Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Amûrên şer ên li ser Tirkiyeyê têne kêmkirin

Swîsre ku di 6 mehên pêşî yên 2019’an de bihayê 272 milyon û 690 hezar û 837 Frankî amûrên şer firotî, amûrên şer ên ku difirote Tirkiyeyê kêm kir.

Li gorî rapora Sekreteryaya Dewletê ya ji Aboriyê Bepirs a Swîsreyê (SECO) Swîsre di 6 mehên pêşî yên 2019’an de, bihayê 272 milyon û 690 hezar û 837 Frankî malzemeyên şer firotine 58 welatan.

Dibe ku firotina amûrên şer a ji bo Tirkiyeyê bê rawestandin 

Swîsre ku 2017’an bihayê 65 hezar û 2018’an bihayê 95 hezar Frankî amûrên şer firotî Tirkiyeyê, di 6 mehên pêşî yên 2019’an de tenê bihayê 2 hezar û 400 frankî amûrên şer firotine Tirkiyeyê. Li gorî salên berê dema ku mirov li rapora firotinê dinêre, bala mirov dikişîne ku di firotina amûrên şer de li ser Tirkiyeyê kêm kirine.

2017’an ji ber ku rêjeya firotina amûrên şer ên ji bo Tirkiyeyê zêde bû, derdorên demokratîk ên li welat ketin nava liv û tevgerê. Gelek parlamenterên ku bal kişandibûn ser şerê Tirkiyeyê yên li dijî kurdên li bakurê Kurdistanê û Rojava, mijar anîbûn rojeva parlamentoyê û ji Konseya Federal xwestibûn ku malzemeyên şer ên difiroşin Tirkiyeyê bidin sekinandin.

Li gorî rewşa şer nirxandin 

Swîsre qedexe kiriye ku amûrên şer bide welatê ku şerê navxwe lê ye, yan jî bide wan welatên ku amûrên wan di şerê navxwe de werin bikaranîn. Swîsre her çendî Tirkiye nekiribe nav vê lîsteyê jî, firotina amûrên şer ên li ser Tirkiyeyê sînordar kiribû.

Konseya Federal a Swîsreyê dema ku bersiv dayî pêşniyaznameya têkilî mijarê ya parlamentera Partiya Çepgir Fehlmann Rîellle, destnîşan kir ku di rewşa heyî de tenê ji bo pergalên berevaniya hewayî parçeyên zêdek û ji bo ewlehiya dîplomatên tirk demanceyan difiroşin Tirkiyeyê.

Konseyê her wiha diyar kir ku ji ber sedema rewşa şer a li Tirkiyeyê û nearamiya li herêmê, li gel daxwaza ku tê kirin jî gelek malzemeyên şer nafiroşin Tirkiyeyê.

Derdorên çepgir û demokrat ên li welat dibêjin ku ev sînordarkirin kêm e û divê  firotina hemû malzemeyên şer ên ji bo Tirkiyeyê were rawestandin. CENEVRE 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar