Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Nameya Guven: Dê berxwedan bi ser keve

HDP bi armanca balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mîtîngê pêk anî. Di mîtîngê de nameya Leyla Guven hat xwendin û Guven got ku bi bawerî û vîna xwe dê  berxwedana xwe  bigihînin serfiraziyê û tecrîdê hilweşînin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma “Demokrasî, Aştî û Azadî” mîtîngekê pêk tîne û bi hezaran welatî li qadê kom bûn.

Mîtînga ku ewlekariyek zêde lê hatiye girtin, welatî ji sê aliyên Sûr, Rezan û Ofîsê ketin qada mîtîngê. Pankartên “Leyla Guven mafdar e”, “Em dayik in û em alîgirê cîhanek bê şer in”, “Dê li dijî şer, OHAL û KHK’an aştî qezenc bike”, “Vîna gel tune nayê hesibandin û vîna gel nayê xespkirin” û “Jin jiyan azadî” bi qada mîtîngê ve hatin kirin.

Çar aliyên Amedê diherikin qada mîtîngê

Welatî ji çar aliyên herêmê ber bi qada mîtîngê ve herikîn. Rêxistinên kedê, saziyên civaka sivîl, Partiyên siyasî, dayîkên aştiyê, kesên di teqîna mîtînga HDP’ê ya 5’ê Hezîrana 2015’an de birîndar bûn û komên alîgirên Amedsporê jî beşdarî mîtîngê bûn.

‘Leyla Guven rûmeta me ye’

Bi hezaran welatiyên ji çar aliyên herêmê, berê xwe dan Qada Îstasyonê, bi berzkirina dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye”, “Bijî berxwedana zindanan” û tilîliyan dikevin qada mîtîngê.

Bi hezaran welatiyên ku berî mîtîng dest pê bike qada mîtîngê tije kirin, bênavber dirûşman berz dikin û li ber muzîkê govend gerandin.

Di mîtîngê de nameya Leyla Guven hate xwendin. Name ji hêla parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag ve hate xwendin. Nameya Leyla Guven wiha ye:

”Gelê me yê hêja, hevrêyên jin ên xweşewîst

Rûyê ronî yê Amed, Serhed, Botanê

Yek bi yek we hemûyan silav dikim, di vê pêvajoya dijwar lê dîrokî de ya ku niha em tê de ne, ez dixwazim careke din diyar bikim, ez bawer dikim ku em ê bi hev re bi ser bikevin.

Tecrîda li ser rêzdar Ocalan, li pêş mayindebûna aştiya civakî asteng e. Rêzdar Ocalan di avakirina aştiya civakî de aktorekî girîng e. Ev bi ceribandinên teorîk û pratîk ê ku kirî gelek caran çespand. Ji bo vê jî civak hay ji van hemû rastiyan heye. Ji ber ku encamên çak ên ku bi pêkhatina daxwaza min  wê derkevin dibînin û dizanin, hê ji roja pêşî ve, li hundir û derve ji 7 saliyan bigirin heta bi 70’ê saliyan lê xwedî derketin.

Bi vê maneyê em bawer dikin ku min û me, yên li hundir me dengê xwe da bihîstin û li ser xaleke diyar em ê encamê jî bigirin.

Ev gelê berxwedêr, jinên dildarê azadî û demokrasiyê, ciwan, bi rista ku ji Dehaq û vir ve li dijî yê zalim radibin, careke dî jî wê bi vê rista xwe rabin û berdêla wê çi dibe bila bibe bi ser bikevin. Bi bawerî û vîna xwe em ê  dawiya vê berxwedana xwe  bigihînin serfiraziyê. Di van rojan de ku em ji pêvajoyên dîrokî derbas dibin, di nav hemû şertan de û li gel bêderfetiyan, bi gotineke ku di cih de be, bi hilweşanindina dîwaran bi hiş û vîna azad pevhigîna me,  bi hemû hêlên xwe yên nikarin werin dîlgirtin, avakirina zemînên ku em xwe lê vebêjin, ji bo min, derbirîna moral û coşeke mezin e.

Ez  diyar dikim, rasteqîniya jiyana ku di ber de bimirim hildimijim û ez di qonaxake wiha de me ku bi dilxweşî di vê rêyê de mirinê dikarim hembêz bikim. Di van rojên berxwedanê de, ji pişt dîwaran bi baweriya ku em ê bi ser bikevin we silav dikim, bi germahiya hevrêbûnê dilê we yê şoreşger hembêz dikim.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar