Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Amedî: Tu ferqa PDK’ê ji AKP’ê tune ye

Şêniyên Amedê bertek nîşanî PDK'ê dan ku di êrişên li ser Herêma Kurdistana Federe de piştgiriya Tirkiyeyê dike û wiha gotin: “Tu ferqa PDK'ê ji AKP'ê tune ye."

Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) di 17’e Nîsanê de êriş bir ser Zap, Avaşîn û Metina yê. 22 rojin şer bênavber didome. Bertekên li dijî vî PDK’ê didomin. Amediyan bertek nîşanî hevkariya PDK’ê dan û alîkariya wê wekî “bêbextiyê” pênase kirin.

Welatiyê bi navê Hasan Kaya, anî ziman ku dewlet ji bo berjewendiya xwe şer derdixe û aloziyê çêdike û ev yek jî dibe sedema kriza aborî û xizanîyê. Kaya got: “Desthilatdarên ku dewletê bi rê ve dibin jî kesên dewlemend û çete ne. Kedxwarî û xwinmijiyê dikin.”

Kaya, di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku armanca Tirkiyeyê avakirina avakirina Împaratoriya Osmanî ye û ji ber we jî li her derî êriş dikin. Kaya, bal kişand ser hevkariya PDK  û Tirkiyeyê jî û wiha got: “Tu ferqa PDK’ê ji AKP’ê tune ye. Ji ber ku her du alî jî berjewendiyên şexsî û malbatî diparêzin. Armanca dewletê ew e ku osmaniyan dîsa ava bikin. Ji ber fikra osmanîyan êrişê dibin ser her derî. Îro jî aboriya xwe têk çûye. PDK jî hevkarê modernîteya kapîtalîst e. Ji bo kurdan tiştekî nakin. Dema em li dîroka PDK jî dinêrin her tim îxanet li gelê kurd kirine. Mînakên xwe jî pir in. PDK ne partiyek kurdan e. Îro Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava tevahî tek biçin jî ne xema wan e. Ji ber ku li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Ne ji bo gelê kurd. Îro li Tirkiyeyê û çend devaran pereyö gel revandıne. Ew pere ji gelê kurd dizîne. Divê gel jî lı hemberî vî şerî bitêkoşe.”

 ‘Dijmine bav û kalan nabe doste lawan’

Welatiya bi navê Sadîka Çîçek a temenmezin jî diyar kir ku bi salane di nav şer de dijîn û bi şer jî tiştek çareser nabe. Çîçek bal kişand ser dijmintiya dewletê û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re û ev tişt anî ziman: “Dijmine bavan nabin dostê lawana. Barzanî jî bi alîkariya dijminan îxanetê li gelê kurd dike. Ne birayê me ye birayê xayinan e. Ne birayê xayinan bûna îro hevkarî bi dijminan re nedikir. Li hemberî vî şerî jî bila ciwan rabin ser lingan, êdî ji me derbas bû.”

 ‘Dewlet dixwaze tevahî kurdan tune bike’

Welatî Salih Fîdan jî destnîşan kir ku sedema qirîza aborîyê polîtikayên şer in û şer bisekine wê krîz jî çareser bibe. Fidan anî ziman ku armanca dewletê tunekirina kurdan e û wiha pê de çû: “Dewlet dijminê tevahî kurdan e. Dixwazin ku hemû kurdan tune bikin. Lê kurd jî tu carî tune nabin. Çareserîyek pêwîst e. Bi şer tiştek çareser nabe. Divê bi rêya diyaloge ev şer çareser bibe.”

‘Sedema êrîşan dijminatiya bi kurdan re ye’

Welatî Denîz Polat bi bîr xist ku desthilata AKP’ê bi gotina ‘Ez ê pirsgireka kurd çareser bikim’ bû desthilatdar û niha jî desthilatdariya xwe bi êrişên li ser kurdan didomîne û wiha got:  “Min tenê carekê deng da AKP’ê ew jî ji bo ku pirsgireka kurd çareser bike. AKP bi gotinên ez ê pirsgireka kurd çareser bikim bû desthilatdar, lê îro em lê dinêrin desthilatdariya xwe bi êrişên li ser kurdan didomîne. Desthilata AKP jî ji şer re budçe vediqetîne. Sedema qeyrana aborî jî polîtikayên şer in. Sedema erişan jî dijminatiya bi kurdan re ye. Dema yek bi îngilizî diaxivê an jî bi zimanekî din pirsgirek rû nadin lê dema kurd bi zimanê xwe diaxivin pirsgirek e. Ev jî nîşaneya dijmintiya li hemberî gelê kurd e.”

‘Sedema qeyrana aborîye polîtîkayên şer in’ 

Welatî Alî Uyan jî bal kişand ser krîza aborî û bi van gotinan polîtikayên desthilata AKP ên şer rexne kirin: “Dinya ya her kesî ye, gerek her kes wekhev û azad bijîn, divê şer tune be. Şer dibe sedema qeyrana aborî jî. Ji ber ku budçeya heyî ji şer re tê veqetandin, krîza aborî kûr dibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar