Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Apê Yûsif ne kesek, sembol bû

9’ê Mijdarê li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê dewlet tirk careke din bi balafirên bêmirov êrîşek pêk anî.

Di vê êrîşê de ji malbatekê 3 kes şehîd bûn. Ev kes nêzî deriyê mala xwe hatin hedefgirtin.  Ev kes Apê Yusif û herdu nêviyên xwe bûn ku bi vê êrîşa hovane hatin şehîdxistin. Apê Yusif yek ji rûspiyên malbata Gulo bû ku li rojavayê Kurdistanê bi welatparêzî û berdêlên ku dane tên naskirin. Zêdetirî 10 şehîd ji malbatê hene û şoreşgerên wan di nava tevgera azadiyê de jî hene.

Ev êrîş bi koordîna li ser erdê diyar e hatiye dayîn û erebe hatiye şopandin. Taybetiya van balafirên bêmirov jî ew e ku hedefa xwe de şaştî nake. Yanî kesê ku dike hedef, bi zanebûn dike hedef.

Dewleta tirk bi hinceta hêzên eskerî ne ji van êrîşan re deriyekî vedike, lê va ye hemû dinya ku çavên wan hene rastiya dewleta tirk dîtin. Di vê taxa ku Apê Yusif hat hedefgirtin de, kengî tu di nava kolanên wê de bimeşî, bi dehan zarokan tu yê bibînin ku dilîzin. Ev tax  li rojavayê Qamişloyê, cihekî nêzî sînor e û tu cihên leşkerî li wir tune ne.

Apê Yûsif û neviyên wî çima hatin hedefgirtin? Dema em vê pirsê dikin, divê em rastiya gelê kurd û dijminatiya dewleta tirk ji wê re ji bîr nekin. Dewleta tirk bi salane dixwaze Tevgera Azadiyê û gelê kurd ji hev qut bike. Li Rojava jî bi her awayî dixwaze bêbaweriyê di navbera rêveberiyê û gel de çê bike. Ev yek çi bi rêya şerê taybet û çi jî bi rêya endamên xwe yên ENKS’ê wan rêxistin kirine. Hemû helwest û gotegotên derxistina fitneyê  ku dewleta tirk bi xwe jî neke, ENKS’ê û serkirdeyên wan derdikevin û rêveberiyê reş dikin.

Dewleta tirk hem bi xwe hem jî bi rêya ENKS’ê negihişt encamê, vê carê serî li rêbazekî din da.  Ew jî hedefgirtina kesayekên sembol ên weke Apê Yûsif Gulo ku dixwaze vê nêrînê ava bike; hemû kesên welatparêz bin û nêrîn û helwesta wan kurdistanî be, em hedef bigirin. Hemû kesên ku destekê didin hêzên parastinê em bikin hedef.  Bi vî awayî parçebûnê di nava wan de biafirînîn û bihêle hem welatparêz  xwe ji hev dûr bidin û hem jî xwe ji rêveberiyê dûr bidin.

Lê di merasîma oxirkirina Apê Yûsif û herdu neviyên wî de ku bi deh hezaran welatî tevlê bûn,  peyam hat dayîn ku her êrîş çêbibin ew ê hevgirtina welatparêz û rêveberiyê û gelên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê xurtir bibe.

Nûçeyên Têkildar