Serokê Kluba Amedspore Metîn Kilavuz bersiv da îdiayên Soylu û got ku îdiayên Soylu bêbingehin. Kluba Amedsporê jî bang li her kesî kir ku ji bo xwedîderketina li kluba xwe sibe bên maça di navbera wan Yenî Çorumsporê de
Wezîre Karên Hundir a Tirkiyeyê Suleyman Soylu ku her tim bi gotinên xwe yên sosret di rojevê de ye, demek berê li van îdiayên xwe yên sosret yeke din lê zêde kir. Soylu vêcarê jî Kluba Faaliyetên Sporê ya Amedê hedef girt û got; ‘Pereyê Kluba Amedsporê ji hêla hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ve tê şandin.’ Îdiayên Soylu weke fermana destwerdana Kluba Amedsporê hate xwendin.
Îdiayên Soylu di heman demê de rastî bertekên rêveber û alîgirên Amedsporê jî hat. Têkildarî mijarê serokê Kluba Amedsporê Metîn Kilavuz bersiva idîayên Soylu da. Kilavuz bang li alîgirên Amedsporê kir ku xwedî li kluba xwe derkevin. Klavuz got ku îdiayên Soylu bêbingehin û ji xwe her dem kluba wan bi astengiyan re rû bi rû ye.
‘Spor ne li ser maseyê, li qadê xweş e’
Kilavuz bi domdarî anî ziman ku mufetîşên dewletê ji xwe her gav lêkolînan dikin û di encamê de tu tiştekî derveyî qanûnê derneketiye holê. Kilavuz di malpera xwe ya civakî de jî parvekirineke wiha kir: “Spor ne li ser maseyê, li qadê xweşe. Cihê ku spor lê hebe li wir jiyan heye.”
Ji Amedsporê bang
Di heman demê de Amedsporê jî bang li alîgirên xwe kir ku di lîstika sibê (1’ê kanûnê di roja yekşemê de) ya di navbera wan û Yenî Çorumsporê de her kes amade be. Tîma Amedsporê destnîşan kir ku divê yek kursiyek, yek ciyek li stadyumê vala nemîne.
Amedsporê wiha bi dawî kir: “Dê bihayê bilêta lîstika sibê ya di navbera tîma me û ya Yenî Çorumsporê de tenê lîreyek be. Divê her kes were û maçê temaşe bike. Bi vê yekê jî piştgiriyeke xurt bide kluba xwe.”