Apê parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç ku li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye, rehmet kir
Nûsret Sarisaç, apê Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç ku ji 8’ê Adarê de ve li dijî tecrîdkirina Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, çû ser dilovaniya xwe. Parlementer Sarisaç, tevî parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari çû cihê şînê. Wexta Sarisaç çû avahiya HDP’a Artemêtanê yê Wanê gelek kes wî bi dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ pêşwazî kirin. WAN