Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Amedî ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan meşiyan

Amedî li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer ên ji aliyê AKP-MHP’ê tên meşandin daketin kolanan û tevî hemû astengiyên polisan jî meş li dar xistin.

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û polîtîkayên şer, bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Parêzerên ji bo Azadiyê (OHD) û Meclisa Dayikên Aştiyê li Amedê hat şermezarkirin.

Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê û gelek welatî li Çerxerêya Oryil a li hêla Parka Koşuyoluyê, li Bîrdariya Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê û li Batikentê kom bûn. Ji bo ku girse negihije hev, polîsan hemû rê dorpêç kirin. Girseya ku bertek nîşanî dorpêça polîsan da, gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.

Ciwanekî bi gotinên “Em vê zilmê qebûl nakin, hûn dê li dadgehan bên darizandin” bertek nîşanî dorpêça polîsan da. Ji xizmên girtiyan Reşahat Ada ku ev demeke Nobeta Edaletê digire jî wiha got: “Tekane daxwaza me edalet e. Ji bo ku bêedaletiya li Tirkiyeyê bi dawî bibe em îro hatine vê derê.” Her wiha ji xizmên girtiyan dayika Ciwan Boltan, Nazîme Boltan jî got ku tekane daxwaza wan edalet e.

Tevî hemû astengî û binçavkirinên polisan jî gelek kes li Amedê daketin kolanan û li gelek deverên bajar li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan, polîtîkayên şer û îşkenceya ku li girtîgehan li girtiyên siyasî tê kirin, şermezar kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar