Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Amerîka kurdan naparêze

Mijara mana Amerîka û vekşîna wê ji Sûriyeyê dem bi dem dikeve rojevê û armanca sereke ji wan agahî û nûçeyan jî rojavayê Kurdistanê ye. Li gorî hin çavkaniyan, kesên ku agahiya “wê Amerîka xwe ji Sûriyeyê vekişîne” derbas kir, têkiliya wan û dewleta tirk heye û hevdîtinên wan li gel opozisyona Sûriyeyê ya ser bi Tirkiyeyê  berî belavbûna wan nûçeyan çêbûye.

Niha dema em bala xwe bidin herêma lê alozî heye (Sûriye û Iraq) em dibînin ku hêzên aşkera di nava pêşbaziya ka kî zêde dever an jî çavkaniyên aborî bi dest bixe, ew in Amerîka, Rûsya, Îran û Tirkiye jî di nava wan de dixwaze ji xwe re tiştekî qezenc bike. Ew alî ne bi şer û zextê be, wê gav şûnde navêjin û navêjin jî. Mijar ne parastina kurdan e, ne jî parastina tu aliyên din e. Lê her aliyek bi hebûna hêzên li ser erdê dixwazin mana xwe rewa bikin.

Ew werin ser mijara xwe ya sereke ku ew jî kurd in û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Balyozê DYA yê li Sûriyeyê yê berê Robert Ford, piştî gutegotên li ser vekişîna DYA û hevkariya wê ya bi kurdan re, di hevpeyvîneke televizyonî de got; “Amerîka tu sozên parastina kurdan ji Tirkiyeyê ne dane”. Ev gotinên Ford sedî sed rastin û mesajin ji aliyên ku dibêjin ji ber Amerîka li wir e û nahêle, lewma dewleta Tirk êrîş nake. Ya rast, dewleta tirk êrîşên xwe tu carî ranewestandine û ew jî bi hemahengiya bi Amerîka re tên kirin. Li ser vê rastiya hewlesta Amerîka, Fermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî jî herî dawî gotibû; “ne rasterast bê jî, di bin re erêkirina Amerîka ji van êrîşan re heye.” Ma em bala xwe bidin hemû daxuyaniyên Amerîka yên li ser êrîşên dewleta tirk, em ji bilî “divê leşkerên amerikî nekevin xeteriyê” dibînin?” Na, heta niha yek daxuyaniya ku kêmek be jî aciziya Amerîka ji êrîşên Tirkiyeyê xuya bike, derneketiye.

Amerîka ji armancên hebûna wê mijara Îranê ye ku her bûye rojev çawa rê li pêşiya wê bigre. Lewma em dibînin di sêgoşeyan de xwe bi cih kiriye ku ew jî Urdin, Iraq û Sûriye. Gelek caran operasyona ku Amerîka dixwaze di bejahî de ji Dêrazorê heta baregeha Tenevê ya li çolistana Sûriyeyê li ser sînorê Iraqê bike hatiye ziman. Her cara ev operasyona hatiye ziman, hêzên ser bi Îranê ve êrîşî baregehên Amerîka yên li Sûriyeyê bi taybet kirine. Ev jî vê rastiya şerê di navbera aliyan de tîne ber çavan.

Ya li dawiyê dixwazim bibêji, Amerîka parastina kurdan ji Tirkiyeyê nekiriye û nake. Ev yek aşkeraye û divê li ser vê yekê hêvî nebin. kurd karibin xwe biparêzên, wê parastî bin, rêveberiya xwe baş bikin wê geştir bibe projeya wan û têkiliyên xwe xurt bikin wê werin qebûlkirin. Ne Amerîka, ne tirk û ne jî Rûsya û Îran, ne kurdan û ne jî ereban naparêzin. ew berjiwendiyên xwe diparêzin.

Nûçeyên Têkildar