PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Amîne Xidro: Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe

Amîne Xidiro der barê pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de wiha got: “Divê sîstema qirkirin û êşkenceyê bi dawî bibe û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe. Rêber Apo nûnertiya hemû gelan dike û bûye sembola aştiyê."

Dostên kurdan di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendan pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Pêngava azadiyê ya cîhanî di sala duyemîn de ji Kurdistanê heta Rojhilata Navîn, Ewropa û Amerîkaya Latîn bi hemû hêza xwe didome. Berdevka Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Apo ya Helebê Amîne Xidiro derbarê xebatên pêngava azadiyê yên li Sûriyeyê agahî da.

Berdevk Amîne Xidiro di destpêka axaftina xwe wiha got: “Di destpêkê de pêngavên komkirina îmzeyan li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin. Piştre hemû pêkhateyên li herêmê bi vê pêngavê rabûn û ev pêngav berfireh bû. Li hundirê Sûriyeyê jî pêngavên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo belav bû mîna bajarên Laziqiye, Siwêda, Helebê û gelek çalakiyên piştgiriya vê pêngavê hatin lidarxistin. Li Misrê jiyana Rêber Apo tê şîrovekirin û gelek panelên elektronîk û panelên pênasekirina fikir û felsefeya Rêber Apo hatin lidarxistin. Girîngiya fikrê Rêber Apo di çareserkirina dozên girêdayî Rojhilata Navîn û dewletên Ewropayê jî hat nîqaşkirin. Li dewletên Ewropayê jî ev pêngav gelekî belav bû û gel li wan deran li dijî rûyê sîstema qirkirin û îşkenceyê ya li dijî Rêber Apo sekinîn. Çalakiyên li Ewropayê dengek mezin vedan, gihîşt astekê yekîtiya Ewropayê û CPT behsa doza Rêber Apo bikin.”

Amîne Xidiro bal kişand bêdengiya CPT ya li dijî tecrîd û êşkenceya ku li Îmraliyê didome û ev yek anî ziman: “Bêdengiya CPT der barê rewşa Rêber Apo de û qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran sîstema qirkirin û êşkenceyê ji dewleta tirk a faşîst hêsan dike. Rêber Apo girtiyekî siyasî ye û divê mafê wî di hundirê girtîgehê de hebe û karibe parêzerên xwe bibîne. Divê sîstema qirkirin û êşkenceyê bi dawî bibe û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe. Rêber Apo nûnertiya hemû gelan dike û bûye sembola aştiyê.”

Amîne Xidiro dwiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî belavbûna fikrê Rêber Apo li Rojhilata Navîn û cîhanê em dibînin çawa gel azadiya xwe bidest xistine. Ji ber wê di nav çalakiyên li Rojhilata Navîn hatine lidarxistin insiyatîfeke Amazîxî ji aliyê Meclîsa Amazîxan ya cîhanî ve hat damezrandin. Ji ber dîtin tiştê Rêber Apo parastina azadiya wan û hemû gelan dike. Her wiha dozên jinan û dozên siyasî yên paşguhkirî û doza kurdan jî dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar