Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Apoîzm felsefe û fikrek e wek felsefeya sosyalîzmê felsefeya demokrasî û azadiyê ye’

Zîlan Vejîn bal kişand ser salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya piştî kuştina Jîna Emînî, li rojhilatê Kurdistanê û Îranê rû da û li cihanê belav bû û got: “Ev felsefeya Apoîzmê ye, lewra tişta bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê hemû jin û gel li ba hev da kom kirin, îdolojiya jineolojiyê bû.”

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn li ser geşedanên dawîn ên rojhilatê Kurdistanê û Îranê, her wiha li ser girîngiya dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî”yê ji BBC’yê re axivî. Metna hevpeyvînê wiha ye:

Çima hevserokatî, çima ev serokatî ne yek kes e û çima jin û mêrek û çima desteyek yan jî encumeneke serokatiyê tune ye?

Em di wê baweriyê de ne ku serokatiya me li ser bingeha sîstemeke îdeolojîk, fikrî û felsefî ye. Çavkaniya ramana vê felsefeyê ji pergaleke fikrî, îdeolojîk û felsefî tê. Sîstema me ya serokatiyê desteya serokatiyê ye ku tê de jin û mêr wekhev in. Bi gotineke din hevsengiya pêncî pêncî ji bo jin û mêran di desteya me ya serokatiyê de heye. Di hemû waran de û di têkoşînê de jin û mêr wekhev in.

Yanî di hemû beş û astên PJAK’ê de, di warê leşkerî û siyasî de rêjeya pêncî pêncî di navbera jin û mêran de heye?

Belê, di beşa leşkerî de ev mijar heta astekê cuda ye. Lê belê di beşa siyasî, sivîl û rêxistinî de pêncî pêncî ye. Ji ber ku, em di wê baweriyê de ne ku eger jin û mêr beşdarî hemû war û qadên têkoşînê yên cuda nebin û kar bi hevbeşî nemeşin, nikarin bi awayekî erênî û karîgerk rêbertiya civakê bikin. Eger em bala xwe bidin hemû warên dewletê, takekes navend e; zêdetir mêr hene û di bingehê de desthilatdarî di destên mêran de ye û ev jî encama desthilatdariya takekesparêz û zayendperest e. Di partiya me de wekhevî hatiye meydanê û sîstema hevserokatiyê cureyekî têkoşînê ye li dijî  cudakariya zayendî.

Di partiya we de gelek mêr hene, gelo ev pêvajo ji bo we hêsan bû da ku serkirdayetiya we bê qebûlkirin?

Bêguman me jinan ji bo îsbatkirina xwe û hebûna xwe têkoşîneke demdirêj da û hin kêmasî jî di nav sîstema me de hene. Ji bo derbaskirina wan rexne û kêmasiyan jî me gelek hewl da. Kesek eger baweriya xwe bi îdeolojî û rêbaza me tune be, nikare bibe endamê partiya me.

Ez ne şaş bim birêz Ocalan dibêje: “Di her qonaxeke dîrokî de eger hin jin bûbin rêber, ji bo wan peyker hatine çêkirin û ew jin serkeftî bûne.” Lê belê çima tevî hebûna van cure jinan di civaka me de, têkoşîna wan nekariye dawî bi cudakariyê bîne? Em behsa hikûmeta Îranê nakin, mijara me di çarçoveya civaka me ya tradîsyonel de ye.

Ruhê vê zihniyeta paşverû kûr û dûr e. Ji ber vê çendê, biserxistina têkoşînê rehet nîn e. Her wekî min got, me gelek hewl da ku bandora me hebe. Li me jinên kurd binêrin, me ji bo jinan alnernatîvek afirandiye; me li hember pergala serokatiya yekkesî, pergala hevserokatiyê pêşkêş kiriye. Tevgera femînîst a cihanî li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bandora wê hebe jî, dawiya dawî nekariye bersiveke guncaw bide pirsgirêkên me. Ji ber ku alternatîveke bihêz nebû, nekarî hemû azadîxwaz, demokrasîxwaz û jinan li dora xwe bom bike. Li hember vê yekê me alternatîvek ava kir. Rêberê me Abdullah Ocalan jineolojî teorîze kir. Bi gotineke din, xwenasîn û hişyarbûna jinan; hişyarbûn ango heta ku jin xwe nas nekin, ne ji bo xwe û ne ji bo kesên din nikarin azadiyê bi dest bixin.  Ji bilî vê yekê, rehên zilma li hember jinan wek tawanên di bin navê şeref û cudakariya zayendî de ji vê derê çavkaniya xwe digirin. Wek jinên kurd em bi rêya felsefeya azadîxwaz û bi zanîn û hişyariya jineoliojiyê ber bi pêş çûn û destkeftên me yekcar zêde bûn. Ew destkeft ne tenê ji bo jinên kurd, her wiha ji bo jinên faris, ereb, belûç û jinên gelên din in jî. Êdî rewş wek deh sal, wek bîst sal, wek sî çil sal berê nîn e. Ji ber ku jinan xwe bi rêya jineolojiyê gihandiye wê rastiyê ku jin ya xwe bi xwe ye, ne ya kesekî din e û heta ku îradeya xwe di destê xwe de nebe û serbixwe nebe, nikare rêbertiya civakê bike.

Dema ku hûn behsa fikrên Abdullah Ocalan dikin, hûn wek rêberê xwe jê behs dikin. Çawa hûn wek hevserokê partiyeke din şopdarê Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê ne, şopdarên gelek taktîkên wî yên leşkerî ne? Wê demê mirov dikare partiya we wek beşeke PKK’yê bihesibîne?

Apoîzm, felsefeya Ocalan, tenê felsefe û îdeolojiya partiyekê nîn e. Ew fikr di çarçoveya PKK’yê de asê nemaye. Apoîzm felsefe û fikrek e wek felsefeya sosyalîzmê, felsefeya demokrasî û azadiyê ye. Eger tevger û partiyên din bixwazin û qebûl bikin, dikarin partî û tevger û têkoşîna xwe li ser vê bingeha fikrî damezrînin û bidomînin. Em jî wek Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, me Abdullah Ocalan wek rêberê xwe qebûl kiriye û em ji bo azadiya wî di asta herî jor de tê dikoşin. Têkiliya me û PKK’yê di çarçoveya pirsgirêka neteweyî de ye, her wek çawa têkiliyên me li gel partiyên din ên kurdî hene, li gel PKK’yê jî ji bo azadiya Kurdistanê têkiliyên me hene.

Piştî kuştina Jîna Emînî, me raperîneke berbelav li Îranê dît, bi taybetî li rojhilatê Kurdistanê. Hûn rola jinan çawa dinirxînin?

Li Îranê binêrin, gelek xwepêşandan hatine kirin û gelek daxwaz jî hatine ziman lê belê tiştê ku hemû jin û gelên Îranê li dora hev kom kir, dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bû. Çima heta astekê bandora vê dirûşmê heye? Ji ber ku bi pêşengiya jinan dest pê kir û li seranserê Îranê belav bû. Ev yek nîşaneya hêz, dînamîk û pêşengiya jinên kurd e. Di sedsala 21’em de jinên kurd bi rêya felsefeya jineolojiyê dikarin bibin pêşengên azadiyê û bi vî awayî rojhilatê Kurdistanê jî xiste bin bandora xwe. Bi gotineke din, seranserê Îranê kir yek û ev yek jî çavkaniya xwe ji siruşta jinan û rola jinan a nav civakê werdigire. Her wiha rastiya civaka Kurdistanê jî di vê mijarê de bê bandor nîn e. Ji ber ku jin li Kurdistanê rastî gelek dijwarî û tengasiyan hatine. Lê binêrin, jinên Faris pirsgirêka wan a nasname, ziman û çandê tune ye; bi ziman, nasname û çanda xwe dijîn. Hebûna wan wek gel di bin metirsiyê de nîn e, lê belê ji bo jinên kurd wisa nîn e. Em jinên kurd hem ji bo jinbûna xwe hem ji bo ziman, çand û nasnameya xwe tê dikoşin. Lewma bertek û karvedanên jinên kurd li hember pergala serkutker tundtir e. Xaleke hevbeş ku hemû jin kom kirin, dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bû; ango têkiliya wê bi jinan re heye, hem parastina jinan dike û hem jî xwazyarê azadiyê ye. Hemû jin daxwaza azadiyê dikin, hemû jin di bin fişarê de ne; tenê jinên kurd rastî pirsgirêka şeref û namûsê nîn in, jinên Îranî yên wek Faris, Ereb, Belûç, Azerî, Mazenî hemû rastî pirsgirêkên bi navê şeref û namûsê tên. “Jin, Jiyan, Azadî” hişmendiyek bû ku hemû jin li dora xwe kom kirin. Em vê şoreşê di çarçoveya jiyaneke nû, şoreşeke civakî de bi cih dikin. Şoreşeke civakî ku bi pêşengiya jinan li rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye û hemû Îran li xwe girtiye û bandora xwe li ser hemû jinên cihanê çêkiriye. Bandora jinan wê di sedsala bîst û yekem de çi qas be, bêguman têkiliya wê bi rastiya jinên kurd re û bi rastiya Kurdistanê re heye.

Me dît ku di mehên borî de Komara Îslamî ya Îranê beşeke zêde ya xwepêşanderan xist zindanê û cezayên giran li wan birî û gelek ji wan jî di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî hatin daliqandin. Wisa diyar e ku ew xwepêşandan ber bi bêdengiyê diçin. Gelo bi fikra we tevgera jin, jiyan, azadiyê li Îranê bi dawî bûye?

Gelek kes wisa difikirin ku bi dawî bûye. Lê belê tevgera jin, jiyan, azadiyê hişmendiyek aniye holê ku nikare bê sekinandin. Rast e, niha li ser kolanan xwepêşandan tune ne, lê belê di fikr û ramanên her kesî de guherîn çêbûye û dixwaze vê rewşê biguherîne. Ev şoreş şoreşeke demdirêj e, ango bi lez û bi xwepêşandanekê nagihîje encamê. Dema ku behsa şoreşeke civakî tê kirin, pêwîstiya me bi wê yekê heye ku em hemû rehendên wê yên civakî li ber çavan bigirin. Têkoşîna li hember zihniyeta baviksalar û her wiha zihniyeta netewe-dewletê ku pênc hezar sal temenê wan heye, ji bo guhertina wan demeke zêde lazim e. Eger em bixwazin bi lez bigihîjin encamê, dê bêhêvîbûn li ba me çêbe. Lewma divê em bi awayekî hişyar û bi rêbazeke nû gavên xurttir û baştir biavêjin, wê demê dê bêguman bigihîje serkeftinê.

Nexşerê û reçeteya we ji bo piştî Komara Îslamî ya Îranê çi ye?

Partiya me ji gelek hêlan ve alternatîvên cuda cuda pêşkêş kirine. Partiya me Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê ku di sala 2004’an de hate damezrandin û piştî deh salan em gihîştin wê encamê ku pêwîstiya me bi avasaziyeke wisa heye ku di ser partiyan re be. Ji ber vê çendê me Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) damezrand. Sîstema KODAR’ê modeleke wisa ye ku tê de rê û rêbazên demokratîk ji bo hemû gelên Îranê ye. Hemû netewe û pêkhateyên etnîk û hemû dîn û bawerî û ziman û çand dikarin bibin beşek ji vê sîstemê. Ev sîstem hîna di nav civakê de bi cih nebûye, lê belê em ji bo wê tê dikoşin. Ji ber ku em wek PJAK beşek in ji KODAR’ê û ji bo bicihkirina sîstema KODAR’ê tê dikoşin. Beşa me ya siyasî û civakî û leşkerî heye. Ji ber vê hindê, pêşniyara me ji bo siberoja Îranê sîstemeke wekî sîstema KODAR’ê ye. Sîstemeke wisa ku tê de hevserokatî û desteya rêveberiyê pêncî bi pêncî dibe ji bo jin û mêran. Ev yek dikare di siberoja Îranê de bibe sîstemeke demokratîk ku hemû gelên Îranê dikarin sûdê jê wergirin.

We behsa KODAR’ê kir, piraniya wan kesan ku rexneyê li we digirin, dibêjin ku hûn dixwazin rojhilatê Kurdistanê ji Îranê cuda bikin wek çawa rojava, bakur û başûrê Kurdistanê heye ku fikra Kurdistana Mezin e. Gelo hûn hewl didin ji Îranê cuda bibin?

Em bi nasnameya xwe ya kurdî ber bi nasnameya cihanî gavan diavêjin. Ango em ji herêma xwe ber bi cihanîbûnê diçin. Eger em pirsgirêka xwe ya nasnameya kurdî çareser nekin, em nikarin pirsgirêka ereb, belûç û azerî jî çareser bikin. Divê em ji rojhilatê Kurdistanê ber bi herêmên din ên Îranê gavan biavêjin.

Gelo baweriya we bi welatekî taybet heye yan jî baweriya we bi sînoran heye?

Em di sedsala 21’em de ne, ev sedsal sedsaleke wisa ye ku êdî tê de wê sînor nemînin. Wek gelek tiştên din netewe-dewlet nikarin wan sînoran biparêzin, ev sînor wê ji nav biçin. Di sîstema neteweya demokratîk de yan jî di heman konfederalîzma demokratîk de cudaxwazî tune ye û em wek kurd li rojhilatê Kurdistanê li pey dabeşkirin û parçekirina Îranê nîn in. Em dixwazin li ser axa xwe û di cografyaya Îranê de bi awayekî demokratîk bi gelên din ên Îranê re bijîn. Li Îranê beşek ji pirsgirêk û daxwazên me yên wekî çand, nasname û ziman ji daxwazên ereb û azerî û farisan cuda ye. Lê belê gelek pirsgirêkên me hevpar in. Em dikarin di warê pirsgirêkên hevpar de bi hev re hevkarî û çalakiyan bikin. Bo nimûne li Ûrmiyeyê kurd û azerî pêkve dijîn. Gelo em dikarin bibêjin ku Ûrmiye bajarekî taybet bi kurdan e? Na, Ûrmiye bajarek e ji bo gelê Îranê; bi gotineke din Ûrmiye ji bo gelê kurd û azerî û ermenî ye. Her ji ber vê çendê, êdî bandora sînoran nemaye û nikarin rê li ber çalakiyên gelan û hêzên azadîxwaz û demokrasîxwaz bigirin. Ev sînor li hember têkoşîna jinan nikarin neguherin.

Di hevpeyvînekê de dibêjin ku we gotiye azadiya jinan li pêşiya azadiya neteweyê ye. Ez dibêjim qey ev yek ji gotineke birêz Ocalan hatiye wergirtin. Gelo çima bi fikra we azadiya jinan li pêşiya azadiya neteweyê ye?

Wek jineke di nav PJAK’ê de em hem ji bo azadiya jinan tê dikoşin û hem jî ji bo azadiya Kurdistanê tê dikoşin. Yanî berpirsyariyeke girîng di stûyê me de ye. Em dixwazin bi nasnameya jinan azadiya jinan û hem jî ji bo azadiya netewe û welatê xwe tê bikoşin. Îdeolojiya me li ser esasa rizgariya jinan li Kurdistanê hatiye damezrandin. Hebûna îrade û fikra azadî û welatparêziyê rêbaza me ye. Me erka xwe diyar kiriye.

We di hevpeyvîneke xwe de ku we bi ANF’yê re kiribû, we behsa felsefeya PJAK’ê dikir û we îşaret dida wê yekê ku ji ber pêwîstiya civakî û valahiya siyasî ya li rojhialtê Kurdistan û Îranê, PJAK hatiye damezrandin. Em dizanin ku hîn di rojên destpêkê yên şoreşa 1979’an de komîteya jinan a KOMELE’yê hebû. Hizba Demokrat a Kurdistanê  (Demokrat) ku temenê wê 75 sal e û KOMELE ku temenê wê 50 sal e, di demekê de ku ev partî hene, çima pêwîstiya gelê Kurdistanê bi partiyeke nû heye ku bîst sal berê hatiye damezrandin û di hin wan partiyan de roleke girîng a jinan hebûye?

KOMELE û Demokrat ezmûn û raboriya wan li Kurdistanê heye û li hember Komara Îslamî tê koşiyane û şer kirine û şehîd dane. Ev tiştekî pir bi nirx e û cihê rêzê ye. Lê belê çima li tenişt van partiyan PJAK hatiye damezrandin? Bi awayekî giştî gelê rojhilatê Kurdistanê hest bi pêwîstiya hin guhertinan dikir. KOMELE û Demokrat û bi giştî partiyên kurdî bersivderê van pêwîstiyan nebûn. Pêwîstî bi felsefeyeke nû, îdeolojî û paradîgmayeke nû hebû. Ji bo ku rojhilatê Kurdistanê ruhê xwe yê têkoşîn û berxwedêriyê biparêze û zindî bigire, em di wê baweriyê de ne ku damezrandina PJAK’ê li ser esasa felsefeya Rêber Apo xwîneke taze xiste nav demarên tevgera Kurdistanê. Bi rastî jî cudahiya PJAK û partiyên din ên rojhilatê Kurdistanê, hebûna jinan û rola jinan û bandora wan tenê di teoriyê de nîn e, di pratîkê de jî heye û em bi temamî bi wî awayî tev digerin. Bêguman kêmasî hene, rexne jî hene.

Dema ku hûn dirûşma jin, jiyan, azadiyê dibêjin, hûn behsa jiyan û jîngehê dikin, lê belê çek di destê we de ye. Gelek caran hûn bi hêzên artêşa Pasdaran re li deverên sînorî yên Kurdistanê ketine pevçûnê û we ji wan kuştine û her wiha endamên we jî şehîd bûne. Bi gotineke din, partiyek ku ev felsefeya wê heye çawa dikare çekan hilgire û kesên din bikuje? Bersiva we ji bo vê pirsê çi ye gelo?

Çi wek jin û çi wek kurd çênabe ku ew rastî ji bîra me biçe ku hin dijminên Kurdistanê hene û em nikarin van dijminan li ber çavan negirin. Em dixwazin çalakiyên siyasî û sivîl li nav Îran û Kurdistanê bidomînin, lê belê gelo rê dane vê yekê? Gelo şert û merc ji bo çalakiyên me hene? Bêguman tune ye. Hevala me Zeyneb Celaliyan ku 16 sal in di zindanê de ye, li Îranê bê çek çalakiyên siyasî û sivîl dikirin. Lê belê va ye 16 sal in di zindanê de ye û her cure îşkence û zilm lê tê kirin. Hêza parastina jinan li temamê erdnîgariya rojhilatê Kurdistanê xwe rêxistin kiriye. Ev rêxistinkirin ne ji bo êrîşkirinê ye, berovajî vê yekê, ji bo xweparastinê ye. Êrîş li ser baregehên me têne kirin, em di rewşa êrîşkirinê de nîne. Lê belê dema ku êrîşî me dikin, em xwe diparêzin û her hêzeke herêmî ku bixwaze êrîşî me bike, em bi çeka fikr û îdeolojiyê bersivê didin. Hêzên Parastina Jinan (HPJ) bi armanca parastina jinên rojhilatê Kurdistanê hatiye damezrandin.

Hûn gelek caran behsa eniyeke hevbeş dikin di navbera partiyên kurdî de. Çima we heta niha nekariye di navbera partiyên dijberî Komara Îslamî ya Îranê de eniyeke hevbeş û hevgirtî ava bikin?

Ji bo vê yekê hin serkeftinên me hene. Ji sala 2004’an ve em hewl didin eniyeke demokratîk a neteweyî li rojhilatê Kurdistanê ava bikin, lê belê pêk nehat. Têkiliyên me yên baştir bi hin partiyan re hene. Hin partî hene ku têkiliyên me bi wan re baştir in, lê belê rewşa wan a siyasî û cografî wê derfetê çênake ku em bi hev re eniyeke demokratîk a neteweyî ava bikin. Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”yê derfeteke guncaw çêkiriye. Ji ber ku gel li hundirê Kurdistanê ew hevgirtin ava kiriye.

Çend roj berî niha Serokê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê Serdar Baqirî careke din wexta dawîn ji bo çekdanîna partiyên rojhilatê Kurdistanê dubare kir û ragihand ku eger dewleta Îraqê wan partiyan dernexe, ew ê operasyoneke leşkerî li dijî wan bidin destpêkirin. Hûn li navçeyên çiyayî ne û em dikarin bibêjin ku bi awayek ji awayan hûn di bin kontrola hikûmeta başûrê Kurdistanê de nîn in. Eger ev partî, ango KOMELE û Demokrat, bên neçarkirin, gelo hûn ê destûrê bidin ku li navçeyên we, li çiyayan bi cih bibin?

Em hêzên gerîla ne. Li her ku derê be, em dikarin xwe rêxistin bikin û li wir bi cih bibin. Ev siyaseta desthilatdariya Îranê ye ku dixwaze bi vê rêyê îradeya partiyên kurdî têk bişikîne û bi ser wan de zal bibe. Di heman demê de wek karteke fişarê li dijî hikûmeta Iraqê û hikûmeta başûrê Kurdistanê bi kar tîne. Niha divê em bizanin ku partiyên dijberî Komara Îslamî ya Îranê heta ku derê dikarin li ber xwe bidin. Kurd di vê qonaxê de nikarin çekan daynin. Dawiya dawî divê ji wan partiyan bê pirsîn ka dê biryareke çawa bidin.

Çend hefte berî niha di navbera we û artêşa Pasdaran de li navçeya Kosalan û li çend navçeyên din ên sînor pevçûn çêbûn. Ev gefên Serokê Erkana Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê ji bo we ne cihê fikarê ye ku êrîşên xwe tundtir bikin?

Ev gefa li hember partiyên kurdî tiştekî nû nîn e. Her tim gef hebûne. Lê belê bandora wê li ser me nabe. Helbet di çend salên borî de li dijî hêzên me li rojhilat û başûrê Kurdistanê êrîş hatine kirin. Gelek sal in ku ev rewş heye û pevçûn jî diqewimin. Pevçûnên vê dawiyê yên li Kosalanê jî yek ji wan êrîşan e. Di heman demê de êrîşî me dikin, dixwaze bi vê rêyê me pasîv û bê bandor bike. Lê belê fişarên wan wê negihîjin encamê. Tenê ne Îran e ku êrîşên xwe tund dike, di heman demê de Tirkiye jî vî karî dike. Fişara li ser kurdan siyaseta derveyî ya Îran û Tirkiyeyê ye. Lê belê me tedbîrên xwe girtine. Em hêzên gerîla ne û tenê li cihekî bi cih nebûne ku cihê me diyar bibe. Lewma ew nikarin me ji nav bibin. Em ji bo parastina xwe taktîkên gerîlayî bi kar tînin û me kariye em li hember wan êrîşan li ber xwe bidin.

Dewleta Îran, Tirkiye û çend sal berî niha jî Amerîkayê, Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) xiste lîsteya “rêxistinên terorîst”. Li gorî we dewletên wekî Amerîkayê çima hûn xistine nav lîsteya rêxistinên terorîst?

Ev yek siyaseteke giştî ye. Hêzên Amerîkayê û dewletên herêmî tu carî naxwazin qebûl bikin ku nasnameya kurdan a serbixwe hebe. Her du dewletên herêmê Tirkiye û Îran dixwazin wek karekî vê yekê bidin Amerîkayê. Gelek hêzên kurdî hene ku li ser esasa felsefe û paradîgmaya me dixebitin û li gel hêzên Amerîkayê mil bi mil li dijî DAIŞ’ê şer dikin.

Nexwe li vir pirs ew e ku çima Amerîka we dixe nav lîsteya rêxistinên terorîst lê li Rojava bi we re li dijî DAIŞ’ê şer dikin? Min dîtiye ku gerîlayên PJAK’ê li tenişt leşkerên Amerîkî li dijî DAIŞ’ê şer dikin.?

Çalakiyên me û şerê me li ser esasa berpirsyariya exlaqî û mirovî ye û ji bo parastina gelên bindest em bi Amerîkayê re hevfikir nîn in, lê belê ji bo rûbirûbûna êrîşên li dijî kurdan em amade ne ku bi awayekî diyarkirî hevkariya wan bikin. Bo nimûne li Şengalê me bi wan re parastina êzidiyan kir. Li Rojava me bi wan re li dijî DAIŞ’ê hevkarî kir. Li Ewrûpayê gelek endamên PJAK’ê hene û bi awayekî azad çalakiyan dikin. Ev çalakî jî bi awayekî fermî tên kirin. Ew me wek hêzekê qebûl dikin û li Ewrûpa û Amerîkayê nivîsgeh û nûnertiyên me hene. Lê belê wekî ku min got, pirsgirêka kurd wek kartekê di destê Amerîka û dewletên navçeyê de ye. Her dema ku rewş asayî dibe, bi kar tînin. Lê belê di rewşên taybet te ji bo lawazkirin û parçeparçekirina kurdan wek amrazekê sûdê jê werdigirin. Ji ber ku Tirkiye endamê NATO’yê ye, Amerîka me dixe nav lîsta rêxistinên terorîst. Çinku Tirkiye nûnerê NATO’yê ye li navçeyê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar