanetkar pêşengtiya vî tiştî kirin. A niha li qada Kurojahro li ser xeta Çiyayê Reş, Şikefta Birîndara, Karker, Avaşîn, Cîloya Biçûk û Werxelê şerekî mezin heye. Dijmin dixwaze dest deyne ser çend girên stratejîk, hevalên me li hemberî vî tiştî şev û roj bi fedakariyeke mezin li ber xwe didin. Dewleta tirk a ku pişta xwe spartiye teknîkê, hesap dikir gelo wê li hemberî gerîla karibe li ber xwe bide yan na. Lê tiştek hebû ji bîr kiribû, dema ku şer dest pê kir teknîka wan çiqasî xurt be jî, gerîlayên PKK’ê bi ruhê fedaî yê Zîlan û Egîdan çi berdêl were xwestin wê bide lê ew ê berxwedaneke mezin jî nîşan bide. Ji ber vê 8 roj in ji bo ku dijmin negihêje armanca xwe, gerîla têkoşîneke mezin dike.”

Dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar tîne

Malazgîrt anî ziman ku êrişên dagirkeriyê 8 roj in didome û wan heta niha tespît kirine 218 leşkerên tirk mirine û 30 leşker jî birîndar bûye. Malazgîrt diyar kir di vî şerî de wan berdêleke mezin dane û wiha got: “Di van êrişan de gelek hevalên me yên hêja şehîd bûn. Me tespît kir ku 17 hevalên me şehîd bûne. Ji ber zêdebûna şer têkiliya me bi du tîmên me re qut bûye. Me nasnameya hinek hevalên şehîd ragihand, em ê nasnameya hevalên din ên şehîd di rojên pêş de aşkera bikin. Gelê me bivê bizanibe şerekî mezin tê kirin û derbên giran li dijmin tê xistin. Dijmin li herêmê çekên qedexe û yên kîmyewî bi kar tîne. Par jî dijmin li Avaşînê gaza jehrî bi kar anîbû, niha jî li qadên stratejîk li hemberî hevalên me yên berxwedêr gaza jehrî bi kar tîne. Yek ji vê gaza jehrî jî ev e ku dûmana zer jê derdikeve û mirovan dixeriqîne. Ji gazeke din a jehrî dûmaneke reş derdikeve. Dijmin çekên kîmyewî yên qedexe bi kar tîne. Dewleta tirk ev çekên kîmyewî li hemberî dewleteke din bi kar bianiya niha hemû dinya rabûbû ser xwe. Lê dewleta tirk a dagirker endamekî NATO’yê ye û hinek avantajan bi kar tîne. Ji bo tunekirina PKK’ê tawîzan didin her welatan. Ji ber vê dewletên Ewropayê û hêzên herêmî çavê xwe ji bikaranîna çekên kîmyewî digirin. Divê mirovên me yên welatparêz, gelê me yê Kurdistanê bi taybetê gelê me yê bakure Kurdistanê xwedî li zarokên xwe derkevin. Divê her kes înisiyatîfê werbigire û li hemberî vê dagirkeriyê serî hilde. Suleyman Soylû îddîa dike wan PKK qedandine û îradeya yên mane şikandine û hin kesên xwefiroş derdixe ser medyayê û bi wan gotina ‘Em tirk in’ didin kirin û dixwaze xwe serkeftî nîşan bide.”

Divê gelê me barê gerîla kêm bike

Amed Malazgîrt wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bakur di serî de divê gelê me yê li her çar parçeyê Kurdistanê baş bizanibe, şerê li Zap û Avaşînê tê kirin ji şerê li Ukraynayê mezintir e. Ji ber ku dewleta tirk guh nade kesî, çiqas çekên qedexe û kîmyewî hebe, hemûyan bi kar tîne. Pêdiviya gerîla ev e ku gel xwedî li vê dozê derkeve. Bêguman gerîla dizane ji roja ku şer dest pê kiriye gel li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê rabûye ser xwe. Rast e lê ev têr nake. Bi taybetî li Bakur, girtin û êriş heye. Ma gelo çî me ma ye ku em winda bikin! Divê gelê me dakeve qadan. Bi taybetî gelê Amed û Bakurê Kurdistanê divê pêşengtiyê ji her parçeyê Kurdistanê re bikin. Bendewariya me ji gelê kurd û ciwanên wê ev e. Hinek kes bi devê îxanetkaran diaxin, dibêjin li Bakur evqasî êş hate kişandin ji ber vê wisa ye. Lê ev ne rast e, dixwazin meseleyê biguherînin.”

Yek ji Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt wiha got: “Kesên xwedî şeref û wijdan ên ku dixwazin doza Kurd û Kurdistanê bi ser bikeve, ji bo parastina gerîla çi ji destê wan tê, divê bikin. Dijmin hem zarokên vî gelî şehîd dike, hem jî dibêje ew terorîst in û hem jî dibêjin tirk-kurd birayên hev in. Ev çi kar e? Divê dewleta tirk jî zirarê bibîne. Divê xwîşk û dayîkên van tirkan jî biêşin. Yanî divê şer derbasî Tirkiyê bibe. Çi pêwîst be divê bê kirin. Kî dikare ji şewitandinê heta kuştinê zirarê bide vê dewleta tirk a dagirker, çi ji destê wan tê bila bike.”

Malazgirt wiha axaftina xwe domand: “Me baweriya xwe ji xeta Rêber Apo girt. Gelê me yê welatparêz di zindanên dewleta dagirker de şehîd dikeve. Ji aliyê gardiyanan ve rastî êrîşan tên. Diyar e ew gardiyan li ku dijîn, malên wan û li ku geriyane. Çawa dikarin azad bigerin? An jî navnîşan, mal û milkên van polîs û jendirmeyan tê zanîn. Çawa bi serbestî tevdigerin? Di salên 1990’î de jî tevî ku dewleta tirk ewqas hovane êrîş dikir, dijmin nikaribû li Kurdistanê ewqas rehet bijî. Divê niha ji wê demê xerabtir be. Jixwe Erdogan ji vê nêzîkatiyê cesaret girtiye. Divê her kurdekî dilşikestî dijmin biêşîne da ku dilê wan bişewite. Di vê xalê de divê ciwanên kurd bersiva dijmin bidin û barê gerîla kêm bikin. Heta dereng nebe divê li hemû herêmên Bakur şer bê meşandin. Li metropolên Tirkiyeyê û parçeyên din ên Kurdistanê jî divê gelê kurd li hemberî dijmin xwedî helwest bin.”

Serkeftin dê ya PKK û gelê Kurdistanê be

Amed Malazgîrt di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dizane ku hin kes ji ber hovîtiya dewleta tirk di demên borî de ji artêşa tirk ditirsin jî hene. Lê yên ku ji dewleta tirk natirsin kurdên azad, welatparêz û gerîlayên PKK’ê ne. Dewleta tirk vê yekê baş dizane. Lewma ji bo şikandina vê îradeyê her tiştî dike. Çi dibe bila bibe, ne gerîlayê kurd û ne jî zarokên Kurdistanê wê stûyê xwe xwar nekin, wê çong daneynin, mirin hebe jî ji bo Kurd û Kurdistanê mirinek bi rûmet e. Şehadeta di vî şerî de ji bo me û gelê kurd rûmet e. Gelê kurd bi zarokên xwe serbilind e. Çawa ku dewleta tirk ji bo vî şerî hemû sazî, çapemenî û medyaya xwe seferber kir û muxalefetê jî anî ser yek xetê, her kesê ku ji xwe re dibêje ez kurd im an jî kurdistanî me, ji kîjan eslê xwe dibe bila bibe divê yekîtiya xwe ava bikin û li dijî dagirkeriyê bisekinin. Ev erka her kesê Kurd û Kurdistanê ye.”

Yek ji Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: “Encam çi dibe bila bibe em ê çend berdêlên giran bidin ku niha jî em didin, yê bi ser bikeve wê gerîlayê PKK’ê, gelê kurd û gelê Kurdistanê be. Ji ber vê yekê em gerîlayên ku bi şev û roj, bê razan û bêhna xwe di şert û mercên dijwar de li çeperên şer li ber xwe didin û têdikoşin, silav dikin. Dîsa gelê me yê li çar parçeyan, gelê me yê li Ewropayê û dostên me serê şev û roj li ber xwe didin û xwedî li gerîla derdikevin. Em wan silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar