Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Amed ranezê deng bide zindanan’

Dayikên girtiyan ji bo ku balê bikişînin ser rewşa zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de, li Amed, Stenbol û Kocaeliyê daketin qadan. Tevî astengiyên polîsan jî, dayikan çalakiyên xwe pêk anîn. Dayikên Laçik Spî yên Amedê di çalakiyê de dirûşmên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ û ‘Amed ranezê deng bide zindanan’ berz kirin

Dayik û malbatên girtiyan ên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û rojiya mirinê de ne, ji bo piştgiriya bi daxwazên zarokên xwe û bal kişandina ser rewşa wan, li Gebze, Stenbol û Amedê daketin kolanan. Malbatan tevî dorpêça polîsan jî çalakiya xwe pêk anîn û xwestin ku tecrîd bi dawî bibe û zarokên wan bijîn.

Di vê çarçoveyê de dayik û malbatên girtiyan di roja 24’an de jî li Esenyurt a Stenbolê çalakî li dar xist. Malbatên ku di serî de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Esenyurtê kom bûn, heta qada Esenyurtê meşiyan. Malbat li qada Esenyurtê heta demekî li ser bankan rûniştin. Dema ku malbatan li qadê çalakiya rûniştinê pêk anîn, ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan nasnameyên kesên çalakî li dar xistin di GBT’ê re derbas kirin. Welatiyên xwestin mijarê hîn bibin jî rastî tundiya polîsan hatin. Piştî çalakiyê jî malbat heta avahiya HDP’ê ya Esenyurtê meşiyan û banga hestiyariyê kirin.

Dayik di roja 41’emîn de jî li Gebzeyê bûn

Malbatên girtiyan di roja 41’emîn de jî xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê çalakiya xwe pêk bînin. Malbat di serî de li ber avahiya HDP’ê ya Gebzeyê kom bûn. Di çalakiyê de parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu û parêzer jî amade bûn. Malbat piştre jî li erebeyên xwe siwar bûn û ber bi girtîgehê ve ketin rê. Lê polîsan careke din dayik asteng kirin. Di navbera malbat û polîsan de nîqaş derketin. Malbatan got ku dê sibê careke din bên ber deriyê girtîgehê. Her wiha polîsan destûr nedan ku rojnameger dîmen û wêneyan bikişînin.

‘Leyla Guven rûmeta me ye’ 

Bi heman boneyê Dayikên Laçik Spî yên Amedê jî îro li Parka Koşuyolu ya Rezan a Amedê kom bûn. Dayik bi wesayîtên TOMA û polîsan hatin dorpêçkirin. Dayikan li parkê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Polîsên ku bi TOMA’yan dayik dorpêç kirin, bi ekzoza TOMA’yê dayik di bin dûxanê de hiştin. Her wiha polîsan nehiştin ku rojnameger dîmen û wêneyên dayikan bikişînin. Dayikan di çalakiyê de dirûşmên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ û ‘Amed ranezê deng bide zindanan’ berz kirin. Çalakiya dayikan berdewam e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar