Di pêşengiya Înîsiyatifa Çapemeniya Azad de rojnameger, nûnerên saziyên demokratîk û partiyên siyasî, dayikên aştiyê Musa Anter (Apê Mûsa) li Seyrantepe ya Amedê ku li cihê lê hatibû qetilkirin bibîr anîn
Rojnamegeran di pêşengiya Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) de bi tevlêbûna malbat, parlamenter, hevserok, rêveberên HDP’ê, Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Nûnerên ÎHD’ê, Komeleya 78’an, Baroya Amedê û gelek saziyên din de Nivîskar, Rewşenbir û Rojnameger Musa Anter (Apê Mûsa) ê di 20’ê Îlona 1992’yan de, li Seyrantepe ya Amedê ji aliyê JÎTEM’ê ve hat qetilkirin bibîr anîn. Rojnameger û nûnerên rêxistinên civakî û demokratîk wêneyên rojnamegerên di salên 1990’î de hatin qetilkirin hilgirtin. Qurnefil û gul rakirin û li tenişta peyker bîrdariyê yê Apê Mûsa bibîr anîn.
Di merasîma bîranînê de ewil Berdevkê Înîsiyatifa Çapemeniya Azad Hakki Boltan axivî. Boltan bal kişan ser têkoşîna Apê Mûsa û qetilkirina wî. Boltan ev tişt anî ziman: “27 sal derbas bûn. Lê hêj kujer nehatine ronîkirin. Ne tenê yê Apê Mûsa, kujerên rojnamegerên din jî nehatine ronîkirin. Lê yên xwestin wêrekiya Musa Anter bikujin bi ser neketin. Îro şagirtên Apê Mûsa li mîrate, hişmendî û xeta Apê Mûsa xwedî derdikevin û kevneşopiya wan berdewam dikin. Em tu carî Apê Mûsa ji bîr nakin û em li hemberî wêrekî û têkoşîna wî bejna xwe ditewînin. Em ê pênûsa wî tu carî li erdê nehêlin.”
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyad Ceylan jî kuştina Musa Anter şermezar kir û diyar kir ku îro bi hezaran û bi milyonan xeta Apê Mûsa berdewam dike. Ceylan destnîşan kir ku ji ber kujerên Apê Mûsa nehatin darizandin û cezakirin ew qas rojnamegerên din hatin kuştin û ew li xet û têkoşîna Apê Mûsa xwedî derdikevin û wê heta dawî têkoşîna wî bidomînin.
Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli jî anî ziman ku ew pir bi şens e ku Apê Mûsa nas kir û wiha got: “Ez bi şens im ku min Apê Mûsa naskir. Xwezî min bêtir nas kiribûya.”
Kurê Musa Anter Dîcle Anter jî anî ziman ku ji ber bavê wî bi kurdî axivî û fîkand gelek caran hat binçavkirin û rastî lêdanê hat û îro hêj kurdî qedexe ye. Anter diyar kir ku îro bi sedan şagirtê wî xeta wî didomînin û bi vê yekê bextewar in.
Rojnameger û nûnerên rêxistinên civakî piştî axaftinan çûn cihê ku Apê Mûsa lê hatiye qetilkirin. Komê di meşê de dirûşmeya “Çapemeniya Azad bêdeng nabe” berz kir. Komê li cihê ku Apê Mûsa lê hatiye qetkirin ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê deqeyek rêz girtin û pişte jî qurnefil û gul danîn cihê ku Apê Mûsa lê hatiye qetilkirin. Piştî merasîmê beşdrên bîranîn, belav bûn. Komek rojnameger jî çûn ser gora Apê Mûsa ya Gundê Stilîlê yê Navçeya Nisêbîna Mêrdînê. AMED