Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Apê Nemir: Kobanê ji Erdogan re bû derd

Yek ji navên remza berxwedana Kobanê Apê Nemir diyar kir ku gefên li ser bajar hê jî didome û wiha got: “Erdogan dibêje 'ez ê bikevim Kobanê'. Kobanê ji wî re bûye derd. Em ê dîsa bi ser bi kevin. Ez ê bi destekî xwe jî li ber xwe bidim.”

Nazim Daştan | 

Şerê navxweyî yê Sûriyeyê di sala 2011’an de dest pê kir. Piştî ku vî şerê dest pê kir DAIŞ ji aliyê qadroyên El Qaîdeyê ve hat damezrandin. DAIŞ’ê di serî de Reqa gelek bajar bi dest xist. Piştî vê pêşveçûna xwe di 15’ê îlona 2014’an de berê xwe da bajarê Kobanê ku di bin kontrola kurdan de bû. DAIŞ bi çek û cebilxaneya ku ji artêşên Iraq û Sûriyeyê bi dest xistibûn êrîş biribû ser Kobanê. Li Kobanê DAIŞ, li berxwedana dîroka ya şervanên YPG û YPJ’ê eliqîbû. Gundê Serzûrî yê li eniya rojhilatê Kobanê yek nuqteyeke berxwedanê bû. Rexmî fermana ‘paşve bikişin’ jî 12 şervanên YPG-YPJ’ê venekişiyan li dijî DAIŞ’iyan berxwedaneke mezin nîşan dan.

Berxwedana ku li gundan bi çekên sivik dihat dayîn di nav demeke kurt de belavî nav bajar bû. Bi pêşengiya şervanên YPG-YPJ’ê mal bi mal, kuçe bi kuçe û tax bi tax berxwedan hat mezinkirin û tevahiya erdnîgagiya kurdan kir bin bandora xwe. Ji bajarên herêmê gel herikî ser sînor bi şev û roj li ser sînorê Kobanê nobet girtin. Cihên ku gel lê dest bi nobetan kir jî bûn qadên berxwedanê. Helwest hevpar a kurdan a li dijî êrîşê bû pêvajoya destpêkirina yekitiya neteweyî ya kurdan.

Keleha berxwedanê

Berxwedana Kobanê ne tenê li erdnîgariya kurdan li seranserê dinyayê deng veda. Şoreşgerên ku li çar aliyên dinyayê hatin Kobanê di eniyê şer de cihên xwe girtin. Ev jî rengekî din da berxwedana li dijî DAIŞ’ê. Ev di heman demê de bû sedem ku gelên dinyayê berê xwe bidin Kobanê. Berxwedana ku ji 7 saliyan heta 70 saliyan herkes têde cih girt bi serket û ev bû destpêka dawiya DAIŞ’ê. Berxwedana Kobanê jî weke keleha berxwedanê di hişê mirovan de cih girt.

Apê Nemir

Apê Nemir (Xelîl Osman) ê 73 salî ku bi şervanên YPG-YPJ’ê re li dijî DAIŞ’ê mil bi mil şer kir, bû yek remzên vê berxwedanê. Apê Nemir, ligel temenê xwe mezin jî terka şer nekir û di eniyê bejahiyê de ji milê xwe yê çepê birîndar bû. Apê Nemîr ku di heman demê de kur û xizmên wî jî li eniyên cuda li ber xwe didan piştî şer di avakirina bajar de jî cih girt. Apê Nemir, berxwedana ku 7 sal di ser re derbas bûn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot. Apê Nemir da zanîn ku gelek kesên ku bi wan re mil bi mil di parastina şoreşê de cih girtiye jiyana xwe ji dest dane.

Heman sekn û heman biryar

Apê Nemir serkeftina berxwedana Kobanê ji bo kurdan destkeftiyeke mezin e û wiha got: “Divê ev ruh bê domandin. Divê ev ruh bibe sedema azadkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku di bin kontrola komên paramîllîter ên girêdayî Tirkiyeyê de ne. Di pêvajoya berxwedanê de bedelên gele giran hatin dayîn. Dema ku ez bîranînên xwe yên di eniyên şer de vedibêjim heman kelecanê dijîm. Dema ez birîndarên ku min û wan bi hev re şer kiriye dibînim diçim wan rojan. Me timik digot ‘Em dev ji Kobanê bernadin’. Em niha jî di heman biryarî û seknê de ne.”

‘Ez ê bi destekî dîsa şer bikim’

Apê Nemir bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê û got ku Kobanê hê jî di bin talûkê de ye. Apê Nemir bi lêv kir ku divê dezenformasyona ku li ser medyaya dijital tê kirin neyê bawerkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Erdogan 10 sal in dibêje ‘ez ê bikevim Kobanê’. Kobanê ji wî re bûye derd. Em ê dîsa bi  ser bikevin. Destekî min çûye, bi destekî ez ê dîsa çekê hilbigirim û li ber xwe bidim. Divê em bibin yek. Li her parçeyên Kurdistanê jî divê wiha be. Dema ku wiha be wê kes li dijî kurdan bi ser nekeve. Kobanê hemû Kurdistanê silav dike.” KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar