Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Aqlê dewletê divê ev car dubare nebe

Mirûzê Erdogan her ku diçe dikeve. Piştî banga HDP’ê, diyar e ew ê mirûzê wî zêdetir bikeve. Ne heq nîne. Ew dixwest kurdan tune bike. Dev ji kurdan berde, hêza wî têr nekir ku HDP biqedîne. Êrîşên nemayî ser bi HDP’ê ve bir. Hevserokên wan, parlamenterên wan, hevşaredarên wan, endam û alîgirên wan girt avêt zindanê. Tu şaredariya HDP’ê nema, hemûyan dagir kir. Rê neda ku HDP’yî yek çalakiyek çêbikin. Êdî wisa bibû ku tenê parlamenter dikaribûn derkevin çalakiyan. Ew jî ji bo parlamenterek bi sedan polîs dişandin cihê çalakiyê. Pirî caran êrîş dibirin ser parlamenteran. Tiştê dikirin, bi nivîsandin naqede.

Lê ew HDP’ê ku di hedefa Erdogan de bû, serî netewand, ber xwe da û îro jî êdî mora xwe li siyaseta Tirkiyeyê dide. Ew partiyên ku nedixwestin bi yek HDP’yiyan re werin ba hev, îro mecbûr mane guh didin bangên HDP’ê. Hesabên xwe ji ser HDP’ê dikin.

Bêgûman, bingeha vê yekê heye. HDP ne bi tena serê xwe bû. Ew ji ezmûnekî têkoşer dihat û niha jî di qada siyaseta aşkare de temsîla ew ezmûnê dike. Ji ber vê yekê Erdogan bi tena serê xwe êrîşî HDP’ê nekir. Her wiha bi hemû cûre çekan êrîşî beşên din a Kurdistanê jî dikir. Li rojavayê Kurdistanê, li başûrê Kurdistanê hema bêje yek bihûstek ax nema ku nehatibin bombebarankirin. Bi gorî agahiyên van rojên dawî hatine parvekirin, tenê di nav meha îlonê de li hember gerîllayên HPG’ê 157 car çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

Kurd di vê qadê de jî li ber xwe dan. Şervan û gerîlayên tevgera kurd, rê nedan ku Erdogan di hovîtiya xwe de bi ser bikeve. Bi gotinekî din berxwedana kurdan û dostê kurdan, siyaseta Erdogan têk bir. Piştî vê têkçûnê jî aliyên din a dewletê careke din mecbûr man berê xwe bidin kurdan.

Di vê heyamê de tiştê herî xeter şolîbûn e. Pirsgirêkek mezin li holê ye û ev pirsgirêk tenê bi zelalî çareser dibe. Ji ber ku ezmûna dewleta tirk tê zanîn, divê tu tişt bi hestiyarî neyê birêvebirin.

Sedem aşkare ye. Dewlet dixwest bi ‘Plana Çokdanînê’ qira kurdan bîne lê diyar bû ku qira siyaseta wan ê qirêj hat. Ew mecbûr in vê siyaseta xwe biguherînin. Berê jî çendî car siyaseta xwe guherandine. Lê li her 10 salan carekî xwe dubare kirine. Di her têkçûnê de ‘aqlê dewlet’ bar girtiye ser milê xwe û bi guherîna hin rayedaran hêvî dane gel, xwe sererast kirine û piştî ku qewî bûne careke din dest bi êrîşan kirine.

Divê ev car êdî ev derfetê nebînin. Ev jî tenê bi hostatiya siyaseta pêk tê. Ev hostatî di tevgera kurd de heye. Gelê kurd xurt e. Berxweder e. Her ku diçe dostên li der û dora xwe berfirehtir dikin. Ev taybetmendî, her wiha rê li ber siyaseta wan jî vedike û dê zêdetir jî veke.

Lê Erdogan jî naxwaze winda bike. Niha desthilatdarî destê wî de ye û dewletê bi tevayî desteser kiriye. Bêguman, HDP ne di tê de CHP, Îyî Partî û muxalîfên din ên Erdogan jî ji dewletê dûr nînin. Ew jî bi aqlê dewletê tevdigerin. Niha temsîla guherîna aqlê dewletê dikin. Lê her wiha naxwazin pergala dewleta tirk jî vegûheze. Xwe amade dikin ku pergalê carekî din vegûhezînin dema 7’ê hezîrana 2015’a. Erdogan di 2015’a de winde kiribû. Ew jî dixwazin ji wê derê dest pê bikin.

Belê, tiştê tê dîtin ev e: Tiştek nebibe jî tiştek bûye. Bi taybet di qada dewletê de aqlekî din ketiye dewreyê. Ev tê texmînkirin. Di qada dewletê de çi bûye ew ê di pêşerojê de zêdetir zelal bibe. Lê mesele ne aqlê wan e. Aqlê kurdan û dostê kurdan e. Divê ev car zêdetir zîrek bin. Rê nedin ku aqlê dewletê piştî qewîbûnê carekî din venegere qodên kevn.

Nûçeyên Têkildar