Girseya ku ji rojnameger, nivîskar, nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî pêk dihat, nivîskar û rojnamegerê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) li semta Seyrantepe ya kolana 442’emîn a taxa Cumcuriyetê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê ku 29 sal berê lê hatibû qetikirin, bi bîr anîn. Girseyê wêneyên rojnamegerên ku di salên 1990’î de hatibûn qetilkirin rakirin. Rojnamegeran û nûnerên rêxistinên civakî û siyasî soz dan Apê Mûsa ku dê pênûsa wî li erdê nehêlin û têkoşîna wî mezin bikin. Piştî axaftinan girseyê dirûşma ‘Şehîd Namirin’ berz kirin û qurnefil danîn cihê ku Musa Anter lê hatiye qetilkirin. Piştî qurnefil danîn, komek rojnameger ji bo gora Musa Anter ziyaret bikin çûn gundê Sitilîlê yê Nisêbînê. AMED