Rêvebiriya Amerîka û Ewropayê ji bo kirîna fuzeyên S-400 her roja diçe nerehetiyên xwe bi awayên cuda tînin ser ziman û gefan li dewlat tirk dixwin. Wisa diyar e ku wê dewleta tirk li rexmî Amerîka û NATO’yê nikarîbe bi Rûsya re peymanekî bi vî rengî îmzeke, ger îmze kiribe jî dê nikaribe soza xwe bi cîh bîne. Erdogan di siyasetê de pir zû reng diguherîne û sozên xwe jî pir zû ji bîr dike. Lewma ger sibê derkeve û bêje ‘Em ne mecbûr in ku fuzeyên S-400 li welatê xwe bi cîh bikin’ pêwîst e mirov şaşwaz nemîne.
Stratejiya Erdogan bi Rûsyayê re dide meşandin, di çarçoveya şerê li Sûriyeyê tê meşandin de reng diyar dike. Bi êrîşên dagirkeriya Efrînê re Rûsya û Tirkiye li Sûriyeyê hîn pirtir nêzî hev bûn. Êdî wisa lê hatiye ku di rojavayê Firatê de herdu welat bê hev gav navêjin. Lewma li rexmî Rûsya pir dixwaze li Idlibê êrîşê bibe ser komên çeteyan jî, ji ber ku serokê çeteyan Erdogan vê naxwaze Rûsya nikare tiştekî bike. Çend roj berê Rûsya çend deveran bombebarankirin lê di encama bombebaranê de da xuyandin ku ev êrîş bi dewleta tirk re bi awayekî koordîneyî pêk hatiye. Kî dizane dibe ku beriya êrîş pêk bê rayedarên tirk ji çetayan re gotibe ji wan deveran vekişin. Ev ne tiştekî pir dûrî rastiya Tirkiyeyê ye.
Wisa diyar e ku Rûsya ji bo hin berjewendiyên xwe yên aborî û leşkerî ji van lîstîkên qirêj ên Tirkiyeyê re çavên xwe digire. Di nav Rûsyayê de jî ji bo vê siyaseta wisa nerm a ku bi Tirkiyeyê re tê meşandin rêvebiriya Rûsyayê pir tê rexnekirin. Lê siyaseta endamekî NATO’yê wisa bi vî rengî bi xwe ve dayî girêdan jî ji hêla hin aliyan ve tê ecibandin. Di encamê de Rûsya dixwazin bi rêya Tirkiyeyê re di yekitiya NATO’yê de kunekê veke. Dibe ku ev ji bo hin kesan xewnek be lê dema mirov li asta rexne û nerehetiyên Amerîkayê ya ku ji NATO’yê re pêşengiyê dike, dinêre diyar e ev stratejiya Rûsyayê wan pir aciz kiriye. Lewma bi vî rengî dewleta tirk jî di ferqa vê de ye û li gor wê xwe ne ji NATO’yê dûr dixe û ne jî navbera xwe û Rûsyayê xira dike. Lê bi aqilê sivik barê giran nayê rakirin. Lîstîka bi van dewletan re dê bi Tirkiyeyê pir mezin bide windakirin.
Amerîka bi tu awayî naxwaze pergala parastina Rûsyayê di nav NATO’yê de bê bicîhkirin û bi wê re bê entegrekirin. Li gor pispora entegresyona pergala parastina çekên Rûsyayê yên bi NATO’yê re di warê teknîkî de mimkun e. Lê rêxistinkirina wê pir bi zehmet e. Sedemên zehmetiyên wê jî wisa didin diyarkirin ku divê NATO destûrê bide Rûsya tekeve navenda pergala parastinê û xwe bigihîne pergala alîgir-dijmin û bi wê ve çekên S-400 bi yên NATO’yê re bide naskirin. Ev jî di heman demê de tê wateya ku pergala çekên NATO’yê bi temamî tekêve destê Rûsyayê. Ev jî hîn bêhtir Amerîkayê nerehet û aciz dike. Ji ber ku ger S-400 li Tirkiyeyê bê bicihkirin, parastina NATO’yê ya hewayî jî êdî ji Rûsyayê re vedibe. Her çiqas rayederên tirk bêjin ‘wê bikaranîna van fuzeyan di destê me de be’ jî herkes dizane ku Rûsya bi temamî teknîka fuzeyan nade Tirkiyeyê. Lewma wê ev fuze ji hêla Rûsyayê ve bên kontrolkirin. Ev jî ji aliyên din ve tê wateya ku Rûsya bi destê tirkan parastina NATO’yê ya hewayî bêbandor bihêle.
Ji ber van sedeman serokdewletê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku heya payîzê firotina balafirên şer ên F-35 ji bo Tirkiyeyê hatiye rawestandin. Bêguman ev ne tenê biryara Trump e, biryara endamên NATO’yê ya giştî ye. Ev jî bi qasî destê Tirkiyeyê tengav dike ewqas destê Rûsyayê li hemberî Tirkiyeyê xurt dike. Êdî mirov dikare bêje Tirkiye bûye pelîstoka destê dewletên mezin. Ji ber ku biryarên ku dide êdî bi wê nade qezenckirin, dide windakirin. Lê desthilatdariya AKP’ê dixwazin ew qezenc bikin ne gel. Ger derdê wan qezenckirina gel bûya dê bi vî rengî tevnegeriyana.
Bi taybetî hevkariya bi komên çete re, hevkariya bi baronên şer re, hevkariya bi mafya û şîrketên sicîlên wan ne paqij re, her roj diçe Tirkiye ber bi bêîstikrariyê ve dibe. Êdî mirov dikare aşkera bêje ku Tirkiye bûye hêlîna komên çete. Piştî DAIŞ têk çû, êrîşên Rûsya û rejîmê li Idlibê zêdebûn û çeteyên xwînxwar hîn bêhtir berê xwe dan Tirkiyeyê. Berê xwe dan xwediyên xwe.
Ji ber van sedeman Tirkiye di siyaseta navneteweyî de êdî bê bandor bûye û nikare bi rengê xwe yê cehwerî siyasetê bide meşandin. Lewma xwe bi komên çetayan re girêdaye û bi rêya wan dixwaze siyasetek navneteweyî bide meşandin. Lê ev dê bi Tirkiyeyê mezin bide windakirin, nade qezenckirin. Bêguman berpirsyarê vê jî AKP û hevkarê wê MHP ye. Bawer dikim ku dê gelê Tirkiyeyê di 31’ê Adarê de hesaba vê siyaseta qirêj ji wan bipirse.