PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Anderson: Em ê li her qadê daxwazên ji bo Ocalan biparêzin

Parlamentera îrlandî ya di PE’yê de Martîna Anderson serdana Leyla Guven kir. Anderson got ku daxwazên Guven, daxwazên dikarin bên pêşwazîkirin û bang li raya giştî kir ku ji bo vê bikevin nava tevgerê. Anderson diyar kir ku ji Guven pir bandor bûye û da zanîn ku dê li her derê daxwazên çalakvanan biparêzin

Berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 105’emîn de didome. Piştî serdana Şandeya Aştiyê ya Navneweteyî, ji Partiya Sînn Feîn Îrlanda, Parlementera Îrlandayê ya Parlamentoya Ewropayê (PE) Martîna Anderson Guven li mala wê ziyaret kir. Anderson di 13’ê çileyê de jî ji bo piştgiriya bi Guven re hatibû Amedê. Anderson Guven li mala wê ziyaret kir. Anderson berê jî xwestibû Guven li girtîgehê ziyaret bike lê ev daxwaza wê nehatibû qebûlkirin.

Anderson ku 13 salan di girtîgehê de maye û şahidiya grevên birçîbûnê yên sala 1981’an kiriye ji MA’yê bi Ozgur Paksoy û Mehmet Şah Oruç re axivî. Martîna Anderson got ku dê têkildarî tecrîda li ser Ocalan di asta navneteweyî de xebatan bimeşînin û wiha dom kir: “Ji sala 2011’an ve destûr nayê dayîn ku Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Ev bêhiqûqî ye. Der barê tenduristiya Guven de fikarên min hene. Pir kîlo daye. Ji ber biryardariya wê jî ez pir bandor bûm. Bi Guven re 315 kesên din jî di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Leyla dixwaze ku di qada navneteweyî de zext li Tirkiyeyê bê kirin ku ev bêhiqûqiya tecrîdê bi dawî bibe. Bangên wê yên ji bo CPT, Ewropa û Konseya Ewropayê di vî warî dene. Niha Yekitiya Ewropayê, Tirkiye weke welatekî ne bi ewle pênase kiriye. Weke welatekî hiqûq û demokrasî lê tune ye ragihandiye. Rewşa Leyla Guven nebaş e û em bang li qada navneteweyî dikin da ku rabin ser pêyan.”

Daxwazên Guven

Di berdewamê de jî Anderson ku şahidiya çalakiya greva birçîbûnê ya sala 1981’an a Îrlandeyê kiriye wiha dibêje: “Di çalakiyên greva birçîbûnê ya Îrlandayê de 10 kesan jiyana xwe ji dest da. Lê tevî vê jî çalakî bi dawî nebû. Wê serdemê 5 daxwaz hebûn. Lê hikûmeta ingilîz gav neavêtin. Daxwazên Guven dikarin bên pêşwazîkirin. Guven û 315 kes di greva birçîbûnê de ne. Divê raya giştî û qada navneteweyî balê bikişîne ser vê. Tekane daxwaza Leyla Guven ew e ku dewlet qanûnên xwe bi cih bîne. Dixwaza birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.”

Ji Leyla Guven bandor bû

Herî dawî jî Anderson ev tişt anî ziman: “Ez ji Leyla Guven pir bandor bûm. Min dixwest destên wê bigirim. Pir biguman û hestiyar bûm. Ez ji vîna jineke 55 salî ya ji bo kesekê 70 salî li ber xwe dide, pir bandor bûm. Em ê heya dawiyê hewl bidin, bibin dengê Leyla Guven û çalakvanên din. Li hemû qadan em ê van daxwazan biparêzin. Em ê mafên birêz Ocalan biparêzin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar