Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Andok: Hilbijartin parçeyek şer e qonaxeke lew ra divê faşîzma têk biçe’

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok diyar kir ku di vî şerî de berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurd, Gerîlayên Azadiyê û Rêber Apo nehişt ku ew encamê bi dest bixin û got: “AKP-MHP’ê Welatekî wek bexçeyê gelan kiriye goristana gelan û dixwazin goristanên nû ava bikin. Divê teqez ev faşîzm ji holê bê rakirin.”    

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok pêvajoya hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê yên 14’ê Gulanê ji ANF’ê re nirxand.

Xebat Andok bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di vê pêvajoya hilbijartinê de bêhtir hatiye şidandin û got, “Ya rast şidandina tecrîdê ne tenê vê demê ye. 26 meh in bi tu awayî agahî ji Rêberê me nayê wergirtin. Ev yek radixe pêş çavan bê tecrîd çiqasî hatiye mayîndekirin.”

Xebat Andok nîqaşên li ser Abdullah Ocalan ên di vê dema hilbijartinê de têne kirin bi bîr xist û got, “Gelek nîqaş li ser Rêber Apo têne kirin. Nîqaşên gelekî bêexlaq in. Bêgûman her kes bi rengekî cûda Rêber Apo fêhm dike. Fêhmkirina gelê kurd cûda ye, fêhmkirina faşîzma AKP-MHP’ê, rejîma qirker cûda ye. Fêhmkirina Tifaqa Millet ku weke mûxalefeta nava sîstemê dikare bê pênasekirin, hinekî din cûda ye. Her kes qala Rêber Apo dike. Parêzerên Rêber Apo daxûyanî dan. Diyar kirin ku nabe Rêberê me bi tu awayî weke amûrekê bê nirxandin. Daxûyaniyek di cih de ye. Dawiya dawî rejîma qirker, mûxalefeta nava sîstemê giraniyê didin ser vê mijarê. Li ser bingeha polîtîkayên xwe dinirxînin. Li ser Rêber Apo, li ser gelê kurd, li ser PKK’ê bi ser hev ve diçin. Lewma propagandayeke gelekî qirêj, bêpîvan dikin.”

‘Hilbijartin qonexeke şer e divê bi vî awayî fêmkirin’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok anî ziman ku di halê hazir de pêvajoyeke hilbijartinê heye, lê belê ji daxûyaniyên rayedarên rejîmê tê dîtin ku hilbijartin di çarçoveya şer de tê kirin. Xebat Andok got, “Belê, hilbijartin parçeyek ji şerê heyî ye, mîna qonaxeke wê ye. Di vî şerî de berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurd, Gerîlayên Azadiyê û Rêber Apo nehişt ku ew encamê bi dest bixin. Bi ser neketin. Dixwestin ku sala 2022’yan bi temamî biqedînin û bi temamkirina qirkirina kurdan, bi tasfiyekirina PKK’ê û eciqandina Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dest bi sala 2023’yan, yanî sala 100’emîn a Komarê bikira. Armanc ji êrîşên li ser başûrê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê, rojavayê Kurdistanê û bakûrê Kurdistanê bi vî rengî bû. Di bingeha êrîşên topyekûn de ev hebû. Lewma helwesta wan a di vê hilbijartinê ku ji bo jinûve hilbijartinê piştgiriyê dixwazin, radixe pêş çavan bê di vî şerî de çawa têk çûne. Xwestin, ji xwe re kirin armanc lê nekarîn bi ser bixînin. Bi serkeftina di hilbijartinê re qaşo destûrê ji gel dixwazin ku qirkirina di sala 2015’an de dan destpêkirin bigihînin encamê.”

Xebat Andok rewş ji aliyê Tevgera Azadiyê û gelan nirxand û got, “Ji aliyê me ve şert û mercên Şerê Cihanê yê 3’emîn hem derfetên mezin ên azadiyê pêşkeş dikin, hem jî xeteriyên xwe yên gelekî mezin hene.”

‘Têkçûne faşîzma AKP-MHP’ê wê bê wateya têkçûna PDK’ê û komplogeran’

Xebat Andok diyar kir ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de serkeftina Tifaqa Ked û Azadiyê wê di asta şoreşa demokratîk de guhertinên mezin pêk bîne û wiha dewam kir, “Ji ber ku hêzên li hember têdikoşin, ew hêz in ku faşîzma AKP-MHP’ê temsîl dikin. Hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst in ku di şexsê wan de dixwazin Komploya Navneteweyî bi ser bixînin. Ya ku têk biçe wê ne tenê faşîzma AKP-MHP’ê be. Di şexsê faşîzma AKP-MHP’ê de wê polîtîkayên qirkirinê yên sed salî têk biçin. Danheviya sed salî, di şexsê faşîzma AKP-MHP’ê de li hemberî gelê kurd hate bikaranîn. Her cûre kiryarên ku nayên bîra mirovan hatin kirin û li hemberî vê yekê jî berxwedaneke mezin hate kirin. Niha jî bi hilbijartinên 14’ê Gulanê re xistina faşîzma AKP-MHP’ê ji desthilatdariyê wê di şexsê AKP-MHP’ê de were wateya têkçûna polîtîkayên qirkirinê yên sed salî. Komara Tirkiyeyê bivê nevê wê bikeve nava pêvajoyeke guherînê. Ji ber ku bi ya heyî nabe. Îradeyek li hember rabûye. Lewma hêzên nava sîstemê wê bixwazin ku vê yekê li ser bingeha restorasyonê bikin. Lê belê Hêzên Ked û Azadiyê wê bikin ku ev yek li ser bingeha şoreşa demokratîk pêk were.”

Xebat Andok destnîşan kir ku ev yek di heman demê de wê bê wateya têkçûna mezin a PDK’ê ku bi her awayî hevkariyê bi faşîzma AKP-MHP’ê re dike û weke xiyaneta kurdan tê pênasekirin.

Xebat Andok ragihand ku bi vî rengî wê berhemên têkoşîna demokrasî û azadiyê yên Tevgera Azadiyê ya kurd bêne afirandin û got, “Bêguman têkçûna Erdogan, têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê nayê wateya çareseriya her tiştî. Em bibêjin hêzên restorasyonê bi ser ketin; ev ê neyê wateya çareseriya van hemû pirsgirêkan. Wê pêvajoyeke nû ya têkoşînê destpê bike. Bivê nevê ev yek wê pêk were. Têkoşîna me ya heyî ji xwe wê dewam bike. Heta ku pirsgirêkên hebûnê û azadiyê hatin çareserkirin, heta ku di nava civakê de pîvanên wekhevî, azadî, demokrasî û edaletê bi cih hatin anîn -ku ev yek karekî demdirêj e- heta ku di nava civakê de her cûre nêzîkatiyên serwerîperest, zayendîperest ji holê hatin rakirin wê têkoşîn dewam bike. Lê belê qet nebe wê şêwe, rê û rêbaz bêne guhertin. Yanî diyar e ku di hilbijartinê de serkeftina Hêzên Ked û Azadiyê, bi têkbirina tifaqa AKP-MHP’ê re wê pêvajoyeke nû ya têkoşînê destpê bike.”

‘Divê her kes ji polîtîkayên AKP-MHP’ê re amade be’

Xebat Andok bal kişand ser gotinên ‘darbe’yê ku rayedarên rejîma AKP-MHP’ê têkildarî hilbijartinê tînin ziman û got, “Ji xwe dibêjin ‘darbe’. Dibêjin; eger em di hilbijartinê de winda bikin, ev yek wê were wateya dagirkirina welêt. Gelek gotinên bi vî rengî yên dûrî ji aqil tînin ser ziman. Mîna ku ev welat malê bavê wan e, mîna ku ew nebin wê welat tune bibe, ji rê derkeve gotinan dikin. Têgihiştineke welê diafirînin mîna ku wê tune bibe. Faşîzm tiştekî bi vî rengî ye; xwe bi hin tiştan re dike yek. Li gorî wê ew hebe her tişt heye, ew tune be her tişt tune ye.

Ya ku em jê re dibêjin mejiyê MHP’ê yanî mejiyê faşîzma tarî ev e. Ev tifaq bi vî mejî hatiye dagirkirin. Bi vî rengî difikirin. Lê belê xwediyê rasteqîn ê vî welatî gel in. Xwediyên rasteqîn ên welêt, bindest in, kedkar in, jin in, kesên ku mafên wan hatine xwarin in. Ne komeke rantxur in. Ji ber vê jî wê bixwazin ku ji desthilatdariyê nekevin. Lê belê di serî de Hêzên Ked û Azadiyê divê gel hemû bi sekn, têkoşîn û berxwedana xwe ji vê yekê re amade bin.”

‘Ji bo rizgariya ji faşîzmê destê xwe bidin hev’

Xebat Andok ragihand ku hilbijartin bi rastî jî firsendeke dîrokî ye, ji bo jiholêrakirina mejiyê qirkirinê firsendeke dîrokî ye û wiha dewam kir, “Ev yek ne tenê ji bo kurdan derbas dibe, ji bo her kesên li Tirkiyeyê derbasdar e. Divê bê zanîn ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin li Tirkiyeyê pêşketina aboriyê nabe, aramî nabe, demokrasî nabe.”

Xebat Andok destnîşan kir ku rizgariya ji vê rejîma qirker, rizgariya ji faşîzma AKP-MHP’ê ku di asta herî bilind de temsîliyeta rejîma faşîst a li Tirkiyeyê dike, wê bêhnê bîne ber kurdan, gelan, ciwanan, kedkaran, bindestan û karkeran. Xebat Andok got, “Wê bike ku pêvajoyeke nû ya demokratîk destpê bike. Li dijî me êrîşeke giştî tê kirin. Wê demê divê em jî bibin yek. Tevî ku gelek cihêrengî hene jî yekbûneke girîng pêk hat. Gelek kes, rêxistin û hêz karîbûn li hev bicivin û ev kombûn jî ji bo rizgariya ji faşîzma AKP-MHP’ê ye. Madem li hev kom bûn, madem derfetên tifaqê afirîn, hingî divê pêvajoya heta hilbijartinê bi rengê herî baş bê bikaranîn, bi taybetî roja hilbijartinê helwesta demokratîk bê nîşandan, helwesteke xistina tifaqa AKP-MHP’ê, Erdogan-Bahçelî ya ji desthilatdariyê ji aliyê her kesî ve bê nîşandan. Dema ku ev hate kirin wê rizgarî ji rejîma faşîst, qirker a heyî pêk were, hingî wê enerjiya rastî ya Tirkiyeyê, rengê rastî yê Tirkiyeyê aşkere bibe. Welatekî mîna bexçeyê gelan bûye mîna goristana gelan û dixwazin goristanên nû ava bikin. Yên ku ermen, asûrî-suryanî, rûm, bi qirkirina fîzîkî tune kirin, her wiha laz, çerkez, abaza, ereb bi qirkirina çandî tune kirin vê carê jî dixwazin kurdan û elewiyan tune bikin. Li hemberî vê yekê jî têkoşîn tê meşandin. Di serxistina vê têkoşînê de hilbijartinên 14’ê Gulanê gelekî girîng in. Wê demê her kes divê destê xwe bidin hev, di helwesta demokratîk şoreşger de israr bikin û faşîzma AKP-MHP’ê ji holê rakin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar